KILAMA 128
Heta Xilaziyê Sebir kin
-
1. Rastyên Xwedê hîmgirtî ne
Qewatê dide me.
Cêribandin alî dikin
Bawerya me bişide.
Her sozên Xwedê seva me,
Dilgermya mezin tînin.
Emê aminyê xwey bikin,
Bi wê yekê qewî bin.
-
2. Rastyên Xwedê em xwey bikin
Hertim van qîmet kin.
Dibek mera çetin be jî,
Qewî em bisekinin.
Gava em pir dilteng dibin
Tu cara em bîr nekin.
Wekî Yehowa tev Îsa,
Ese wê me xwey bikin.
-
3. Kê heta paşyê sebir ke,
Wê ewê xilaz be.
Xwedê wê navê her kesa,
Kitêba xweda lêke.
Tengasyada heta xlazyê,
Dilê me wê amin be.
Şabûna xwe unda nakin.
Yehowa ye bavê me.
(Usa jî binihêre Îbrn. 6:19; Aqûb 1:4; 2 Pet. 3:12; Eyan. 2:4).