KILAMA 107
Mesela Hizkirina Xwedê
(1 Yûhenna 4:19)
-
1. Îro serwaxtî û rastiyê dide me
Yehowa, Bavê me.
Ewî Kurê xwe bona me qurban kir,
Ku em hîn bin û nekevin.
Pey Xwedê herin mera zef hewas e,
Ev rêke qenc e mera gelek kar e.
Ew me dike yek, ev rêke edil e.
Hizkirin e, Ew hizkirin e!
-
2. Hindava xûşk-bira were em nîşan kin,
Hizkirin, helalyê.
Emê hazir bin ku alî hev bikin,
Bi dil û can, ça dostên wan.
Hizkirin dike, ku hev bibaxşînin,
Alî me dike, ku em dilovan bin.
Çev bidin Xwedê û hevra nîşan kin,
Ku hiz dikin, Hev qîmet dikin.
-
3. Ji hizkirinê emê xizmet bikin,
Bi yektî ça malbet.
Em bi dil û şa amin û helal bin
Bavê ezman, em rûmet kin.
Bona navê wî gişkara gilî kin
Xebera Xwedê wê alî me bike.
Mera qîmet e wîra xizmet bikin.
Hizkirin e, Ew hizkirin e!
(Usa jî binihêre Rom. 12:10; Efes. 4:3; 2 Pet. 1:7).