Seva ku Tenêbûnê Alt kin, Alî Meriva Bikin—Kitêba Pîroz Çi Dibêje
Ser temamiya dinyayê meriv tenêbûnê texmîn dikin û nikarin xwera hevala bivînin. Hine êkspêrt dibêjin ku gava meriv alî kesên din dike, ev yek alî wî dike ji tenêbûnê aza be.
“Gava em alî kesên din dikin, yên ku hewcê alîkariyê ne, wî çaxî em xwe hêja texmîn dikin û şabûnê distînin”—U.S. National Institutes of Health.
Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide, ku çawa alî kesên din bikin. Hergê em van şîreta bidine xebatê emê ji tenêbûnê xilaz bin.
Tu çi dikarî bikî?
Merd be. Mecala bigere ku tevî meriva wede derbaz kî, îlahî rû bi rû. Destvekirî be û çi ku cem te heye tevî kesên din pareveke. Hergê tu usa bikî, meriv wê ji te razî bin û hûnê bibine dostên nêzîk.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Bidin, û wera jî wê bê dayînê” (Lûqa 6:38).
Alî meriva bike. Mecala bigere ku alî wan meriva bikî, yên ku rastî çetinaya tên. Mesele tu dikarî rind guh bidî wan, yan jî alîkariya praktîkî bidî wan, çi ku wê barê wan sivik ke.
Prînsîpa Kitêba Pîroz: “Heval her gav hiz dike, bira bûye bona roja oxirmê giran” (Metelok 17:17).
Seva ku hê zêde pêbihesî, wekî çawa heleqetiya baş tevî meriva xwey kî, bixûne gotar bi navê “Jîyîna Malbetê û Hevaltî”.