Dersa 5
Rêberiya Mezina
EV ÇI TÊ HESABÊ?
Zarara lazim e rêberiya mezina. Hûn dê-bavno, vî alîda hê rind dikarin alîkariya kêrhatî bidine wan. Ev cabdariya we ye. Hemikî yên din jî dikarin alî we bikin zara şîret kin.
ÇIMA RÊBERIYA MEZINA FERZ E?
Gelek welatada, cahil tevî mezina hindik wede derbaz dikin. Dîna xwe bidine vê yekê:
-
Zar wedê xwe nîvê zef di mektebêda derbaz dikin, kîderê ku heçî zef cahil in, ne ku dersdar.
-
Paşî mektebê gava zar vedigerin mal, tenê dimînin, çimkî dê-bavên wan xebatê ne.
-
Welatên Yekbûyîda li gora lêkolînekê têderxistin, wekî zarên ji 8-12 salî, her roj weke 6 sihet ber têlêvîziyonê derbaz dikin, miqama dibihên yan jî vîdêolîstika dilîzin. *
Kitêba “Hold On to Your Kids” usa dibêje: “Zar meselê yan şîreta ji dê-bavên xwe, dersdara, yan ji merivên mezine din hilnadin, lê ewana çev didine hevalên xwe”.
ÇI CÛREYÎ RÊBERIYÊ BIDIN
Tevî zarên xwe wede derbaz ke.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Zarotîyêda riya rast hîn bike, gava ew kal be, îdî ewê ji wê nekeve” (Metelok 22:6).
Çaxê cahil mezin dibin, ewana diha qîmet dikin rêberî û şîretên dê-bava, ne ku yên cahila. Zandar bi navê Lorên Staînbêrg kitêba xweda “You and Your Adolescent” usa nivîsiye: “Dê-bav dikarin gelek hukum kin ser fikir û rabûn-rûniştina zarên xwe. Hergê ewana tiştekîda tevî we qayîl nabin, yeke wanara hewas e bizanibin nihêrandina we ser vê pirsê”.
Cahil hewcê şîretên dê-bava ne. Lema jî dê-bav gerekê her tiştî bikin, wekî evê mecalê bidine xebatê û rêberiya kêrhatî bidine zara. Wede bivînin, wekî tevî zarên xwe xeber din, nihêrandina xwe wanara bêjin, dilê xwe vekin û bêjin ku bona we çi diha qîmet e.
Hevalên baş wanra bivînin.
PRÎNSÎPA KITÊBA PÎROZ: “Hevalê serwaxta serwaxt dertê, hevalê axmaxa xirab dertê” (Metelok 13:20).
Fîlîpî 2:20, 22).
Diqewime hûn nas dikin kesekî usa, xeyset-hunurên kîjanî we xweş tê û wê bikaribe bibe meseleke baş bona zarên we. Hûn dikarin usa safî kin, ku ew meriv tevî malbeta we wede derbaz ke? Hemikî ev nayê hesabê, ku hûnê borcdariya xwe ça dê-bav bikine stûyê wî merivî. Lê hûn zanin, ku hergê zara we tev wî hevaltiyê bike, ev yek wê baş ser wî hukum be û alî wî bike. Ew meriv hînkirina zarêda, wê alîkariya mezin bide we. Ji Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî ser Tîmotêyo gelek baş hukum kir hevaltiya wî tevî Pawlos; xwexa Tîmotêyo jî bona Pawlos hevalekî baş bû (Îro gelek malbet mîna berê îda tevayî malekêda najîn; mesele, tevî kalik-pîrika, tevî ap, met û merivên din. Ewana ji hev cihê dibin. Hergê malbeta we jî usa ne, wê baş be wekî kêleka zarên te merivên usa bin, yên ku wê baş li ser wana hukum kin.
^ abz. 9 Li gora vê lêkolînê hate kifşê, wekî zarên ji 13-19 salî, weke neh siheta her roj vî cûreyî wedê xwe derbaz dikin. Li vir nayê gotinê derheqa wî wedeyî, kîjan ku zar mektebêda derbaz dikin yan jî gava dersên mektebê dikin.