Çaxê Merivê Teyî Nêzîk Dimire
HERGÊ TE jî kesek ji merivên xweye nêzîk unda kiriye, wekî usa ne tera nas in: hisret, tenêbûn û bêçarebûn. Diqewime te usa jî hêrsbûn, xweneheqkirin û tirs texmîn dikir. Wê demê tu difikirî: “Gelo hêja ye bijîm?”
Hergê tu gelek wext şînê dikî, bizanibe, ev nîşana sistbûnê nîne. Ev yek dide kifşê, wekî te çiqas merivê xweye nêzîk hiz dikir. Gelo qe dibe wekî êşa dil, hevekî sivik be?
ÇAWA HINEKA TEYAX KIRINE
Dikare usa bê kifşê, wekî birîna dilê te wê tu car qenc nebe, lê çi jî hebe tu dikarî hevekî rihetiyê texmîn kî, hergê dîna xwe bidî rêberiyên ku jêrê têne dayînê:
ÊMOSIYÊN XWE, XWEDA NEGIRE
Her kes bi cûrê xwe şînê dike û ev cûre-cûre wext dikişîne. Çaxê meriv hêsira dibarînin, ev yek êşa dilê wan sivik dike. Vanêsa, derheqa kîjanî ku jorê hatibû gotinê dibêje: “Hebû wede ez temamiya rojê digiriyam; Minra lazim bû êşa dilê xwe birêjim”. Sofîa, xûşka kîjanî ku nişkêva jîyîna xwe unda kir, dibêje: “Mirina merivê nêzîk derdekî gelek giran e, ev ça bêjî mîna birînê ye, ya ku timê vedikin û temiz dikin. Carna te tirê ku tuyê nikaribî evê êşê teyax kî, lê ew wê hêdî-hêdî qenc be”.
DERHEQA FIKIR Û HESTÊN XWE XEBER DE
Femdarî ye ku carna tê bixwazî tenê bimînî. Teyaxkirina derdekî usa, mîna barekî giran e, kîjan ku tera
gelek zemet e bikişînî. Jarêd yê ku 17 salî ye, û bavê xwe unda kiriye, gilî dike: “Min derdê dilê xwe, merivara vedikir. Hemikî vê demê min nikaribû hemû tişt zelal şirovekira, lê bi vê yekê dilê min rihet dibû”. Cênî, derheqa kîjanî ku gotara pêşinda hatibû gotinê, dibêje: “Çaxê fikir û hestên xwe kesekîra vedikî, tu berdiliya mezin distînî. Meriva halê min fem dikirin, lema jî min xwe tenê texmîn nedikir”.ALÎKARIYÊ QEBÛL KE
Doxdirekî giliyê usa got: “Çaxê tu dihêlî, wekî heval û pismamên te alî te bikin, hingê derdê te sivik dibe”. Bihêle wekî hevalên te bizanibin, ku çi cûreyî alî te bikin; heval dixwazin alî te bikin, lê gelek car nizanin ça evê yekê bikin (Metelok 17:17).
XWE LI NÊZÎKÎ XWEDÊ BIGIRE
Tîna dibêje: “Çaxê mêrê min ji bo nexweşiya kanserê mir, min îda nizanibû kêra derdê dilê xwe birêjim, lema min destpêkir Xwedêra hemû tiştî bêjim! Her roj min lavaya wî dikir, wekî alî min bike evê rojê jî teyax kim. Xwedê gelek alî min kir”. Tarşa, 22 salî bû çaxê diya wê mir. Ew dibêje: “Xwendina Kitêba Pîroze her rojî, bona min kaniya berdiliyê bû. Evê yekê alî min dikir dîna xwe derbazî ser tiştekî baş kim”.
BIDE BER ÇEVÊ XWE SAXKIRINA MIRIYÊN XWE
Tîna berdewam dike:“Pêşiyê sozê derheqa saxkirina miriya, qe berdilî nedida min, çimkî vê demê ez hewcê mêrê xwe bûm, û kurên min jî hewcê bavê xwe bûn. Niha çar sal derbaz bûye, û hêviya saxkirinê, min gelek qewî dike. Ev hema ev e, çi ku alî min dike berdewam kim bijîm. Ez didime ber çevê xwe wî wedêyî, çaxê wî bivînim. Ev yek edilayê û şabûnê dike dilê min!”
Hemikî derbêra tê nikaribî dilrihetiya usa li ser xwe texmîn kî. Mesela Vanêsayê, gelek me dişidîne. Ew dibêje: “Tu difikirî wekî derdê te wê qe sivik nebe, lê wede şûnda tu texmîn dikî, wekî êşa dilê te hevekî sivik dibe”.
Rast e dexma birîna dilê me dimîne, lê bîr nekin wekî dîsa jî hêja ye berdewam kin bijîn. Bi alîkarî û hizkirina Xwedê, tu dîsa dikarî lezetê bistînî ji hevaltiya baş û nêta jîyîna te wê betavenebe. Zûtirekê Xwedê wê miriyên meyî hizkirî ji mirinê rake. Xwedê hizret e, wekî em merivên xwe dîsa bikaribin hemêz kin. Hingê êşa dilê te, wê bi temamî û heta-hetayê qenc be!