Li Gora Metta 17:1-27

  • Îsa rûva tê guhastinê (1-13)

  • Baweriya mîna toximeke xerdalê (14-21)

  • Îsa dîsa besa mirina xwe dike (22, 23)

  • Xerc tê dayînê bi zîvekî ji devê mesî (24-27)

17  Paşî şeş roja, Îsa tevî xwe Petrûs, Aqûb û birê wî Yûhenna birin û hilkişiya ser çiyakî bilind. Li wir ewana tenê bûn. 2  Û ber çevê wan Îsa rûva hate guhastinê. Sifetê wî mîna tevê şewq da, û kincên wî mîna ronayê çîl-qerqaş bûn. 3  Nişkêva Mûsa û Êlyas wanra xuya bûn û tevî wî xeber didan. 4  Petrûs Îsara got: “Xudan, ça baş e ku em vira ne. Hergê tu bixwazî, ezê sê holika çêkim, yekê bona te, yekê bona Mûsa û yekê jî bona Êlyas”. 5  Hê ewî xeber dida, ewrekî ronayî dakete ser van, û dengek ji vî ewrî hat û got: “Ev e Kurê minî delal, yê ku dilê min şa dike. Guh bidine wî”. 6  Gava şagirta ev yek bihîst, tirseke mezin kete dilê wan, û wana xwe deverû avîtine erdê. 7  Lê Îsa nêzîkî wan bû, destê xwe da wan û got: “Rabin, netirsin”. 8  Gava wana serê xwe bilind kir, xêncî Îsa tu kes nedîtin. 9  Çaxê ewana ji çiyê dadiketin, Îsa temî da wan û got: “Heta Kurê însên ji mirinê neyê rakirinê, tiştên ku we dîtin tu kesîra nebêjin”. 10  Şagirta ji Îsa pirsî: “Çima qanûnzan dibêjin, ku pêşiyê Êlyas gerekê bê?” 11  Îsa caba wan da: “Êlyas bi rastî tê, û ewê her tiştî rast ke. 12  Lê ez wera dibêjim, Êlyas îda hatiye, lê wana ew nas nekir. Dilê wan ça xwest, usa serê wî kirin. Hema usa, Kurê însên jî wê ji destê wan biçerçire”. 13  Hingê şagirta fem kir, ku Îsa derheqa Yûhennayê Nixumdar got. 14  Gava ewana nêzîkî elaletê bûn, merivek hate bal Îsa, kete ser çoka û wîra got: 15  “Xudan, gunê xwe kurê min bîne.* Ew bi êpîlêpsiyê nexweş e û halê wî giran e. Ew gelek cara dikeve nav agir yan jî nav avê. 16  Min ew anî bal şagirtên te, lê wana nikaribû wî qenc kin”. 17  Îsa got: “Nisilê bêbawer û gunekar, heta kengê gerekê ez tevî we bim? Heta kengê ez we sebir kim? Wî bînin cem min”. 18  Paşê Îsa sert ferman da cin, û ew ji gede derket. Wê demê gede qenc bû. 19  Paşî wê yekê, şagirt başqe nêzîkî Îsa bûn, û ji wî pirsîn: “Me çira nikaribû ev cin derxista?” 20  Ewî caba wan da: “Çimkî baweriya we kêm e. Ez rast wera dibêjim, hergê baweriya we weke toximekî xerdalê be jî, hûn vî çiyayîra bêjin: ‘Ji vir here wêderê’, ewê here. Û hûnê bikaribin hemû tiştî bikin”.* 21 * —— 22  Gava ewana tevayî Celîlêda top bûn, Îsa wanra got: “Wê nemamiya Kurê însên bikin û wî bidine destê meriva, 23  wê wî bikujin û roja sisiya ewê ji mirinê bê rakirinê”. Gava wana gotinên wî bihîst, gelek dilteng bûn. 24  Çaxê ew hatine Kepernahûmê, merivên ku xercên paristgehê* top dikirin nêzîkî Petrûs bûn û ji wî pirsîn: “Dersdarê we xercê paristgehê nade?” 25  Ewî got: “Belê, dide”. Çaxê Petrûs kete malê, pêşiya ku ewî tiştek bigota, Îsa ji wî pirsî: “Şimhûn tu çi difikirî, padşên dinyayê cûre-cûre xerca ji kê distînin? Ji kurên xwe yan ji xerîba?” 26  Petrûs got: “Ji xerîba”. Îsa wîra got: “Wekî usa ye, kur ji xerc aza ne. 27  Lê seva ku wana eciz nekin, here ber berê û şewkê bavêje. Mesiyê pêşin ku derdikeve, bigire, devê wî veke û tuyê qurûşekî* zîv* bivînî. Ewî hilde, dewsa min û xwe bide wan”.

Спартьн

Raste-rast “kurê min were remê”.
Raste-rast “û bona we tiştekî nebûyî wê tune be”.
Rêza 21 hine destnivîsarên herî kevine Yûnanîda tune. Lê hine destnivîsarada ev rêz heye.
Raste-rast “du drahma”, çi ku heqê xebata du roja bû.
Yan “pol”.
Dêmek çar drahma, çi ku heqê xebata çar roja bû.