Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Yan Zabolotnyi/stock.adobe.com

HIŞYAR BIMÎNIN!

Bêqanûnî Dinêda Zêde Dibe—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Bêqanûnî Dinêda Zêde Dibe—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Haîtêda zordarî aliyê koma qaçaxa zêde dibe. Merivên ji Afrîkaya Başûrê, Meksîkê û usa jî welatên Amêrîkaya Latînî ji bo zordariyê diçerçirin. Hela hê wan ciya kîderê zordarî kêm bûye, dîsa jî meriv xwe bêxofiyêda texmîn nakin û berxwe dikevin, gava derheqa qaçaxtiyê dibihên.

 Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa bêqanûniya ku dinêda diqewime?

Kitêba Pîrozda derheqa bêqanûniyê çi hatibû pêxembertîkirinê

 Kitêba Pîroz pêxembertî kiribû, ku bêqanûnî wê bibûya para nîşana “rojên xilaziyêye vê dinyayê” (Metta 24:3). Çaxê Îsa şirovedikir derheqa qewimandinên ku para wê nîşanê ne, ewî got:

  •    “Ji bo zêdebûna bêqanûniyê, hezkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12).

 Kitêba Pîroz usa jî pêxembertî kiribû, “ku rojên axiriyêda” meriv wê bibine “temsist, zulmkar, neyarên qenciyê” (2 Tîmotêyo 3:1-5). Ew hemû hunur ya ku îro em pê çevê xwe divînin, dibine berbi bêqanûniyê.

 Lê meniyên bona gumanê heye. Kitêba Pîroz soz dide, ku zûtirekê bêqanûnî wê tune be.

  •    “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî. Lê belê milûkê erdê war bin, xêr-xweşîyêva wê xinê bin û şa bin” (Zebûr 37:10, 11).

 Hê zêde pêbihesin derheqa gumana ji Kitêba Pîroz û çima em dikarin bawer bin, wekî qewimandinên ku em îro pê çevê xwe divînin pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz in, yên ku têne serî. Binihêrin wan gotara.

 Hêviya Baş bona Roja Sibê

 Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?

 Gelo Kitêba Pîrozda Hatiye Pêxembertîkirinê, ku Wedê Meda Meriv wê Çi Cûreyî bin?