Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 49

Ça Dikarî Malbeta Xwe Bextewar kî?; Para 1

Ça Dikarî Malbeta Xwe Bextewar kî?; Para 1

Ewên ku teze zewicî ne, dixwazin wekî bextewarî û şabûna wane roja dewatê, heta-hetayê bikişîne. Hemikî ev yek dikare bê sêrî. Mesîhiyên ku zûdava zewicî ne û şîretên Kitêba Pîroz didine xebatê, vê yekêda bawer in.

1. Kitêba Pîroz çi şîretê dide mêra?

Yehowa mêr ça serê malbetê kifş kiriye (Bixûne Efesî 5:23.) Lema jî ew hîviyê ye, ku mêr safîkirinên usa bike, kîjan ku malbetêra karê bîne. Kitêba Pîroz şîreteke usa dide mêra: “Jinên xwe hiz bikin” (Efesî 5:25). Ev yek çi tê hesabê? Mêrê ku bi hizkirinê ye, hindava jina xweda qenc e him malda him jî ber meriva. Ew jina xwe ji ziyanê xwey dike û her tiştî dike, ku bona hewcên wêye fîzîkî û êmosiyalî xem bike (1 Tîmotêyo 5:8). Ya lape ferz ew e, wekî mêr bona hewcên ruhanî xem bike (Metta 4:4). Mesele, ew dikare tevî wê dua bike û Kitêba Pîroz bixûne. Çaxê mêr bi hizkirinê bona jina xwe xem dike, usa ew dostiya xwe tevî Yehowa xwey dike (Bixûne 1 Petrûs 3:7.)

2. Kitêba Pîroz çi şîretê dide jina?

Kitêba Pîroz şîretê dide jinê, wekî ew “siyaneta mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33, ÎM). Ew ça dikare evê yekê bike? Mesele, ew dikare bifikire derheqa xeyset-hunurên mêrê xweyî baş û ku ew çiqas bona wê û zara xem dike. Qedirê jinê hindava mêrda wê yekêda jî tê kifşê, çaxê ew safîkirinên wîda piştgiriya wî dike, tevî wî bi nermî xeber dide, him jî derheqa wî qenc xeber dide, hergê jî ew xizmetkarê Yehowa nîne.

3. Mêr û jin ça dikarin zewaca xwe qewî kin?

Derheqa jin-mêra Kitêba Pîroz dibêje: “Her du wê bibine bedenek” (Metta 19:5). Ev tê hesabê, wekî ewana gerekê miqabilî wan tişta şer bikin, çi ku dikare hizkirina wan sar ke. Lema jî ewana timê tevayî wede derbaz dikin, dilê xwe hevra vedikin, û bi hizkirinê fikir û hestên xwe eyan dikin. Ewana nahêlin, wekî bona wan tiştek yan kesek xêncî Yehowa, ji hevalzewacê wan ferztir be. Him jî jin û mêr gelek fesal in, seva ku heleqetiya nêzîk tevî yekî din çênekin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin zewaca te qewî kin.

4. Mêrno, jinên xwe hiz bikin û bona wan rind xem bikin

Kitêba Pîroz dibêje: “Gerekê mêr jina xwe hiz bike, çawa bedena xwe” (Efesî 5:28, 29). Ev yek çi tê hesabê? Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kîjan hine derecada mêr dikare bide kifşê, wekî jina xwe hiz dike û bona wê xem dike?

Bixûne Kolosî 3:12, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Mêr ça dikare zewaca xweda wan xeyset-hunura bide kifşê?

5. Kulfetno, mêrên xwe hiz bikin û qedirê wan bigirin

Kitêba Pîroz jina hêlan dike, wekî qedirê mêrê xwe bigirin, firqî tune mêr Yehowara xizmet dike yan na. Bixûne 1 Petrûs 3:1, 2, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Hergê mêrê te xizmetkarê Yehowa nîne, bê şik tu dixwazî wekî ew Yehowara xizmet ke. Lê ça tu dikarî alî wî bikî? Bi texmîna te, tu gerekê timê wîra derheqa tiştên ruhanî xeber dî, yan bi rabûn-rûniştina xweye baş û bi qedirgirtinê wî bînî berbi Yehowa? Çima usa difikirî?

Jin û mêr dikarin tevayî safîkirinên baş bikin. Hemikî carna diqewime jin hine pirsada mêrê xwera qayîl nîbe. Hingê ew dikare fikirên xwe bi nermî û qedir wîra bêje, lê gerekê fem bike ku Yehowa ev cabdarî daye mêra, wekî safî kin bona malbetê çi diha baş e. Jin çiqas dikare gerekê piştgiriya safîkirinên mêrê xwe bike. Bi vê yekê ew alî malbetê dike, ku edilayî û şabûn nav wanda hebe. Bixûne 1 Petrûs 3:3-5, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Yehowa ça dinihêre ser wan jina, yên ku qedirê mêrê xwe digirin?

6. Tu dikarî problêmên zewaca xweda safî kî

Tu zewac kamil nîne. Lema jî jin-mêr gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku problêma safî kin. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora vê vîdêoyê, çi dida kifşê ku jin-mêr hindava hevda sar bûne?

  • Wana çi kir, ku zewaca xwe qewî kin?

Bixûne 1 Korintî 10:24 û Kolosî 3:13, û paşî xwendina her rêzekê, evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa pêkanîna vê şîretê dikare zewaca te qewî ke?

Kitêba Pîroz dibêje, ku em gerekê qedirê hev bigirin. Ev tê hesabê, wekî hevra heyf û bi qedir bin. Bixûne Romayî 12:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Gelo jin yan mêr gerekê hîviyê be, ku pêşiyê kîjan ji wan qedir bide kifşê? Çima tu usa difikirî?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez û hevalzewacê min hevra îda usa nêzîk nînin, çawa berê.”

  • Tuyê ça wanara şirovekî, ku Kitêba Pîroz dikare alî wan bike?

TEMAMKIRIN

Jin û mêr dikarin bextewar bin, hergê ewana hev hiz bikin, qedirê hev bigirin û prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê.

Wekilandin

  • Mêr çi dikare bike, ku zewaca wan bextewar be?

  • Jin çi dikare bike, ku zewaca wan bextewar be?

  • Hergê tu zewacêda nî, kîjan prînsîpa Kitêba Pîroz dikare zewaca te qewî ke?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese derheqa şîretên kêrhatî, kîjan ku dikarin alî te bikin, wekî zewaca te bextewar be.

“Malbeta We Dikare Bextewar be” (broşûr)

Binihêre vîdêo-miqamê, ya ku dide kifşê, wekî pêkanîna şîretên Xwedê, ça dikare zewaca te bextewar ke.

“Hizkirina Rast” (4:26)

Pêbihese, ku çi tê hesabê, wekî hindava serîtiya mêrê xwe, qedir bidî kifşê.

“Çira Jin Gerekê Prînsîpa Serîtiyê Qebûl ke?” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Gulanê, 2010)

Binihêre, ku şîretên Kitêba Pîroz ça alî jin-mêra dikin, wekî zewaca wan bextewar be.

“Prînsîpên Kitêba Pîroz Zewaca Me Xwey Kirin” (7:12)