Çi Hûn Derheqa Axiriyê Dişirmîş Dibin?
Halê dinyayê wê çawa be . . .
-
hema usa, ça heye?
-
hê xirab be?
-
hê baş be?
KITÊBA PÎROZ ÇI DIBÊJE
“Xwedê . . . ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).
SEVA WE EV ÇI TÊ HESABÊ
Hemû tiştî çi ku hûn bikin, wê lezetê wera bîne û hewas be (Îşaya 65:21-23).
Tu nexweşî û kul-derd îda wê tune bin (Îşaya 25:8; 33:24).
Hûnê bistînin jîyîna bextewar û heta-hetayê, tevî malbet û hevalên xwe (Zebûr 37:11, 29).
LÊ GELO EM DIKARIN ÎTBARIYA XWE KITÊBA PÎROZ BÎNIN?
Belê, û seva vê yekê du menî hene:
-
Qewata Xwedê digihîjê, ku sozê xwe bîne sêrî. Kitêba Pîrozda tenê ser Yehowa Xwedê tê gotinê, ku ew Xwedêyê Hemû Zorayiyê ye, çimkî qewata wî pir mezin e (Eyantî 15:3). Dêmek ev tê hesabê, ku Yehowa Xwedê dikare sozê xwe bîne sêrî û halê dinyayê aliyê başda biguhêze. Û çawa ku Kitêba Pîroz dîsa carekê îzbat dike, “her tişt ji destê Xwedê tê” (Metta 19:26).
-
Xwedê dixwaze sozê xwe bîne sêrî. Mesele, xwestina Yehowa Xwedêye pir mezin heye, wekî dîsa emir bide wan meriya yên ku mirin e (Îbo 14:14, 15).
Kitêba Pîrozda nivîsar e, wekî Kurê Xwedê, Îsa Mesîh nexweşî qenc dikirin. Lê çima ewî usa dikir? Çimkî xwestina wî hebû evê yekê bike (Markos 1:40, 41). Mîna Bavê xwe, Îsa jî dixwest alî wan meriva bikira, yên ku tengasiyêda bûn (Yûhenna 5:19).
Lema jî em dikarin bawer bin, ku Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh dixwazin alî me bikin, wekî em axirîke bextewar bistînin! (Zebûr 72:12-14; 145:16; 2 Petrûs 3:9)
DERHEQA VÊ YEKÊ BIFIKIRIN
Xwedê wê çawa halê dinyayê, aliyê başda biguhêze?
Kitêba Pîroz caba vê pirsê dide METTA 6:9, 10 û DANIYÊL 2:44.