Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Ji bo Şerê Ûkraînayêda Xurek Nav Temamiya Dinyayêda Kêm Dibe

Ji bo Şerê Ûkraînayêda Xurek Nav Temamiya Dinyayêda Kêm Dibe

 Civaka Bêxofiyê ya Teşkîleta Miletên Yekbûyî 19 Gulanê, sala 2022 ji 75 merivên xweyîhukum elametî stand, wekî “ji bo pandemiya COVID-19 û usa jî ji bo guhastina klîmatê, hemdinyayêda xwarin kêm bû û şerê Ûkraînayêda hal hê xirab dike”. Paşê jî rojnemeke Brîtanîda hate nivîsarê wekî “ev şer dinya me, kîjan ku usa jî halekî giranda ne, berbi birçîbûnê dibe” (“The Economist”). Kitêba Pîrozda hatiye pêxembertîkirinê, wekî rojên meda wê kêmasiya xurek be, lê usa jî nivîsar e ku wê çi alî me bike vê derecêda teyax kin.

Kitêba Pîroz derheqa xelayî-celayê pêxembertî kiriye

  •    Îsa pêşda gotibû: “Miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê, cî-ciya wê xelayî-celayê û erdhejê bibin” (Metta 24:7).

  •    Kitêba Pîrozda, Eyantîda derheqa çar siyarên sîmbolîk tê gotinê. Yek ji wan siyara tê hesabê şer. Pey wîra siyarekî din tê, ku tê hesabê birçîbûn, dêmek nîşan dike ku xwarin hindik be û gelek biha be. Nivîsar e: “Min dîna xwe dayê, va hespekî reş û destê siyarê wîda mêzînek hebû. Hingê tê bêjî min dengek bihîst, . . . ku digot: ‘Çapeke genime biçûk pê zîvekî û sê çapên biçûk ceh pê zîvekî’” (Eyantî 6:5, 6).

 Ev pêxembertiya Kitêba Pîroz derheqa kêmasiya xwarinê, rojên meda tê sêrî, ku hatine navkirinê “rojên axiriyê” (2 Tîmotêyo 3:1). Seva ku hê zêde derheqa “rojên axiriyê” pêbihesin, binihêrin vîdêo “Ji Sala 1914 Halê Dinyayê Hatiye Guhastinê” û bixûnin gotar “Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Kitêba Pîroz ça dikare alî me bike

  •    Kitêba Pîrozda şîretên kêrhatî hene, ku dikarin alî me bikin wekî derecên xirabda teyax kin, mesele çaxê xurek biha dibe û hela hê wedê xelayê jî. Hûn dikarin vê gotarêda, “Ça Pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?”, hine şîretên kêrhatî bivînin.

  •    Kitêba Pîroz hêviya axiriya baş dide me. Ew dibêje, wekî “genimê welêt bibe bir-ber” (Zebûr 72:16). Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa sozên ji Kitêba Pîroze bona axiriyê û çima hûn dikarin wê yekê bawer bikin, binihêrin gotar “Hêviya Baş bona Roja Sibê”.