Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 126

Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

Hişyar Bimînin, Qewî Bisekinin, Egît bin

(1 Korintî 16:13)

  1. 1. Hûn hişyar bin, û egît bin,

    Baweriyêda bişidin.

    Bi mêrxasî pêşda herin,

    Awa hûnê ser kevin.

    Em timê gura Îsa dikin,

    Gilyên wî hertim qewî xwey kin.

    (LÊWEGERANDIN)

    Timê hişyar bin û egît bin,

    Helal bin heta axryê.

  2. 2. Hûn hişyar bin û ser xwe bin,

    Guhdariyêda hazir bin.

    Gotin û hêlanê xulam,

    Ji Îsa ne, qebûl kin.

    Şîretên rûspya hertim hildin,

    Şivantyê dikin, we xwey dikin.

    (LÊWEGERANDIN)

    Timê hişyar bin û egît bin,

    Helal bin heta axryê.

  3. 3. Hûn hişyar bin, yektyê xwey kin,

    Û mizgînyê bela kin.

    Dijmin zorê bide we jî,

    Hûn tu car tesmîl nebin.

    Hûn timê pesnê Xwedê bidin,

    Roja wî nêzîk e bawer kin.

    (LÊWEGERANDIN)

    Timê hişyar bin û egît bin,

    Helal bin heta axryê.

(Usa jî binihêre Met. 24:13; Îbrn. 13:7, 17; 1 Pet. 5:8).