KILAMA 6
Ezman Rûmeta Yehowa Eyan Dike
(Zebûr 19)
-
1. Em divînin efrînê destê Xwedê.
Ezman timê pesna, dide navê Xwedê.
Werên hertim em Xwedê rûmet kin.
Temam ezman qewata wî,
Mera eyan dikin.
-
2. Qanûnên te, rastî û hîmgirtî ne,
Û her şîretên te dide me rêberyê.
Heqî ne her qirarên te Xwedê.
Mîna şekir xeberên te,
Seva me şîrin in.
-
3. Tirsa ber Bav seva me karê tîne.
Temyê wî çawa zêr hertim em xwey dikin.
Rya rastya wî bîlanyê dide me.
Navê Xwedê, rûmeta wî,
Emê biparêzin.
(Usa jî binihêre Zb. 111:9; 145:5; Eyan. 4:11).