Kilam 141
Merivên Eşitîhez Bigerin
Kişandin:
-
Îsa emir da: “Bela kin rastyê”.
Ser rêya dûr û ber tevê,
Wî digot bo sozên Xwedê.
Îsa berxên xwe gelek hiz dikir.
Xizmet dikir
ji sibehê heta êvarê.
Hem mal bi mal hem li kûçê,
Em jî didin vê Mizgînê
Ku hindik ma kul û derd
wê tune bin.
(LÊWEGERANDIN)
Em digerin
Li kesên ku aştî dixwazin,
Em digerin
Li kesên azadî dixwazin,
Mîna Îsa
Xizmet dikin.
-
Dilên mîlyona hê birîndar in.
Wext hindik ma, em lez kevin,
Em gerekê alî wan kin.
Ji hizkirinê, em dîsa diçin.
Merivên ku pir dilteng in
dilrihet bikin.
Li hemû gund û bajara,
Em digerin li dilpaka.
Em şa dibin û dibêjin berdewam.
(LÊWEGERANDIN)
Em digerin
Li kesên ku aştî dixwazin,
Em digerin
Li kesên azadî dixwazin,
Mîna Îsa
Xizmet dikin.
(Usa jî binihêre Îşa. 52:7; Met. 28:19, 20; Lûqa 8:1; Rom. 10:10.)