SERÊ 2
Hazir be bona Zewacê
1, 2. a) Çira Îsa got ku pêşiya ku tiştekî bikin, ferz e ser bifikirin? b) Derheqa çi lazim e pêşda bifikirin?
SEVA ku tam çêkin, lazim e pêşda hemû tiştî hazir kin. Pêşiya ku hîm daynin, lazim e erd destxin û proêkta avayî çêkin. Lê dîsa tiştekî ferz heye. Îsa got: “Ji we kîjan e, ku bixwaze bilindcîke nobedara çêke, pêşiyê rûnenî nede ber hesab, gelo qewata wîyê bigihîjê bîne sêrî yan na?” (Lûqa 14:28).
2 Çawa hine tişt lazim e bona çêkirina tam, usa jî lazim e bona sazkirina malbeta baş. Gelek meriv dibêjin: “Ez dixwazim bizewicim”. Lê ji wana çiqas in yên ku difikirin derheqa çetinaya? Rast e Kitêba Pîroz derheqa zewacê baş xeberdide, lê ew usa jî kifş dike wan çetinaya, kîjan ku zewacêda pêşda tên (Metelok 18:22; 1 Korintî 7:28). Dêmek ewên ku hazir dibin malbetê saz kin, gerekê bidine ber çevê xwe çawa kerema, usa jî çetinaya ku zewacêda pêşda tên.
3. Kitêba Pîroz ça dikare alîkariyê bide wan, yên ku dixwazin bizewicin, û ew kitêb wê caba kîjan sê pirsa bide?
3 Wê yekêda Kitêba Pîroz dikare alî me bike. Çimkî şîretên vê ji bîna ber Sazkarê zewacê ye, dêmek Yehowa Xwedê (Efesî 3:14, 15; 2 Tîmotêyo 3:16). Rast e ew kitêb kevin e, lê bona her wedeyî kêrhatî ye, lema jî em dikarin bi saya prînsîpên wê kitêbê bizanibin: 1) Meriv ça dikare têderxe hela ew hazir e bona zewacê yan na? 2) Gerekê kîjan xeyset-hunura bigerin nav jin yan mêrê axiriyêda? 3) Ça dikarin namûsiyê xwey kin wedê hevnaskirinê?
TU BI RASTIYÊ HAZIR Î BIZEWICÎ?
4. Seva ku zewac bextewar be, ya lape ferz çi ye, û çira?
4 Bona avakirina tam gelek pere xerc dibe, lê seva ku ew tam gelek sal bê xweykirinê, hê zêde pere lazim e. Ew mesele dikarin beramberî zewacê kin. Çimkî seva zewacê saz kin lazim e gelek qewat xerc kin. Lê diha lazim û ferz e, wekî paşî zewacê berdewam kin heleqetiya nêzîk xwey kin. Ew çi tê hesabê? Gelek ferz e, wekî bi dil bînin sêrî sozê ku dane hev, wekî hevra amin bimînin. Binihêrin Kitêba Pîroz derheqa heleqetiya zewacê çi dibêje: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire û bibine bedenek” (Destpêbûn 2:24). Îsa Mesîh meniya tek kifş kir bona hevqetandinê, derheqa kîjanî Kitêba Pîrozda nivîsar e, ew e meniya tek ji bo çi jî jin yan mêr dikare dîsa bizewice. Ew heye “qavî”, dêmek heleqetiya sêksûal ne tevî jin yan mêrê xwe (Metta 19:9). Her kesê ku dixwaze bizewice, timê gerekê bîra xweda xwey ke ewan prînsîpên Kitêba Pîroz. Hergê tu hazir nînî bînî sêrî ew sozê aminiyê, dêmek tu hazir nînî bizewicî (Qanûna Ducarî 23:21; Waîz 5:4, 5).
5. Rast e sozê aminiyê geleka ditirsîne, lê çira yên ku dixwazin bizewicin, gerekê sozê aminiyê qîmet kin?
5 Hinek ditirsin cabdariya sozê aminiyê hildin ser xwe. Gedekî cahil dibêje: “Çaxê ez difikirîm ku min emirê xwe heta-hetayê jina xweva girêdaye, min xwe usa texmîn dikir, tê bêjî ketime qulçekî û girtî me, derî ser min dada ne û dest piyên min jî zincîrkirî ne”. Lê hergê tu bi rastiyê hiz dikî wî merivî kîjanî dixwazî bistînî, hingê sozê aminiyê wê tera neyê kifşê ça barê giran. Dewsê tê hindava wî merivî bêxofiyê texmîn kî. Femkirina cabdariya sozê aminiyê, qewatê dide mêr - jina ku tevî hev bin hin wedê şabûnê hin jî wedê çetinaya, û ji hev neqetin çi jî biqewime. Çawa Pawlosê şandî nivîsî, hizkirina rast “her gav dadixe” û “her gav sebir dike” (1 Korintî 13:4, 7). Kulfetekê got: “Paşî sozê aminiyê ez xwe diha bêxof texmîn dikim. Min xweş tê ew edilaya ku min stand paşî wê yekê, çaxê min mêrê xweva ber hemûya bi dengê bilind hevra soz dan, wekî em dixwazin tevayî bijîn” (Waîz 4:9-12).
6. Çima hê baş e wedê cahiltiyê lez nekevî bona zewacê?
6 Seva ku bi wî sozî bijîn, lazim e wekî meriv gihîştî be. Lema jî Pawlosê şandî temiyê dide Mesîhiya wekî nezewicin, heta “dema geşbûna cihaltiyê” derbaz be, dêmek ew dem çaxê xwestina sêksûal gelek mezin e, û dikare nehêle ku meriv rast bifikire (1 Korintî 7:36, DT). Cahil çaxê mezin dibin zû têne guhastinê. Geleka ji wan yên ku zû dizewicin, paşî hine sala fem dikin, wekî hewcetiya û xwestina jin yan mêrê wan, îda usa nînin ça ku berê bûn. Hesabên statîstîkê didine kifşê, wekî ewên ku zû dizewicin, diha bêbext in û timê ji hev diqetin, ne ku ewên dereng zewicîne. Dêmek lez nekeve bizewicî. Ew salên teye cahiltiyê, ku tu derbaz dikî çawa merivê gihîştî û hela hê nezewicî, dikarin te bikine merivekî cêribandî. Bi saya çi jî tu yê hazir bî bona zewacê jî. Lê hergê tu bona zewacê lez nekevî, wê mecala te hebe diha rind xwe nas kî, çi ku axiriyêda wê alî te bike heleqetiya baş zewacêda pêşda bînî.
PÊŞIYÊ XWEXA XWE NAS KE
7. Çira ew merivê ku dixwaze bizewice, gerekê pêşiyê xwe nas ke?
7 Tera hêsa ye hesab kî wan xeyset-hunura, kîjan teyê bixwesta nav jin yan mêrê xweda bidîta? Seva geleka ew çetin nîne. Lê çi dikarin bêjin derheqa te? Kîjan hunurên te, dikarin alî te bikin, seva ku malbeta bextewar saz kî? Tuyê jin yan mêrekî ça bî? Mesele, tu hêsa şaşiyên xwe didî rûyê xwe û şîreta hildidî, yanê tu hertim xwe rast derdixî çaxê şîreta didine te? Bi temamî tu merivekî ça nî, tu yekî dilşayî û ser her tiştî baş dinihêrî, yanê tu yekî medekirî û timê nerazî yî? (Metelok 8:33; 15:15). Bîr neke, zewac xeysetê te naguhêze. Hergê pêşiya zewacê jî tu yekî qure bûyî, zû tişta hildidayî dilê xwe û ser hemû tiştî xirab dinihêrîyî, tuyê paşî zewacê jî usa bî. Çetin e pê çevê xelqê ser xwe binihêrî, wekî usa ne hêja ye hîvî dê-bavê xwe yan jî kesekî nêzîk bikî, ku derheqa te rast tera bêjin û şîreta bidine te. Çaxê tu pêdihesî ku gerekê nav xweda guhastina bikî, nesekine, pêşiya ku safî kî bizewicî, wan guhastina bike.
8-10. Kîjan şîretên Kitêba Pîrozda dikarin alî meriva bikin, hazir bin bona zewacê?
8 Kitêba Pîroz hêlanê dide me, ku em bihêlin wekî ruhê Xwedêyî Pîroz hukum ke ser me, wekî em nav xweda zêde kin hunurên usa ça, “hizkirin, şabûn, edilayî, sebirkirin, şîrinayî, qencî, aminî, milûktî, xwegirtin”. Kitêba Pîroz usa jî dibêje: “Ruh û fikirêd xweda nûyejîyîn bin, merivê nû li ser xwe wergirin, ku kirasê Xwedêda bi rastiyê û helaliyê bê qelpî xuliqî ye” (Galatî 5:22, 23; Efesî 4:23, 24). Hela hê tu nezewiciyî wan şîreta bîne sêrî, çi ku wê gelek ferz be bona malbeta axiriyê, ev mîna wê yekê ye, ça tu pera bikî bankê.
9 Mesele, kulfet ne ku gerekê dîna xwe bide ser bedewbûna xweye rûva, lê ser bedewbûna xweye “hindurê dilda” (1 Petrûs 3:3, 4). Milûktî û bîlanî wê alî kulfetê bike, ku ew serwaxtiyê bistîne. Ew serwaxtî ça “kofîya” bedew e (Metelok 4:9; 31:10, 30; 1 Tîmotêyo 2:9, 10). Mêr gerekê hîn be hindava jin heyf û bi qedir be (1 Tîmotêyo 5:1, 2). Mêr çaxê hîn dibe safîkirina bike û borcdariya hilde ser xwe, usa jî gerekê hîn be milûk û şkestî be. Zorbetî malbetêda wê gelek problêma pêşda bîne (Metelok 29:23; Mîxa 6:8; Efesî 5:28, 29).
10 Rast e, hêsa nîne xeyset-hunurên xwe bi temamî biguhêzin, lê hemû Mesîhî hewce ne ser xwe bixebitin. Ew yek wê alî te bike ku bibî mêr jinê baş zewacêda.
KÎJAN HUNURA GEREKÊ BIGERIN NAVA HEVALZEWACÊ AXIRIYÊDA
11, 12. Du meriv ça dikarin safî kin, ewana hev tên yan na?
11 Gelo kîderê ku tu dijîyî qeyde ye ku meriv xwexa mêr yan jin xwera bijbêre? Hergê erê, lê tuyê ça bikî, wekî kesek te xweş bê? Xwe pirs ke: “Bi rastiyê ez dixwazim bizewicim?” Hergê hûn badîhewa kesekî bidin bawerkirinê, ku dilê weda hindava wî tiştekî heye, ew yek zulmî ye (Metelok 13:12). Pirsa usa bide xwe: “Ez bi rastiyê hazir im bizewicim?” Hergê caba te ser wan herdu pirsa erê ye, dêmek paşê tê usa bikî çawa qeyde ye wêderê kîderê tu dijîyî. Hine welatada tebiyetî ye dûrva dîna xwe bidine wî kesî tevî kê jî dixwazî bizewicî, paşê dikarî teglîf kî wekî tevayî cîkî herin seva hê rind hev nas kin. Hergê ew meriv dibêje na, usa neke ku ew eciz be. Bîr neke ku îzina wê (wî) jî heye wê pirsêda xwexa safîkirina bike. Lê hergê ew meriv tevî te razî ye, tu dikarî xem kî wekî tevî hev wede derbaz kin, usa ku tiştekî kêrhatîva mijûl bin. Ew yek wê mecalê bide te, wekî bivînî hela bîlanî ye ku tevî wê (wî) merivî malbetê saz kî. a Lê hingê tu gerekê dîna xwe bidî ser çi?
12 Seva ku caba wê pirsê bidî, bide ber çevê xwe du sazên mûzîkê mesele, pîano û gîtar. Hergê ew rind sazkirî ne, pê her yekê meriv dikare rind miqamên xweş lêxe. Lê wê ça be hergê bi her du saza hevra lêxin? Hingê gerekê dengê wan hev bigirin. Usa jî em dikarin bêjin derheqa te û wî merivî tevî kê dixwazî bizewicî. Dibeke her yek ji we rind ser xwe xebitî ye, û xeyset-hunurên xwe rind “saz kiriye”. Lê pirs ew e: Dengê we hev digire? Dêmek, xeysetda hûn hev tên?
13. Çima wê nerast be, hergê bixwazî bizewicî tevî wî merivî, baweriya kîjanî ne mîna ya teye?
13 Ferz ew e, ku nihêrandin û prînsîpên we yek bin. Pawlosê şandî nivîsî: “Tevî nebawera nekevine binê nîrekî” (2 Korintî 6:14; 1 Korintî 7:39). Hergê bizewicî tev wê (wî) merivî baweriya kîjanî ne mîna ya teye, dikare usa bibe ku hûn hev fem nekin. Lê hergê hûn herdu jî Xwedêra amin in, hema ew yek wê bona we bibe hîmê yektiya lape qewî. Yehowa dixwaze ku hûn bextewar bin, û yekbûna we neyê hilşandin. Yehowa dixwaze, wekî yektiya we, tevî wî û tevî hev, mîna benê sê qatê qewî be (Waîz 4:12).
14, 15. Seva zewacêda yektiyêda bin, gelo ya ferz tenê ew e ku bawerî û hebandina wan yek be? Şiroveke.
14 Tevayî Xwedêra xizmet kin gelek ferz e, lê dîsa tiştên ferz hene. Seva ku hûn hevra ziman bivînin, lazim e nêtên we yek bin. Lê çi nêt we daye pêşiya xwe? Mesele, hûn herdu dixwazin wekî zarên we hebin yan na? Emirê weda ciyê pêşiyê çi digire? b (Metta 6:33). Bi rastiyê, malbeta bextewarda mêr-jin hevalên heve baş in û hevaltiya xwe bi hizkirin derbaz dikin (Metelok 17:17). Lê seva wê yekê lazim e, wekî nêtê wan yek bin. Çetin e hevaltiyê xwey kin, îlahî zewac, hergê nêtê we yek nîbin. Lê besa xeberê, hergê ji we yek hiz dike niga bigere, lê yê din hiz nake, gelo ew dikare bibe menî wekî hûn gerekê hev nestînin? Bêşik na. Dibek hene tiştên hê diha ferz yên ku herdura hewas in. Xêncî wê yekê tu dikarî jin yan mêrê xweyî axiriyê şa kî, hergê tevî wî mijûl bî tiştên kêrhatîva, xût bi vê meniyê ku ew yek wî xweş tê (Karên Şandiya 20:35).
15 Seva ku hûn hev fem kin, ese nîne hûn her tiştîda mîna hev bin, lê diha ferz e wekî hûn her tiştîda hevra yole herin. Dewsa ku bifikirin, “Gelo hemû pirsada nêta me yeke?” hê baş e bifikirin derheqa ewan pirsa: “Çi bikin çaxê fikirên me ne mîna hev in? Em dikarin problêma edilayêda safî kin û hindava hevda qedir û syanetê xwey kin? Yan şêwirkirina me derbêra dibe şer-dew?” (Efesî 4:29, 31). Hergê dixwazî bizewicî yan mêr kî, fesal be wekî usa qure û serhişk nîbî, ku timê ya xwe bikî, her tim tişta dewa kî, û meniya bigirî wekî her tişt bi xwestina te be.
PÊŞDA PÊBIHESE
16, 17. Hergê gede û keçik dixwazin bizewicin, ewana gerekê dîna xwe bidine ser kîjan hunur-xeyseta?
16 Kitêba Pîroz dibêje wekî ewên ku gerekê civatêda borcdariya hildin ser xwe gerekê “pêşda bêne cêribandinê” (1 Tîmotêyo 3:10). Ewê prînsîpê hûn jî dikarin bînin sêrî. Mesele, keçik ku dixwaze mêr ke, dikare van pirsa bide xwe, “Gelo meriv derheqa wî çi dibêjin? Ew tevî kê hevaltiyê dike? Ew dikare xwe kontrol ke? Hindava yên emirda mezin ça ne? Lê neferên malbeta wî çi cûreyî ne? Tevî neferên mala xwe ça ye? Hindava perada ça ne? Hiz dike îçkê zêde vexwe? Gelo ew zû hêrs dikeve, yan hela hê yekî zulm e jî? Civatêda çi cabdariyên wî hene û ça tîne sêrî? Ezê bikaribim qedirê wî bigirim?” (Qanûna Kahîntiyê 19:32; Zebûr 22:29; 31:23; Efesî 5:3-5, 33; 1 Tîmotêyo 5:8; 6:10; Tîto 2:6, 7).
17 Xortê ku dixwaze bizewice dikare pirsên usa bide xwe: “Gelo ew keçik qedir û hizkirinê dide kifşê hindava Xwedê? Ewê kevaniya baş be? Merivatiya wê ji me hîviya çi bin? Ew yeke bîlan e, xebathiz e, yeke pûç nîne? Ew hergav derheqa çi xeberdide? Ew bi dil bona merivên din xem dike, yanê ew tenê seva xwe dişirmîş dibe, û hiz dike bizanibe derheqa hemûşka û bikeve nav şixulê xelqê? Meriv dikare îtbariya xwe wê bîne? Gelo ew hazir e bikeve bin serwêrtiya mêrê xwe, yan ew yeke girik e û ser ya xwe disekine?” (Metelok 31:10-31; Lûqa 6:45; Efesî 5:22, 23; 1 Tîmotêyo 5:13; 1 Petrûs 4:15).
18. Derheqa çi hûn gerekê bîr nekin, çaxê wedê hevnaskirinê kêmasiyên hev dibînin?
18 Bîr neke, ku jibartiyê te ji rikiniyata Adem e û gunekar e, ne ku egîtê ji romanekê ye. Kêmasiyên her kesî hene, çawa bal te usa jî bal jin yan mêrê teyî axiriyê. Lê hene kêmasiyên usa, ku nehêja ye dîna xwe bidine ser (Romayî 3:23; Aqûb 3:2). Lê çaxê mêr û jin kêmasiyên xwe didin rûyê xwe, ew yek mecalê dide wan ser xwe bixebite û ruhanîda pêşda here. Lê hergê wedê hevnaskirinê hûn tiştekîda hevra dikevine dewê, bifikire derheqa wê yekê: Ew meriv yên ku gelek hev hiz dikin û qedirê hev digirin, ewana jî carna dikarin neyne ser nêtekî. (Beramber kin Destpêbûn 30:2; Karên Şandiya 15:39.) Dibeke we herdura jî lazim e, hê zêde xwe destê xweda bigirin û hîn bin diha bi edilayî problêma safî kin (Metelok 25:28). Gelo mêr yan jina teyî axiriyê dixwaze rast be? Lê tu? Dibek hewce yî hîn bî ku hemû tiştî hilnedî dilê xwe, û zû nexeyîdî? (Waîz 7:9). Çaxê hûn hîn bin problêma safî kin, hûnê hîmê heleqetiya baş daynin, çi ku ferz e bona zewacê (Kolosî 3:13).
19. Gerekê çi bikin, çaxê wedê hevnaskirinê şaşiyên mezin eyan dibin?
19 Lê tuyê çi bikî, hergê texmîn kî kêmasiyên usa ji bo kîjana zef berxwe dikevî? Ew ne tiştekî usa ne ku pişt guhê xweva bavêjin. Hizkirin û xwestina te çiqas mezin jî nîbe, ku bizewicî, nelazim e çevê xwe ser kêmasiyên mezin dadî (Metelok 22:3; Waîz 2:14). Hergê tu bûyî nas tevî kesekî usa, hindava kîjanêda tiştên nebiçûkda dikevî şikê, wê aqilayî be ku bidî sekinandinê evê heleqetiyê, hela hê te eşkere soz nedaye û emirê xwe tevî wî (wê) girênedaye.
WEDÊ HEVNASKIRINÊ HELEQETIYA TEMIZ XWEY KIN
20. Cotên nezewicî, ça dikarin wedê hevnaskirinê namûsiyê xwey kin?
20 Ça wedê hevnaskirinê dikarin heleqetiya temiz xwey kin? Ya ewlin, bawer be ku aliyê namûsiyêda rabûn-rûniştina we temiz e. Kîderê ku hûn dijîn, gelo bona yên nezewicî tebiyetî ye ku destê hev bigirin, hevdu paç kin yan jî hemêz kin? Diqewime welatên weda ew yek tebiyetî ye, lê ew yek tenê wî çaxî îzin e, hergê we sed selefî safî kiriye hev bistînin. Fesal bin, wekî tiştên usa we nebin berbi rabûn-rûniştina netemiz yan jî berbi bênamûsiyê. (Efesî 4:18, 19; beramber kin Sitrana Silêman 1:2; 2:6; 8:5, 9, 10.) Dil qelp e, lema jî wê aqilayî be hergê hûn tevî hev tenê nemînin malda, erebêda yan jî ciyê mayîn, kîderê ku wera dikare bibe mecal bona kirên nerast (Yêremya 17:9). Çaxê wedê hevnaskirinê hûn namûsiyê xwey dikin, ew yek eyan dike xwegirtina we û ew yek ku hûn kara yên mayîn ji xwestinên xwe zêdetir hesab dikin. Lê ya lape ferz ew e, ku wedê hevnaskirinê çaxê hûn heleqetiya temiz xwey dikin, hûnê şa kin Yehowa Xwedê yê ku temiyê dide xizmetkarên xwe, wekî xwe dûr bigirin ji netemizayê û bênamûsiyê (Galatî 5:19-21).
21. Hergê hûn dixwazin heleqetiya temiz xwey kin hevnaskirinêda, çi alîda lazim e hevra helal bin?
21 Wedê hevnaskirinê heleqetiya temiz usa jî tê hesabê, xeberdanêda helal bin. Hergê her tişt baş e û we safî kiriye hev bistînin, wê baş be ku bi helalî derheqa hine pirsa şêwir kin. Mesele, hûnê ku bijîn? We safî kiriye, ku hûn herdu jî bixebitin? Hûn dixwazin wekî zarên we hebin? Xêncî wê yekê, wê rast be hergê hûn gilî kin derheqa tiştên derbazbûyî emirê xweda, kîjan ku dikarin paşê hukum bin ser zewaca we. Ew tişt dikarin ew bin, deynên mezin, yan jî borcdariyên hindava kesekîda, problêmên sihet-qewatêva girêdayî, mesele nexweşiya giran. Çimkî merivên ku nexweş dikevin bi nexweşiya VÎÇ (Soy HIV), vîrûs kîjan ku SPÎD (EYDZÊ) pêşda tîne. Bal geleka ji wana, nîşanên wê nexweşiyê derbêra nayêne xanê. Û lema jî hergê ew kes berê bênamûsî kiriye yan jî narkotîk berî tamarê xwe daye, wê baş be, wekî ew xwexa yan dê-bav bêjin, wekî ew analîzê xûnê ya EYDZÊ bide. Hergê analîz bide kifşê ku ew nexweş e, yê nexweş gerekê zorê neke ku heleqetiya wan berdewam be, hergê bijartiyê wî (wê) naxwaze. Lê wê gelek baş be, hergê merivê ku emirekî xof derbaz kiriye, xwexa safî ke analîza EYDZÊ bide, heta ku tevî kesekî nebûye nas seva ku bizewice.
DEWAT EW DESTPÊBÛN E
22, 23. a) Hazirkirina dewatê ça dikare nebîlanî be? b) Çaxê derheqa dewatê û emirê zewacê dişirmîş dibin, gerekê dîna xwe bidine ser çi?
22 Çend mehê pêşiya dewatê, femdarî ye hûnê hazirbûna dewatêva mijûl bin. Xemên we wê kêm bin hergê hûn milûk bin û dewata zef biha nekin. Rast e dewata giran wê merivatiyê û hevala bide şakirinê, lê bona bûk û zevê û malbetên wan dikare bibe ziyaneke mezin, hin aliyê pereda hin jî aliyê fîzîkîda. Ew yek normal e hergê pey wî qeydeyî diçin kîderê dijîn. Lê çaxê dixwazin ji yên din baştir bikin, ew yek nêta dewatê unda dike û hûn dikarin şabûnê unda kin. Rast e gerekê hestên meriva hildin hesab, lê bona dewatê cabdarê her tiştî, zeva ye (Yûhenna 2:9).
23 Bîr neke, wekî dewata te wê rojek bikişîne, lê zewaca te wê heta-hetayê be. Lema jî bi temamî dîna xwe nede ser hazirkirina dewatê. Lê rêberiya Yehowa Xwedê bigerin û bifikirin derheqa axiriya emirê malbetê. Hingê hûnê hazir bin bona zewaca bextewar.
a Wira xeberdan diçe derheqa wan welata, kîderê ku normal e wekî Mesîhî rastî hev bên.
b Hela hê civata Mesîhiyada jî hene yên usa ku hindik xem dikin bona tiştên ruhanî. Dewsa ku bi dil Xwedêra xizmet kin, ewana dikevine ber bayê dişirmîşbûn û rabûn-rûniştina vê dinyayê (Yûhenna 17:16; Aqûb 4:4).