Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

“Hakimê Temamîya Dinyayê” Timê Heq e

“Hakimê Temamîya Dinyayê” Timê Heq e

“Ew Qeya ye, kirina wî kamil e, çimkî hemû rîyêd wî heqî ne” (QAN. DCR. 32:4).

KILAMÊN: 12, 135

1. Birahîm ça da kifşê ku dudilî nîne heqiya Yehowada? (Binihêre şiklê ewlin.)

“EV YEK nabe ku hakimê temamîya dinyayê dîwana rast neke” (Destp. 18:25). Bi wan giliya Birahîm da kifşê ku ew dudilî nedibû, wekî Yehowa wê bi heqî dîwana Sodom û Gomorayê bike. Birahîm sed selefî zanibû, wekî Yehowa wê tu car neheqiyê neke û “rasta tevî neqenca” unda neke. Hişê Birahîmra jî derbaz nedibû ku Xwedê dikare tiştên usa bike. Weke 400 sal derbaz bûn, Yehowa derheqa xwe giliyên usa got: “Ew Qeya ye, kirina wî kamil e, çimkî hemû rîyêd wî heqî ne. Xudan amin e, neheqî cem wî tuneye, ew heq e û li ser heqîyê ye” (Qan. Dcr. 31:19; 32:4).

2. Çira Yehowa nikare neheqiyê bike?

2 Lê çira Birahîm sed selefî bawer bû, ku Yehowa timê dîwana rast dike? Çimkî Yehowa xwexa heqiyê û rastiyêda meseleke lapî mezin e. Xeberên Îbranî ku hatine welgerandinê ça “heqî” û “rastî”, Kitêba Pîrozda gelek car kêleka hev têne nivîsarê. Dikarin bêjin ku orta wan du xeberada firqî tune. Belê, Yehowa rast e, dêmek ew timê bi heqiyê tişta safî dike. Çawa ku Xebera wî dibêje, “ew rastîyê û heqîyê hiz dike” (Zeb. 33:5).

3. Meselê gilî kin ku meriv vê dinyayêda rastî çi cûre neheqiya tên.

3 Em dilrihet in çimkî zanin wekî Yehowa timê heq e. Lê ev dinya bi neheqiyê tije ye. Mesele, hine meriv ketine kelê, çimkî şer avîtine wan. Tenê wan paşwextiyada çaxê têxnolojî pêşda çû, hine merivên bêsûc ku bi deha sala kelêda bûn, derketin ji kelê. Çimkî bi saya wan têxnolojiya hate îzbatkirinê, wekî ewana ne neheq bûn. Belê, çaxê em nerastiyên usa pêdihesin, em bînteng dibin û hela hê jî hêrs dikevin. Lê cara em rastî neheqiyên usa jî tên, kîjan ku diha çetin e sebir kin.

NEHEQÎ CIVATÊDA

4. Çi derecada baweriya me dikare bê cêribandinê?

4 Bi rastiyê em ecêbmayî namînin çaxê vê dinyayêda rastî neheqiyê tên. Lê baweriya me dikare bê cêribandinê, çaxê meva tê kifşê ku civatêda neheqî tê kirinê. Hûnê ça xwe bidine kifşê, hergê civatêda hûn nerastiyê bivînin, yan jî hergê xûşkek yan birak hindava we neheqiyê bike? Hûnê bilikumin?

5. Çira em gerekê ecêbmayî nemînin hergê civatêda neheqiyê divînin?

5 Em gişk gunekar in û bin hukumê guneda nin, lema jî em fem dikin ku cara civatêda jî em dikarin hindava xwe yan hindava kesekî din neheqiyê bivînin (1 Yûhn. 1:8). Rast e ew yek hezara carekê diqewime, lê Mesîhiyên amin ecêbmayî namînin û ne jî dilikumin hergê neheqiyê divînin. Çaxê em aliyê xûşk-birada nerastiyê divînin, ew yek hêsa nîne. Seva ku wê derecêda aminiya xwe xwey kin, Yehowa Xebera xweda mera şîretên baş daye (Zeb. 55:12-14).

6, 7. Birakî me civatêda rastî çi neheqiyê hat, û vê derecêda ewî bi saya kîjan hunura xwe rast da kifşê?

6 Dîna xwe bidine serhatiya birakî bi navê Wîlî Dêl. Destpêka sala 1931-da, Dêl bi aminî xizmet dikir Beytela Bêrnêda, (Swîsre). Sala 1946-da, ew çû Mekteba Gîledê Niyû Yorkêda. Paşî xilazkirina vê mektebê, ew Swîsreyêda hate kifşkirinê wekî şixulê berpirsiyartiyê bike. Derheqa xwe ewî gilî kir: “Meha Gulanê sala 1949-da, min fîlîala Bêrnêda got wekî ez dizewicim”. Gelo fîlîalê çi caba xwe da? Cab ew bû: “Xêncî pêşengtiyê, cabdariyên din tuyê nestînî”. Dêl gilî kir: “Minra îzin nedidan ku gotara jî bixûnim. . . . Gelek xûşk-bira îda silav jî nedidane me, û ewana tevî me usa bûn, tê bêjî em ji civatê hatibûne derxistinê”.

7 Gelo Dêl vê derecêda ça xwe da kifşê? Ewî gilî kir: “Me zanibû wekî Kitêba Pîroz qedexe nake ku bizewicin, lema jî me bi dua alîkarî ji Yehowa dixwest û me barê xwe da ser wî”. Axiriyêda, nihêrandina nerast ser zewacê hate rastkirinê û Dêlra dîsa cabdarî dan. Belê, aminiya wî hindava Yehowa hate keremkirinê. * Wê kêrhatî be hergê em pirsên usa bidine xwe: “Gava ez rastî neheqiyê bêm, ezê jî ça merivekî ruhanî xwe bidime kifşê? Gelo ezê bi sebir hîviya Yehowa bim, yan ezê ewê derecê hildime destê xwe û bi serî xwe safî kim?” (Metlk. 11:2; bixûne Mîxa 7:7.)

8. Çira cara dikare bi şaşî meva bê kifşê ku hindava me yan jî kesekî din neheqî hatiye kirinê?

8 Cara dikare bi şaşî meva bê kifşê ku hindava meda yan jî kesekî civatêda, neheqî hatiye kirinê. Ew yek dikare biqewime çimkî em gunekar in û bi cûrekî mayîn dinihêrin ser dereca, yan jî derheqa derecê em ne her tişt zanin. Lê firqî tune em şaş dibin, yan jî sed selefî rast usa ne, ferz e bi dua îtbariya xwe Yehowa bînin û aminiyê xwey kin. Usa emê tu car “hindava Xudanda bînteng” nebin. (Bixûne Metelok 19:3.)

9. Emê vê gotarêda û gotara dinda kîjan serhatiya şêwir kin?

9 Berê nava cimeta Yehowada jî cara neheqî dihate kirinê. Derheqa vê yekê were em sê serhatiya şêwir kin. Vê gotarêda emê şêwir kin çi qewimî orta nebîçirkê Birahîm Ûsiv û birên wîda. Gotara dinda emê şêwir kin, ku Yehowa ça bû hindava Padşê Îsraêlê Ahab, û usa jî çi qewimî tevî Petrûsê şandî çaxê ew Entakya Sûryayêda bû. Wedê şêwirkirina wan serhatiya, dîna xwe bidinê hûn çi dersê dikarin hîn bin. Ew yek wê alî we bike ruhanîda sist nebin û heleqetiya xwe tevî Yehowa xwey kin çaxê rastî neheqiyê bên.

NEHEQIYA HINDAVA ÛSIV

10, 11. a) Ûsiv rastî çi neheqiyê hat? b) Ûsiv çi derece da xebatê çaxê girtî bû?

10 Ûsiv xizmetkarê Yehowayî amin, emirê xweda gelek neheqî dît. Ewî ne ku tenê ji xelqê neheqî dît, lê usa jî ji birên xweyî helal. Ewê yekê dilê wî gelek êşand. Çaxê Ûsiv cahil bû, birên wî ew ça dîl dizîva frotin. Paşê, destê zorê ew birine Misirê, welatê xerîb (Destp. 37:23-28; 42:21). Paşî hine wede, Ûsiv neheq kirin yançi ewî dixwest bi destê zorê tevî jina axayê xwe razê. Û lema ew bê dîwan kirine kelê (Destp. 39:17-20). Tengasiya Ûsiv ça dîl û girtî weke 13 sala kişand. Gelo em çi dikarin hîn bin ji Ûsiv, hergê em aliyê xûşk-birên civatêda neheqiyê bivînin?

11 Tevî Ûsiv kelêda girtîk hebû, yê ku berê şeravdarê padşa bû. Çaxê ewana kelêda bûn, şeravdar xewn dît û Ûsiv ew xewn jêra şirovekir. Ûsiv got wekî ew şeravdar wê dîsa vegere ciyê xwe, û bibe şeravdarê Firewin. Gava Ûsiv ew xewn bi alîkariya Xwedê şirovekir, ewî ew derece da xebatê seva halê xwe jêra gilî ke. Em dikarin derseke baş xwera hîn bin, ne tenê ji vê yekê ku Ûsiv çi jêra gilî kir, lê usa jî çi gilî nekir (Destp. 40:5-13).

12, 13. a) Giliyên ku Ûsiv şeravdarra got, ça didine kifşê wekî ew bêtalaş nîbû ku çi hatibû serê wî? b) Xeberdana Ûsiv tevî şeravdar ça eyan dike wekî ewî ne hemû tişt jêra gilî kir?

12 Bixûne Destpêbûn 40:14, 15. Dîna xwe bidinê wekî li wir Ûsiv ser xwe dibêje ku ew hate “dizînê”. Belê, eyan tê kifşê wekî neheqiya mezin hindava wî hate kirinê. Ûsiv raste-rast got wekî gunê wî nîbû ku ew kete kelê. Lema jî, Ûsiv hîvî şeravdar kir wekî ber Firewin wî bîne bîra xwe. Gelo çira? Ewî jêra nêta xwe vekir û gotê: “Min ji vê malê derxî”.

13 Ji giliyên Ûsiv em nikarin bêjin wekî qe talaşa wî nîbû çi serê wî qewimî. Ûsiv fem dikir wekî himberî wî gelek neheqî hatiye kirinê. Lema ewî halê xwe şeravdarra gilî kir, yê ku dikaribû alî wî bikira. Lê dîna xwe bidin ku Kitêba Pîrozda tu cîkîda nayê gotinê wekî Ûsiv kesekîra, yan jî Firewinra şikyatê birên xwe kir û got wekî wana wî dizîva frotin. Çaxê birên Ûsiv hatin Misirê û tevî wî hev hatin, Firewin mêvanhizî birên wîra da kifşê. Ewî wana teglîfî Misirê kir seva wêderê bijîn û “xêr-xizna welatê” Misirê bistînin. Ji vê yekê jî tê kifşê wekî Ûsiv derheqa birên xwe gilî nekiriye (Destp. 45:16-20).

Gevestî dikare çetinayê hê gur ke (Binihêre abzasa 14)

14. Çaxê civatêda em rastî neheqiyê bên, çi dikare alî me bike wekî xwe ji gevestiyê dûr bigirin?

14 Hergê kesek civatêda neheqiyê me bike, em gerekê fesal bin wekî gevestiya wî merivî nekin. Hemikî em dikarin alîkariyê ji rûspiya bixwazin, û hergê kesekî gunekî mezin kiriye rûspiyara bêjin (Qan. Kah. 5:1). Lê hergê ewî kesî gunê mezin nekiriye, hê baş e evê çetinayê orta hevduda safî kin û rûspiya nekine ortê. (Bixûne Metta 5:23, 24; 18:15.) Were em timê li gora prînsîpên Kitêba Pîroz çetinaya safî kin. Hine derecada mera dikare bê kifşê wekî hindava me neheqî kirine, lê bi rastiyê dibeke ew usa nîne. Lema jî çiqas baş e buxdana nevêjin xûşk-bira û çetinayê gur nekin. Firqî tune em rast in yan neheq in, çetinayî wê tu car safî nebe hergê em gevestiyê bikin. Aminî hindava Yehowa û xûşk-bira wê me bigire wekî şaşîke usa nekin. Zebûrbêj derheqa merivê ku “bê leke dimeşe” got, wekî ew “bi zimanê xwe buxdana nake û xirabîyê tu kesî nake, cînarê xwe bêhurmet nake” (Zeb. 15:2, 3; Aqûb 3:5).

DOSTIYA XWEYE LAPE QÎMET UNDA NEKIN

15. Ça dostiya Ûsiv tevî Yehowa jêra kerem anîn?

15 Em derseke gelek ferz hîn dibin ji dostiya Ûsiv tevî Yehowa. Ûsiv nava 13 salên tengasiya xweda nîşan kir, ku ew ser her tiştî pê çevê Yehowa dinihêre (Destp. 45:5-8). Ewî tu car Yehowa neheq nedikir çira ew bela hate serê wî. Rast e ewî bîr nekir ku çi neheqî hindava wî kirin, lê ew tu car nebû yekî zulm. Lape ferz ew e, ku ewî îzin nedida wekî kêmasî û kirên meriva yên xirab, wî ji Yehowa biqetînin. Ûsiv Yehowara amin ma, lema jî ewî dît ku Yehowa ça ew neheqî rast kirin û wî û malbeta wî kerem kir.

16. Çaxê em civatêda rastî neheqiyê tên, çira îlahî wî çaxî lazim e nêzîkî Yehowa bin?

16 Em jî mîna Ûsiv gerekê dostiya xwe tevî Yehowa qîmet kin û xwey kin. Em Yehowa gelek hiz dikin, lema gerekê tu car nehêlin şaşiyên xûşk-bira bibine menî ku em ji wî dûr kevin (Rom. 8:38, 39). Çaxê em aliyê xûşk-birada neheqiyê divînin, were çev bidine Ûsiv û hê nêzîkî Yehowa bin û usa ser dereca binihêrin çawa Yehowa dinihêre. Hergê me pê prînsîpên Kitêba Pîroz aliyê xweda hemû tişt kiriye seva çetinaya me safî be, yên mayîn îda bidine destê Yehowa. Tu car dudilî nebin wekî Xwedê wê ese wextda ewê derecê rast ke.

ÎTBARIYA XWE “HAKIMÊ TEMAMÎYA DINYAYÊ” BÎNIN

17. Ça em dikarin aminiyê bidine kifşê hindava “hakimê temamîya dinyayê”?

17 Heta ku em vê dinyayêda dijîn, emê rastî neheqiya bên. Lê hezara carekê diqewime ku hûn yan kesekî din texmîn kin ku civatêda neheqî hate kirinê. Lema jî miqatî xwe bin ku nelikumin û ji riya Xwedê dernekevin (Zeb. 119:165). Bi aminî Xwedêra xizmet kin, jêra dua bikin û hewara xwe wî bînin. Hin jî, bi milûktî bînin ser xwe wekî diqewime hûn derheqa vê çetinayê, ne hemû tiştî zanin. Em gunekar in û ser tişta bi cûrekî mayîn dinihêrin, lema jî cara mera dikare bê xanê ku neheqiyê me dikin, lê ew yek usa nîne. Ça me ji serhatiya Ûsiv dît, wê nebaş be hergê em gevestiyê bikin, çimkî ew yek dikare çetinayê hê mezin ke. Tu car çetinayê bi hiş-aqilê xwe safî nekin, lê timê amin bimînin û bi sebir hîviya Yehowa bin ku ew dereca we rast ke. Hergê em usa bikin, Yehowa wê ji me razî be û wê me kerem ke, çawa Ûsiv kerem kir. Qe dudilî nebin ku “hakimê temamîya dinyayê” timê tiştên rast dike, çimkî “hemû rîyêd wî heqî ne” (Destp. 18:25; Qan. Dcr. 32:4).

18. Gotara dinda emê derheqa çi şêwir kin?

18 Gotara dinda emê şêwir kin serhatî ku berê nava cimeta Yehowada qewimî. Emê bivînin wekî ça ew serhatî nîşan dikin wekî milûktî û baxşandin tevî heqiya Yehowa girêdayî ne.

^ abz. 7 Serhatiya Wîlî Dêl bi navê “Yehowa Xwedêyê Min e, Hewara Xwe Ez Wî Tînim”, binihêrin “Birca Qerewiliyêda”, ya 1 Mijdarê sala 1991.