Rûspî Xem Dikin Bona Şabûna Me
“Em tevî we dixebitin bona şabûna we” (2 KORN. 1:24).
1. Mizgîniya derheqa çi, şabûnê kire dilê Pawlos?
SALA 55 D.M., Pawlosê şandî şeherê Troyayêda bû, lê dîsa jî difikirî derheqa Korintê. Vê salê ew gelekî dilteng bû, gava pêhesiya derheqa şer-dewên xûşk-birên Korintêda. Pawlosê şandî çawa bav bona wan ber xwe diket, lema jî nema wanra nivîsî, seva ku wana şîret ke (1 Korn. 1:11; 4:15). Ewî usa jî hevalkarê xwe Tîto şande cem wan. Û paşê wê yekê Pawlos hîviya Tîto bû, wekî bibihê halê xûşk-birên Korintê çawa ye. Lê yazix Tîto nehat. Wî çaxî Pawlos çi kir? Ew pê gemiyê gihîşte Makedonyayê û wêderê rastî Tîto hat. Tîto gilî kir, ku xûşk-birên ji Korintê guh dane şîreta Pawlos û xwestin wî bivînin. Çaxê Pawlos ewê mizgîniyê bihîst, “şabûn” kete dilê wî (2 Korn. 2:12, 13; 7:5-9).
2. (a) Pawlos civata Korintêra, derheqa baweriyê û şabûnê çi nivîsî? (b) Vê gotarêda, emê kîjan pirsa şêwir kin?
2 Hine wext şûnda Pawlos nema duda civata Korintêra nivîsî. Ewî gote wan: “Em hukumî ser baweriya we nakin, çimkî hûn baweriyêda şidiyayî ne, lê em tevî we dixebitin bona şabûna we” (2 Korn. 1:24). Bi wan giliya Pawlos çi dixwest bigota? Û çawa rûspiyên roja îroyîn gerekê xeberên Pawlos hildine hesab?
BAWERÎ Û ŞABÛNA ME
3. (a) Bi wan giliya “hûn baweriyêda şidiyayî ne” Pawlos çi dixwest bigota? (b) Roja îro rûspiyên civatê çida çev didine Pawlos?
3 Pawlos digot, ku bawerî û şabûn ew du tiştên sereke ne, hebandina meda. Derheqa baweriyê ewî usa nivîsî: “Em hukumî ser baweriya we nakin, çimkî hûn baweriyêda şidiyayî ne”. Bi wan giliya Pawlos dixwest bigota, ku xûşk-birên Korintê ne ku bi saya baweriya wî yan kesên din amin man, lê bi saya baweriya hindava Xwedê. Lema jî Pawlos nedixwest baweriya wan kontrol ke. Ew dudilî nedibû, ku ewana Mesîhiyên amin bûn û dixwestin rast bijîn (2 Korn. 2:3). Îro rûspiyên civatê çev didine Pawlos wê yekêda, ku baweriya xûşk-birada dudilî nabin û xîreta wan xizmetiyêda nakine bin şikê (2 Têsln. 3:4). Rûspî xwexa rêberiya kifş nakin, ewana prînsîpên ji Kitêba Pîroz hildidin hesab û pey rêberiya teşkîleta Yehowa diçin. Rûspî serwêrtiyê li ser baweriya xûşk-birên xwe nakin (1 Pet. 5:2, 3).
4. (a) Bi wan giliya “Em tevî we dixebitin bona şabûna we”, Pawlos çi dixwest bigota? (b) Çida rûspiyên civatê îro çev didine Pawlos?
4 Pawlos usa jî got: “Em tevî we dixebitin bona şabûna we”. Bi wan giliya ewî derheqa xwe û wan kesa digot, yên ku tevî wî hevkariyê dikirin. Çira em dikarin usa bêjin? Wê nemêda Pawlos usa jî digot derheqa du hevalkarên xwe. Ewî digot: “Îsa pê me wera hate dannasînkirinê, (bi min, Sîlas û Tîmotêyo)” (2 Korn. 1:19). Xêncî wê yekê, çaxê Pawlos nemada xebera “tevî we” dinivîsî, ewî usa jî besa wana dikir, yên ku xizmetiyêda alî wî dikirin, mesele, Apolo, Ekîla, Priskîla, Tîmotêyo, Tîto û yên din (Rom. 16:3, 21; 1 Korn. 3:6-9; 2 Korn. 8:23). Bi wan giliya, “Em tevî we dixebitin bona şabûna we”, Pawlos tevî hevalkarên xwe civata Korintê dida bawerkirinê, wekî ewana dixwazin her tiştî bikin bona şabûna xûşk-bira. Îro rûspiyên civatê jî çev didine Pawlos. Çi ji destê wan tê, ewana her tiştî dikin, seva ku alî xûşk-bira bikin “bi şabûnê Xudan bihebînin” (Zeb. 100:2; Fîlî. 1:25).
5. Caba ser kîjan pirsî emê şêwir kin û derheqa çi em gerekê bifikirin?
5 Hine wext pêşda hine xûşk-birên xîretra, yên ku cûre-cûre welatada dijîn pirseke usa dan: “Kîjan xeber yan kirên rûspiya we xweş tên?” Caba wan xûşk-bira ya ku hûnê pêbihesin, beramberî caba xwe bikin. Werên em usa jî şêwir kin, ku her kes ji me çi dikare bike, wekî civatêda şabûnê pêşda bînin. *
“SILAVÊ BIDINE PERSÎSÊYA DELAL”
6, 7. (a) Rûspî çida dikarin çev bidine Îsa, Pawlos û xizmetkarên din? (b) Çira xûşk-bira şa dibin çaxê navê wan bîr nakin?
6 Gelek xûşk-birên me dibêjin, ku wana xweş tê çaxê rûspî şexsî dîna xwe didine wan. Ew yek dide kifşê, wekî rûspî çev didine Dawid, Elîh û Îsa (2 Samûyêl 9:6; Îbo 33:1; Lûqa 19:5 bixûne). Ew xizmetkarên Yehowaye amin, şexsî bona meriva xem dikirin û çaxê tevî wan xeber didan navê wan hildidan. Pawlos jî bîr nedikir derheqa wê yekê, ku gerekê şexsî dîna xwe bide xûşk-bira û navê wan bîr neke. Xilaziya nemeke xwe Pawlos navê 25 xûşk-bira nivîsî, kêra pirs-silava dixwest bişanda. Ewî usa jî navê Persîsê nivîsî û got: “Silavê bidine Persîsêya delal” (Rom. 16:3-15).
7 Hine rûspiyara çetin e navê xûşk-bira bîra xweda xwey kin. Lê çaxê ewana qewatê didine xebatê, ku navê wan bîra xweda xwey kin bi vê yekê didine kifşê, ku xûşk-bira qîmet dikin (Derk. 33:17). Wedê hînbûna “Birca Qerewiliyê” yan jî civatên din, xûşk-bira vê şa bin hergê rûspî navê wan hildin, çaxê ewana bixwazin caba xwe bidin (Beramber kin Yûhn. 10:3).
EWÊ “GELEKÎ XÛDAN RÊTIYE BONA XUDAN”
8. Pawlos çida çev dida Yehowa û Îsa?
8 Xêncî wê yekê Pawlos, bona xûşk-bira xem dikir bi vê yekê, ku bi dil û can payê wan dida û ew yek şabûnê dikire dilê wan. Hema wê nemêda kîjanêda ewî digot, ku bi şabûnê hevkariyê dike tevî xûşk-bira, Pawlos usa jî nivîsî: “Gelekî pê we firnaq dibim!” (2 Korn. 7:4). Ew xeberên dilgerm şabûnê kirine dilê xûşk-birên Korintê. Pawlos usa jî payê xûşk-birên civata din dikir (Rom. 1:8; Fîlî. 1:3-5; 1 Têsln. 1:8). Nema xweda Pawlos usa jî dinivîsî derheqa Persîsê, ya ku ji civata Romê bû. Ewî digot: “[Ewê] gelekî xûdan rêtiye bona Xudan” (Rom. 16:12). Hemikî Persîsêyê wê xweş bihata xeberên usa dilgerm bibihîsta! Pawlos çev dida Yehowa û Îsa bi vê yekê, ku payê xûşk-bira dida (Marqos 1:9-11; Yûhenna 1:47 bixûne; Eyan. 2:2, 13, 19).
9. Çawa payîdayîn hêlanê dide û şabûnê dike civatê?
9 Roja îroyîn rûspî jî fem dikin ku çiqas ferz e bi giliya razîbûnê xûşk-birara bidine kifşê (Metlk. 3:27; 15:23). Mesele çaxê rûspî xeberên usa dibêjine xûşk-bira: “Ez şixulên teye baş dibînim û ez tera firnaq dibim”, bi vê yekê ewana didine kifşê ku kirên wan texmîn dikin. Her kes civatêda hewcê xeberên dilgerm in. Xûşkeke ku zêdetirî 50 salî ye, xeberên usa got: “Ser xebatê ne hertim payê min didin. Wêderê meriv çevnebariya hev dikin û hindava hev sar in. Lema jî çaxê rûspî payê min dide seva şixulên ku ez civatêda dikim, ez dilgerm dibim! Wî çaxî ez hizkirina Efirandarê xwe ser xwe texmîn dikim”. Birakî ku tenê du zarên xwe mezin dike, hema ew yek ser xwe texmîn kiribû. Rûspî giliyên şîrin jêra got. Gelo ew yek ça ser wî hukum kir? Ewî giliyên usa got: “Xeberên rûspî gelek min qewî û hêlan kirin!” Çaxê rûspî bi dil û can payê xûşk-bira didin, ewana hêlan dibin û bi şabûnê tije dibin. Û ew yek hêlanê dide xûşk-bira, ku riya jîyînêra herin û newestin (Îşa. 40:31).
“ŞIVANTIYÊ CIVÎNA XWEDÊ BIKIN”
10, 11. (a) Çida rûspî dikarin çev bidine Nehemiyayê? (b) Çi alî rûspiya dike ku “pêşkêşeke ruhanî” wedê serlêdana şivantiyê derbazî xûşk-bira bikin?
10 Gelo rûspî çi gerekê bikin, hergê ewana dixwazin şexsî dîna xwe bidine xûşk-bira û şabûnê bikine civatê? Bona wê yekê lazim e gava pêşin bavêjin, seva ku hêlanê bidine wan kê hewcê wê yekê ye (Karên Şandiya 20:28 bixûne). Gava rûspî usa dikin bi wê yekê ewana çev didine şivanên wedê berê. Werên em bikine bîra xwe Nehemiya û binihêrin ewî çi kir çaxê dît, ku hine ji xûşk-birên wîye Cihû, ruhanîda sist bibûn. Kitêba Pîrozda tê gotinê, ku ewî pêra-pêra wana hêlan kir (Nehem. 4:14). Roja îroyîn rûspî jî dixwazin hema usa bikin. Ewana ew cabdarî hildidine ser xwe ku alî xûşk-bira bikin, wekî ewana ruhanîda qewî bimînin. Hergê derece dest dide ewana teseliya xûşk-bira dikin, seva ku hêlanê bidine wan. Wedê serlêdanên şivantiyê ewana “pêşkêşeke ruhanî” didine wan (Rom. 1:11). Çi alî rûspiya dike wekî evê yekê bikin?
11 Rûspî, pêşiya ku here cem xûşkekê yan birakî seva ku serlêdana şivantiyê bike, gerekê derheqa wî yan wê pêşda bifikire. Mesele, çi çetinayî bal wî yan wê hene? Kîjan fikir wê, xûşk yan bira qewî kin? Kîjan rêz yan mesela ji Kitêba Pîroz wê bona dereca wî yan wê kêrhatî be? Hazirkirina vî cûreyî wê alî rûspî bike, wekî xeberdana wî kêrhatî be û karê bîne. Wedê serlêdana şivantiyê rûspî bi temamî guh dide wî yan wê, seva ku ew bikaribe hêsa dilê xwe veke (Aqûb 1:19). Xûşkek usa got: “Gelek min xweş tê, çaxê rûspî bi dil û can guh dide min” (Lûqa 8:18).
12. Civatêda kê hewcê hêlankirinê ye û çima?
12 Kê hewcê serlêdana şivantiyê ye? Pawlos rûspiya hêlan kir wekî ewana “miqatî . . . temamiya wî kerê pêz bin”. Her kes civatêda hewcê hêlanê ye, çawa mizgînvan usa jî pêşeng, yên ku bi aminî sal pey salara xizmet dikin. Gelo çira ewana hewcê hêlana rûspiya ne? Çimkî roja îroyîn xizmetkarên amin jî rastî cûre-cûre çetinaya tên û hewcê hêlankirinê ne. Seva ku em fem bikin çira xûşk-birên ruhanîda qewî jî hewcê hêlankirinê ne, werên em şêwir kin derecek ji emirê Dawid Padşa.
ABÎŞE “DESTÊ XWE DIRÊJ KIR” KU ALÎ WÎ BIKE
13. (a) Dawid çi halîda bû çaxê Îşbî-Benob xwest wî bikuje? (b) Çawa Abîşe Dawid xilaz kir?
13 Hine wext şûnda, paşî vê yekê ça Dawid kifş kirin ça padşa, ew rastî Golyat hat, yê ku merivê terikî bû û ji rikiniyata Rifayîya. Lê Dawidê mêrxas Golyat kuşt (1 Sam. 17:4, 48-51; 1 Dîr. 20:5, 8). Salek paşî vê derecê, wedê şerê tevî Filistiya Dawid dîsa rastî merivekî terikî hat. Navê wî Îşbî-Benob bû, ew jî ji rikiniyata Rifayîya bû (2 Sam. 21:16; spartin). Lê vê carê hindik mabû merivê terikî Dawid bikuşta. Gelo çima? Çimkî Dawid qewata xwe unda kir, lê ne ji bo vê yekê ku tirsiya. Kitêba Pîrozda usa tê gotinê: “Dawid westiyayî ket”. Û çawa Îşbî-Benob têderxist ku Dawid sist bû, ew fikirî “ez li Dawid bixim”. Lê heta ku ewî rima xwe ser Dawid hilşand, “Abîşayê lawê Tserûya alîkariyê bi Dawidra kir û li yê Filistî xist û wî kuşt” (2 Sam. 21:15-17). Dawid xofiyêda bû! Lê Dawid çiqas şa bû ku Abîşe nêzîkî wî bû û hate hewara wî, gava wîra alîkarî lazim bû! Ji vê serhatiyê em çi dikarin hîn bin?
14. (a) Bi saya çi em dikarin serkevin ber çetinayên ku mîna Golyat terikî ne? (b) Çawa rûspî alî xûşk-bira dikin wekî ewana dîsa qewat û şabûnê bistînin? Meselê bîne.
14 Rast e dinya Mîrê-cin û peyçûyên wî rê me digirin ku Yehowara xizmet kin, lê dîsa jî şixulê belakirina mizgîniyê li ser temamiya dinyayê nayê sekinandinê. Gelek ji me rastî çetinayên terikî wek Golyat tên. Carna çetinayên her rojî, qewat ji me distînin û me hal dêxin, lê dîsa jî bi saya qewata Yehowa em serdikevin. Rast e, em dikarin ber cûre-cûre çetinaya sebir kin, lê çaxê em sist in, em hêsa dikarin bêne altkirinê. Wî çaxî, rûspî dikarin alî me bikin ku em şabûnê û qewatê bistînin. Xûşkek ku zêdetirî 60 salî ye, usa dibêje: “Hine wext pêşda, min xwe nebaş texmîn dikir û ez zû ji xizmetkirinê diwestiyam. Rûspîkî ewê yekê texmîn kir û nêzîkî min bû. Bi saya serhatiya ji Kitêba Pîroz ewî min hêlan kir. Min şîretên wî da xebatê, û ew yek alî min kir”. Ew berdewam dike: “Ez gelek ji wî birayî razî me ku ewî dîna xwe da halê min û ber dilê minda hat!” Bi rastî jî dilbînîke çiqas mezin e, ku rûspî dîna xwe didine me û mîna Abîşayê hazir in bêne hewara me.
“HIZKIRINA MINE HINDAVA XWEDA FEM BIKIN”
15, 16. (a) Çima xûşk-bira Pawlos hiz dikirin? (b) Çima em rûspiyên civata xwe hiz dikin?
15 Rûspî gelek xema dikişînin. Carna ewana şeva ranazên, bona xûşk-bira xem dikin, Yehowara dua dikin û alîkariya ruhanî didine wan (2 Korn. 11:27, 28). Lê dîsa jî rûspî mîna Pawlos bi dil û can û heta xilaziyê şixulên xwe tînin sêrî. Pawlos xûşk-birên Korintêra nivîsî: “Ezê bi dilekî şa xwe jî û mal-halê xwe jî bona we bidim” (2 Korn. 12:15). Pawlos xûşk-bira hiz dikir, lema jî hazir bû bona wan her tişt bike (2 Korintî 2:4 bixûne; Fîlî. 2:17; 1 Têsln. 2:8). Û xûşk-bira gelek wî hiz dikirin! (Kar. Şand. 20:31-38)
16 Em jî rûspiyên xwe hiz dikin û duayên xweda bona wan ji Yehowa razîbûnê dixwazin. Çaxê ewana şexsî bona me xem dikin, bi wê yekê ewana şabûnê dikine dilê me. Em hêlanê distînin çaxê ewana serlêdana şivantiyê dikin. Em gelek ji wan razî ne, ku ewana hazir in bêne hewara me, çaxê em rastî çetinayên vê dinyayê tên. Rûspiyên meye qîmet bi rastî jî xem dikin bona şabûna me.
^ Wan xûşk-bira usa jî pirsîn: “Çi diha zêde hûn qîmet dikin nava rûspiyada?” Heçî zef ji wan cab dan û gotin: “Çaxê ew merivekî usa ye ku hêsa ye nêzîkî wî bin û dilê xwe wîra vekin”. Ew xeyset-hunurê ferz, wê bê şêwirkirinê jûrnala dinda.