Ji Keremên Efirandar Lezeta Herheyî Bistînin
Xwedê Birahîm pêxemberra soz dabû, wekî bi saya yekî ji zureta wî wê “dua li hemû miletêd dinyayê bibe” (Destpêbûn 22:18). Gelo ew zuret wê kê bûya?
Paşî weke 2 000 sal, Xwedê qewat da Îsa, yê ku ji zureta Birahîm bû, wekî keremetên mezin bike. Ewan keremeta dane kifşê, wekî ew sozê ku Birahîmra hatibû dayînê, wê bi saya Îsa ser miletên dinyayê bê sêrî (Galatî 3:14).
Bi saya keremetên ku Îsa dikir, zelal bû wekî hema Îsa ye ev zureta sozdayî, bi saya kîjanî ku Xwedê dua li hemû miletên dinyayê bikira. Ewan keremeta usa jî dane kifşê, wekî Xwedê wê bi Îsa çi cûreyî ewê yekê bike. Dîna xwe bidinê, keremetên Îsa kîjan hunurên wî eyan kirin.
Hizkirin: Îsa yên nexweş qenc dikirin.
Carekê merivê kotî lavaya Îsa dikir, wekî wî qenc ke. Îsa destê xwe dirêj kir, lê ket û gotê: “Ez dixwazim”. Yê kotî derbêra qenc bû (Marqos 1:40-42).
Merdanî: Îsa meriv têr dikirin.
Îsa nedixwest, wekî meriv birçî bimînin. Îsa çend cara bi keremetî hezara meriv pê çend nan û mesiya têr kir (Metta 14:17-21; 15:32-38). Paşî nanxwarinê, gava gişk têr bûn, gelek xwarin ber wan ma.
Dilşewatî: Îsa yên mirî sax dikirin.
Gava Îsa dît, wekî jinebiyê şîna kurê xweyî tayê-tenê dikir, gunê wî lê hat, çimkî tenê ew kur bû çar û îlaca wê. Lema jî Îsa kurê wê ji mirinê rakir (Lûqa 7:12-15).