Kirîn “Pêşkêşa Kamil” ji Xwedê ye
“Her dayîna qenc û her pêşkêşa kamil . . . ji Bav [e]” (AQÛB 1:17).
1. Kirîn çi kerema dikare mera bîne?
KIRÎN ku Îsa Mesîh da, gelek kerema tîne. Bi saya kirînê hemû zarên Adem yên ku rastiyê hiz dikin, axiriyêda wê bibine neferên malbeta Xwedê û jîyîna heta-hetayê bistînin. Lê xêncî wan kerema kirîn hê zêde tişt dike. Ew yek ku Îsa mir û rastiya Yehowa îzbat kir, pirseke gelek ferzva girêdayî ye kîjan bona hemûya ye, hin ser ezmana hin ser erdê (Îbrn. 1:
2. a) Îsa duayê xweda derheqa kîjan tiştên gelek ferz got? (Binihêre şiklê ewlin.) b) Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?
2 Îsa weke du sal pêşiya mirina xwe, şagirtên xwe hîn kir ku usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana! Navê te pîroz be, Padşatiya te bê, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Met. 6:
“NAVÊ TE PÎROZ BE”
3. Navê Yehowa derheqa wî çi eyan dike, û ça Şeytan navê Xwedêyî pîroz bêhurmet kir?
3 Îsa duayê xweda pêşiyê got wekî navê Xwedê pîroz be. Navê Yehowa eyan dike, wekî Ew yekî ça himzor û pîroz e. Duayê xweye dinda, Îsa wî nav kir “Bavê Pîroz” (Yûhn. 17:11). Belê, Yehowa pîroz e û lema hemû prînsîp û qanûnên wî pîroz in. Lê Şeytan Edenêda şer avîte Xwedê, wekî îzina wî tune merivara qanûna dayne. Ew dereweke mezin bû, û Şeytan bi buxdan navê Xwedê bêhurmet kir (Destp. 3:
4. Îsa ça navê Xwedê pîroz dikir?
4 Lê Îsa bi dil navê Xwedê hiz dikir (Yûhn. 17:
5. Em ça dikarin navê Xwedê pîroz kin?
5 Lê em ça dikarin nîşan kin, wekî navê Xwedê hiz dikin? Pê kirên xwe. Yehowa ji me dewa dike ku em pîroz bin. (Bixûne 1 Petrûs 1:
6. Rast e em gunekar in, lê çira Yehowa dikare me rast hesab bike?
6 Hergê em baweriya xwe qurbana Îsa tînin, Yehowa gunên me dibaxşîne. Yên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin, ew wana qebûl dike ça xizmetkarên xwe. Yehowa Mesîhiyên bijartî rast hesab dike ça kurên xwe û yên ku ji “pezên din” in hesab dike ça dostên xweyî rast (Yûhn. 10:16; Rom. 5:
“PADŞATIYA TE BÊ”
7. Padşatiya Xwedê wê bi saya kirînê kîjan kerema bîne?
7 Paşê Îsa duayê xweda ji Xwedê hîvî kir: “Padşatiya te bê”. Lê gelo ça kirîn girêdayî ye tevî Padşatiya Xwedê? Bi saya kirînê rê vebû, wekî 144 000 yên bijartî, ser ezmana tevî Îsa ça padşa û kahîn serwêrtiyê bikin (Eyan. 5:
8. a) Îsa ça şagirtên xwera nîşan kir wekî Padşatiya Xwedê gelek ferz e? b) Em ça dikarin nîşan kin wekî em piştgiriya Padşatiyê dikin?
8 Çaxê Îsa ser erdê bû, ewî şagirtên xwera nîşan kir wekî Padşatiya Xwedê çiqas ferz e. Hema derbêra paşî nixumandina xwe, Îsa hemû ciya “mizgîniya Padşatiya Xwedê” bela dikir (Lûqa 4:43). Îsa pêşiya ku biçûya ezmana, temî da şagirtên xwe wekî “heta serê dinê” derheqa wî şedetiyê bidin (Kar. Şand. 1:
“EMIRÊ TE BE”
9. Çira em gerekê dudilî nebin ku Yehowa wê qirara xwe hindava meriva bîne sêrî?
9 Paşê Îsa duayê xweda giliyên usa got: “Emirê te be”. Gelo bi wan giliya Îsa çi dixwest bigota? Yehowa heye Efirandar û çaxê ew tiştekî qirar dike, wê ese bê sêrî (Îşa. 55:11). Yehowa wê tu car îzinê nede Şeytan, wekî rê wî bigire ku qirara Xwe hindava însanetê bîne sêrî. Destpêkêda qirara Yehowa ew bû, wekî Adem û Hêwayêra zarên bêqisûr bibin û bi wan erd tije be (Destp. 1:28). Hergê Adem û Hêwa bêzuret bimirana, ew qirara Xwedê wê nehata sêrî. Lê Xwedê mecalê dide ewên ku baweriya xwe qurbana Îsa tînin, wekî bibine bêkêmasî û heta-hetayê bijîn. Yehowa meriva hiz dike û dixwaze merivên guhdar usa bijîn, ça ewî serê-sêrîda qirar kir.
10. Bi saya kirînê çi çare heye bona merivên ku mirine?
10 Gelo çi çare heye bona wan meriva yên ku mirine lê Yehowa nas nekiribûn û jêra xizmet nekiribûn? Bi saya kirînê, ewana dikarin ji mirinê rabin. Bavê meyî hizkirî wê wana vegerîne jîyînê, seva ku ewana derheqa qirara wî pêbihesin û bikaribin jîyîna heta-hetayê bistînin (Kar. Şand. 24:15). Yehowa mirina tu kesî naxwaze. Çaxê mirî ji mirinê rabin, Yehowa wê bibe Bavê wan, çimkî ew Kaniya jîyînê ye, dêmek ew jîyînê dide (Zeb. 36:9). Lema jî Îsa hîn dikir usa dua bikin: “Bavê meyî ezmana” (Met. 6:9). Yehowa şixulekî ferz da Îsa, dêmek miriya ji mirinê rake (Yûhn. 6:
11. Qirara Xwedê hindava “elaleteke mezin” çi ye?
11 Yehowa her kesî teglîf dike, wekî bibine neferên malbeta wî. Lema Îsa got: “Her kesê ku xwestina Xwedê bîne sêrî, ew e birê min, xûşka min û diya min” (Marq. 3:35). Xwedê dixwaze wekî “elaleteke mezin” ji hemû mileta, bereka û zimana bibine xizmetkarên wî. Û hergê ewana baweriya xwe qurbana Îsa bînin û qirara Xwedê bînin sêrî, ewana jî wê bikevine nava wan yên ku rûmetê didine Xwedê û dibêjin: “Xilazbûn ji destê Xwedêyê me ye, Yê ku li ser text rûniştî ye û ji destê wî Berxî ye” (Eyan. 7:
12. Ça duayê Îsa eyan dike qirara Yehowa hindava însanetê?
12 Ew duayê Îsa eyan dike qirara Yehowa hindava însanetêye guhdar. Li gora wî duayî, em gerekê aliyê xweda hemû tiştî bikin seva navê Yehowa rûmet û pîroz kin (Îşa. 8:13). Navê Îsa tê hesabê “Yehowa Xilazkar e”. Rastî jî xilazkirina meye bi saya kirînê, navê Yehowa rûmet û hurmet dike. Padşatiya Xwedê wê bi saya kirînê însanetêra kerema bîne. Belê, ew dua me dide bawerkirinê wekî tu tişt nikare rê Xwedê bigire wekî qirara xwe bîne sêrî (Zeb. 135:6; Îşa. 46:
RAZÎBÛNA XWE BIDINE KIFŞÊ BONA KIRÎNÊ
13. Çaxê em têne nixumandinê, bi vê yekê em çi nîşan dikin?
13 Çaxê em xwe tesmîlî Yehowa dikin û têne nixumandinê, em nîşan dikin wekî em baweriya xwe kirînê tînin û qîmet dikin. Hin jî, nixumandina me dide kifşê ku em “para Xudan in” (Rom. 14:8). Xêncî vê yekê, nixumandin dide kifşê wekî em dixwazin ku Xwedê îsafa temiz bide me (1 Pet. 3:21). Û Yehowa bi xûna Îsa îsafa me temiz dike. Em qayîm bawer dikin wekî Xwedê çi ku soz dide, wê hemû tiştî bide me (Rom. 8:32).
14. Çira Xwedê ji me dewa dike wekî em meriva hiz bikin?
1 Yûhn. 4:
YEHOWA BI SAYA KIRÎNÊ KEREMA DIDE ME
15. a) Kîjan kerema em niha ji Yehowa distînin? b) Kîjan kerema emê axiriyêda bistînin?
15 Seva bi temamî gunên me bêne baxşandinê, em gerekê baweriya xwe kirînê bînin. Xebera Xwedê me dide bawerkirinê, wekî gunên me dikarin “bêne resîtkirinê”. (Bixûne Karên Şandiya 3:
16. Kirîn me ji çi aza dike?
16 Hergê em bi dilê sax gunên xwe tînin rûyê xwe, Şeytan nikare me bide sekinandinê, wekî em axiriyêda bibine neferên malbeta Yehowa. Îsa hate ser erdê û mir “carekê bona her tim”. Lema jî qewata kirînê tu car kuta nabe (Îbrn. 9:
17. Hizkirina Xwedê te berbi çi hêlan dike?
17 Sozên Xwedê wê ese bêne sêrî. Çawa ku Yehowa qanûnên tebiyetê usa danî wekî ewana nayêne guhastinê, usa jî xwexa Yehowa tu car nayê guhastinê. Ew wê tu car me nehêle (Malx. 3:6). Yehowa mera ne ku tenê jîyînê dide, ew usa jî me gelek hiz dike. “Em wê hizkirina Xwedêye hindava xweda nas dikin û bawer dikin. Xwedê hizkirin e” (1 Yûhn. 4:16). Axiriyêda erd wê bibe cineta bedew û xweş, û ser erdê her kes wê çev bide hizkirina Xwedê. Wî wedeyî hemû xizmetkarên Xwedê, hin ser erdê hin ser ezmana wê bêjin: “Pesin, rûmet, serwaxtî, şikirî, hurmet, qewat û zorayî bira heta-hetayê Xwedêyê mera be. Amîn” (Eyan. 7:12).