Gelo Îsa Xwedê Ye?
GELEK meriv hesab dikin wekî Sêyekane, ew heye hînkirineke hîmgirtî ya rêlîgiya Mesîhîtî. Ser hîmê vê hînkirinê, Bav, Kur û ruhê pîroz sê kesên başqe ne, lê hersêk tevayî Xwedêk in. Derheqa Sêyekaniyê Kardînalekî, dêmek keşîşekî bilind ji dêra Katolîkî, navê kîjanî Con Okonor e, carekê usa got: “Em zanin wekî eva sureke gelek kûr e, ya ku em heta niha bi temamî nikarin fem bikin”. Lê çira hînkirina derheqa Sêyekane usa çetin e fem kin?
Derheqa menîkê ferhengeke Kitêba Pîrozda tê şirovekirinê. Wêderê tê gotinê, wekî ev hînkirin ne ser hîmê Kitêba Pîroz e, çimkî Kitêba Pîrozda tu ciya derheqa vê yekê nayê gotinê. Lê dîsa jî piştgirên Sêyekanê, timê dixwazin derheqa vê yekê Kitêba Pîrozda rêza bivînin, û hela hê hine rêza jî nerast şirovedikin, wekî îzbat kin ku ev hînkirin rast e.
Gelo Îzbatkirina Sêyekaniyê Heye?
Rêzeke Kitêba Pîroz ku gelek car ne rast şirovedikin ev heye Yûhenna 1:1. Mizgînîda vê rêzêda usa tê gotinê: “Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tevî Xwedê [Yûnanî, ton têon] bû û Xeber xwexa Xwedê [têos] bû” (Înstîtûta Welgerandina Kitêba Pîroz). Vê rêzêda xebera Yûnanî “têos” (xwedê), bi du cûra hatiye nivîsarê. Pêşiya xebera “têon” heye artîkl “ton”, kîjan ku dide kifşê wekî xeberdan derheqa Xwedêyê Himzor diçe û tekbûna wî dide kifşê. Lê pêşiya xebera “têos” artîkl tune. Gelo şaşî hatiye berdanê, ku ev artîkl nehatiye nivîsarê?
Çira femkirina Sêyekane usa çetin e?
Kitêba Yûhenna hatibû nivîsarê ser zimanê Koynê, ku wî çaxî zimanê Yûnanîye belabûyî bû, ya ku timê qeydên xebitandina artîkla xwey dikir. Çawa ku zandarekî Kitêba Pîroz Arçîbal Robêrtson dibêje, heger pêşiya xudanfêl û fêlgotî artîkl heye, herdu xeber jî wek hev in, mexsûs in, û heger ciyê van biguhêzin, mena van dîsa jî yek e. Robêrtson çawa îzbatî mesela ji Metta 13:38 tîne: “Erd [Yûnanî, ho agros] dinya ye [Yûnanî, ho kosmos]”. Pêşiya van herdu xebera heye artîkl “ho”. Qeyda gramatîkê dide kifşê, wekî erd û dinya yek in.
Lê heger çawa ku Yûhenna 1:1-da, pêşiya xudanfêl artîkl heye, lê pêşiya fêlgotî tune, ev yek çi dide kifşê? Ser hîmê vê rêzê zandar Cêyms Xyûton usa dibêje: “Vê derecêda xudanfêl û fêlgotî wek hev nînin û nabe ku vana beramberî hev kin, yan jî hevva girêdin.
Seva ku vê yekê diha baş fem kin, Xyûton meselê tîne ji 1 Yûhenna 1:5, kîderê ku tê gotinê: “Xwedê ronayî ye”. Têksta Yûnanîda “Xwedê” ev heye “ho têos”, dêmek “têos” pê artîkla “ho”. Lê pêşiya xebera “fos” (ronayî) artîkl tune ye. Xyûton evê yekê usa şirovedike: “Derheqa Xwedê em timê dikarin bêjin wekî ew ronayî ye, lê derheqa ronayê em nikarin bêjin wekî ev Xwedê ye”. Meselên vî cûreyî hene: Yûhenna 4:24, “Xwedê ruh e”, û 1 Yûhenna 4:16 “Xwedê hizkirin e”. Van rêzada pêşiya xudanfêl “Xwedê” artîkl heye, lê pêşiya fêlgotî “Ruh” û “hizkirin” artîkl tune. Vê derecêda xudanfêl û fêlgotî hevva girêdayî nînin û weke hev nînin. Lema jî nabe wekî van xebera cîguhestî kin, û usa fem kin “Ruh Xwedê ye”, yan jî “Hizkirin Xwedê ye”.
“Xeber” kî ye?
Gelek welger û zandarên Kitêba Pîroz, yên ku zimanê Yûnanîye berê lêkolîn dikin, ser nêtekê ne û dibêjin wekî Yûhenna 1:1-da ne ku tê gotinê wekî “Xeber” kî ye, lê tê gotinê ku ew çawa ye. Welger Wîlyam Barklî usa dibêje: “Ev yek ku [Yûhennayê şandî] xebera ‘têos’ bê artîkl dide xebatê, eyan dike ku ‘Xeber’ çawa ye, ne ku kî ye . . . Dêmek Yûhenna nedixwest bigota ku ‘Xeber’, dêmek Îsa ev heye Xwedê”. Zandar Cêyson Bêdûn jî fikireke vî cûreyî got: “Heger xebera Yûnanî ‘têos’ bê artîkl hatiye xebitandinê, çawa ku Yûhenna 1:1-da, xwendevan derbêra fem dike wekî xeberdan derheqa ‘xwedayekî’ diçe”. Lema jî firqiya orta xebera “têos” û “ho têos” pê artîklê, ser zimanê Kurdî (Kurmancî) usa ye, pê herfê biçûk “xwedayek” û pê herfê mezin “Xwedê”. Cêyson Bêdûn usa berdewam dike: “Yûhenna 1:1-da, ev ‘Xeber’ Xwedêyê Himzor nîne, lê mîna Xwedê kesê ruhanî ye”. Zandar Cozêf Tayêr, yê ku ser “Welgerandina Amêrîkîye Standart” dixebitî, evê rêzê usa şirovedike: “Logos [dêmek, Xeber] xwexa jî kesê ruhanî bû, ne ku Xwedêyê Himzor bû”.
Îsa firqîke mezin orta xwe û Bavê xweda da kifşê
Lê gelo bi rastî pirsa derheqa vê yekê, ku Xwedê kî ye, “sureke gelek kûr e”? Îsa usa nedifikirî. Çaxê ewî Xwedêra dua dikir, ewî firqîke mezin orta xwe û Bavê xweda da kifşê: “Ev e jiyîna heta-hetayê, wekî ew te nas kin, çawa Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku te şandiye” (Yûhenna 17:3). Heger em baweriya xwe xeberên Îsa tînin û vê rastiya eşkere ji Kitêba Pîroz fem dikin, vî çaxî emê Îsa hesab kin ça kurê Xwedê, çimkî bi rastî jî usa ye. Û emê Yehowa jî rûmet kin ça “Xwedêyê rastî bêşirîkî-bêheval”.