Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

TÊMA JI RÛYÊ JÛRNALÊ

Pornografiya Ziyanê Tîne yan na?

Pornografiya Ziyanê Tîne yan na?

Îro dinya bi pornografiyayê tije ye. * Ev hemû dera belabûyî ye. Mesele rêklamada, modêda, sînemada, kilamada, rojnamada, bernamên têlêvîziyonêda, vîdêolîstikada, hacetên elektronîkîda û Întêrnêtêda. Lê wan paşwextiya pornografiyayê pê şikilên bi onlayn jî hevra dişînin. Usa tê kifşê, ku pornografiya bûye para kûltûra îroyîn. Pêşiya vê yekê ev usa belabûyî nîbû ça niha. Îro hê zef meriv pornografiyayê dinihêrin (Binihêre çargoşe “ Hesabên Pornografiyayê”).

Xêncî wê yekê wede çiqas diçe, cûrê pornografiyayê jî tê guhastinê. Zandar Gêyl Dayns dinivîse: “Îro şikil diha necayîz têne çêkirinê û ew bi bênamûsiyê tije ne. Çi ku berê hesab dikirin ça pornografiya bêsînor, îro bûye tiştekî normal”.

Hûn ser wan hemû tişta ça dinihêrin? Pornografiya wedederbazkirineke bêxof e yan jera ziyandar e? Îsa Mesîh got: “Dara qenc berê qenc dide, lê dara xirab berê xirab dide” (Metta 7:17). Pornografiya çi pey xwe tîne? Seva ku evê yekê pêbihesin, were hine pirsên sereke derheqa pornografiyayê şêwir kin.

Pornografiya çawa ser meriya hukum dibe?

LÊKOLÎNKAR ÇI DIBÊJIN: Meriv zû hînî pornografiyayê dibin û hêsa wêva têne girêdanê. Hine lêkolînkar û doxdir pornografiyayê hela hê beramberî narkotîka qayîm jî dikin.

Brayan, * yê ku Întêrnêtêda pornografiyayê dinihêrî û pêva hatibû girêdanê, gilî dike: “Bona min tu sînor tune bûn. Ez ça bêjî ne ser hişê xwe bûm. Ez dihejiyam û serê min ji êşê diteqiya. Min dixwest terka vê yekê bidim, lê sal çiqas derbaz dibûn, minra diha çetin dibû terka vê yekê bidim”.

Merivên ku pornografiyayê dinihêrin, gelek car wî xeysetê xwe vedişêrin. Ewana ça bêjî nav xweda girtî ne û dilsax nînin. Ecêbmayî nîne, ku gelek merivên usa zef diçerçirin ji tenêbûnê, şermê, xemgîniyê, dêprêsiyayê û hêrsê. Hine meriv hela hê jî fikirîne ku xwe bikujin. Sêrgêy, yê ku her roj pê têla xwe pornografiya dinihêrî, dibêje: “Min xwe ji meriva dûr digirt û dilteng dibûm. Ez ber çevê xwe reş bibûm, min tenêbûn texmîn dikir û tu çare nedidît. Şerm û tirsê riya min girtibûn ku alîkariyê bixwazim”.

Hergê meriv senîkî jî pornografiyayê binihêre, ev yek dikare axiriya gelek xirab pey xwe bîne. Cûdît Rêyman, zandareke ku lêkolîn dike wekî pornografiya ça ser meriva hukum dibe, ber komîtêteke Civaka Dewletên Yekbûyî got: “Şikilên pornografî hişê meriyada dimînin û bîoxîmiya hiş diguhêzin. Ew şikil mîna lekeke usa ne, ku zef çetin temiz dibe, hela hê jî dikare temiz nebe”. Siyûzana, ya ku 19 salî ye, derheqa pornografiyayê, kîjan ku çend cara întêrnêtêda nişkêva dîtibû, usa dibêje: “Ev şikil ça bêjî kûr hişê minda rûniştine. Ewana nişkêva têne ber çevê min. Ez xwe usa texmîn dikim, ku ezê nikaribim bi temamî wana ji hişê xwe derxim”.

TEMAMKIRIN: Pornografiya meriya dike dîlê xwe û jîyîna wan xirab dike (2 Petrûs 2:19).

Pornografiya ça ser malbeta hukum dibe?

LÊKOLÎNKAR ÇI DIBÊJIN: “Ji bo pornografiyayê malbet hev bela dibin” (giliyê Wêndî û Larî Maltz ji kitêba “Telika Pornografiyayê”).

Riyê pornografiyayêda zewac xirab dibe çimkî ew:

  • Îtbarî, heleqetî û hizkirina orta jin-mêrda xirab dike (Metelok 2:12-17).

  • Nav merivada hestên xwehiziyê pêşda tîne, hevalzewaca aliyê êmosiyalîda ji hev dûr dixe û ewana îda hevra razî nabin (Efesî 5:28, 29).

  • Xwestin û fantaziya sêksûaliye netebiyetî pêşda tîne (2 Petrûs 2:14).

  • Xwestineke usa pêşda tîne ku zorê hevalzewacê xwe bike, wekî tevayî fantaziya wîye mirdar bînin sêrî (Efesî 5:3, 4).

  • Berbi nemamiya fîzîkî û êmosiyalî hêlan dike (Metta 5:28).

Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê wekî jin-mêr hindava hevda gerekê amin û helal bin (Malaxî 2:16). Bênamûsî ev heye nemamî, kîjan ku dikare bextewariyê ji malbetê bistîne û jin-mêr hev biqetîne. Ji bo derecên usa zar jî gelek diçerçirin.

Pornografiya dikare hê zêde ziyanê zarara bîne. Brayan, besa kîjanî ku me jorê kir, tîne bîra xwe: “Çaxê ez 10 salî bûm û min tevî zara çevgirtinok dilîst, nişkêva min jûrnalên bavê xweyî pornografî dît. Min destpêkir dizîkava wan jûrnala binihêrim û min qe ne jî fem dikir, ku ev çira dîna min usa dikişînin. Usa ez ketime telikê, ji kîjanî nikaribûm aza bûma, heta mezin bibûm jî”. Lêkolînkirin didine kifşê, wekî zarên ku pornografiyayê dinihêrin, zû destpêdikin bi emirê sêksûalî bijîn, wanara firqî tune tevî kê bênamûsiyê bikin, ewana heleqetiya sêksûalî bi zulmiyê dikin û aliyê êmosiyalî û psîxîkîda jî nenormal dibin.

TEMAMKIRIN: Pornografiya hizkirinê ji malbetê distîne, meriva dilşkestî dike û pey xwera tenê êşê dihêle (Metelok 6:27).

Kitêba Pîrozda derheqa pornografiyayê çi tê gotinê?

XEBERA XWEDÊDA NIVÎSAR E: “Awa xwestinên dilê xweye vê dinê bikujin: Bênamûsiyê, heramiyê, temê xirab, dilhavijiya xirab û timayê, ku pûtparistî ye” (Kolosî 3:5).

Hergê raste-rast bêjin, Yehowa * pornografiyayê nefret dike. Lê ew nayê hesabê ku ew sêksê qedexe dike. Ewî em usa efirandine wekî jin-mêr bikaribin hewcetiya hev aliyê sêksûalîda razî kin, aliyê êmosiyalîda hevra diha nêzîk bin û bikaribin jîyîna nû pêşda bînin, dêmek zara dinê xin (Aqûb 1:17).

Çima em dikarin bawer bin, ku pornografiya ber çevê Yehowa heramî ye? Dîna xwe bidin çend meniya.

  • Yehowa zane, ku pornografiya dikare jîyîna meriya xirab ke (Efesî 4:17-19).

  • Ew me hiz dike û dixwaze me ji ziyanê biparêze (Îşaya 48:17, 18).

  • Yehowa dixwaze ku zewac qewî be (Metta 19:4-6).

  • Ew dixwaze, wekî em aliyê nav-namûsiyêda temiz bin û qedirê îzina meriya bigirin (1 Têsalonîkî 4:3-6).

  • Ew dixwaze, wekî em heleqetiya sêksûalîda bi qedir û merîfet bin (Îbranî 13:4).

  • Yehowa zane, ku ji bo pornografiyayê meriv heleqetiya sêksûalîda xwehiziyê didine kifşê û nihêrandina cina eyan dikin (Destpêbûn 6:2; Cihûda 6, 7).

TEMAMKIRIN: Pornografiya dostiya meriva tevî Xwedê xirab dike (Romayî 1:24).

Yehowa dilşewatiyê dide kifşê hindava wan meriya, yên ku dixwazin ji telika pornografiyayê aza bin. Kitêba Pîroz dibêje: “Dilşewat û rem e Xudan, xweyê sebir-sikanê û hubêda xinêyo” (Zebûr 103:8, 14). Ew merivên milûk teglîf dike, “wekî remê bistînin û keremê bibînin” gava ew hewce bin (Îbranî 4:16; binihêre çargoşe “ Çawa Terka Pornografiyayê Bidin”).

Gelek meriva îda alîkariya ji Xwedê qebûl kirine. Gelo evê yekê çi axirî aniye? Dîna xwe bidinê, Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa hine merivên ku karibûne terka xeysetên xirab bidin: “Ji guna hatine şûştinê, hûn hatine buhurtî-jibarekirinê, hûn rast hatine hesabê bi navê Xudan Îsa Mesîh û bi Ruhê Xwedêyê me” (1 Korintî 6:11). Mîna Pawlosê şandî, merivên usa dikarin bi mêrxasî bêjin: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).

Siyûzan, kîjanê karibû terka vî xeysetê xirab bide, dibêje: “Tenê Yehowa dikare alî te bike, ku terka pornografiyayê bidî. Hergê tu alîkariyê ji wî dixwazî û şîretên wî digerî, tê bikaribî ber çevê wî temiz bî. Ew wê tu car te nehêle”.

^ Xebera “pornografiya”, tê hesabê hemû matêriyalên necayîz, yên ku bi sêksê tije ne. Ev matêriyal bi vê nêtê têne çêkirinê, wekî xwestinên bênamûsî pêşda bînin cem wan meriva, yên ku wan matêriyala dinihêrin, dixûnin yan guh didin. Dikeve nava vê yekê usa jî şikil, têkst yan aûdîomatêriyal.

^ Nav vê gotarêda hatine guhastinê.

^ Yehowa navê Xwedê ye, kîjan ku Kitêba Pîrozda nivîsar e.