Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hûlda Gihîşte Nêta Xwe

Hûlda Gihîşte Nêta Xwe

LI ENDONEZIYAYÊ, sê xûşkên me girava Sangîr Besarêda dijîn. Çend sal pêşda, ewana tevayî ber berê dixebitîn. Ser wê girava biçûk, gelek meriv zanin ku ew sê xûşk alî meriva dikin, wekî Kitêba Pîroz fem bikin. Lê wê carê, wana şixulekî din dikir.

Girava Sangîr Besarê li bakura Endoneziyayê

Pêşiyê, wana kevirên giran ji avê derdixistin. Hine ji wan kevira qasî topeke fûtbolê mezin bûn. Paşê, ewana ser kursiyên biçûke ji dar rûdiniştin, û ew kevir pê çagûç hûr dikirin, ku bibine qasî hêkeke mirîşkê. Paşî vê yekê, wana kevirên hûrkirî dikirin qutiyên şîrme, wekî ser pêpelûkara bivin malê. Paşê, wana ew kevir dikirine çentên mezin, wekî ereba barkêşda bar kin û bona çêkirina riya, bidine xebatê.

Hûlda ber berê kevira top dike

Navê xûşkê Hûlda bû. Ewê dikaribû vî şixulî ji xûşkên din zêdetir bike. Ewê perên ku qazanc dikir, bona ebûra mala xwe xerc dikir. Lê vê carê, nêta wê ew bû, wekî planşêtekê xwera bikire, ku bikaribe JW Library® bide xebatê. Hûldayê zanibû ku vîdêo û edebyetên vê programêda bona xizmetiya wê û bona femkirina Kitêba Pîroz, gelek kêrhatî ne.

Meh nîvekîda, Hûldayê her şebeq du siheta dixebitî. Ewê haqas kevir hûr dikir, ku erebe barkêş ya biçûk tije dikir. Axiriyêda, perê wê têra planşêtekê kir.

Hûlda tevî planşêta xwe

Hûldayê got: “Ez ji hûrkirina kevira gelek westiyayî bûm, lê çaxê planşêta teze kete destê min, min êş û cefê xwe zû bîr kir. Îda min dikaribû hê baş xizmet kim û bona civata jî hêsa hazir bim”. Ewê usa jî got, ku destpêka pandêmiyayêda ev planşêt gelek kêrî wê hat, çimkî hemû civat û civînên bona xizmetiyê, bi vîdêokonfêrênsiyayê derbaz dibûn. Em gelek şa ne wekî Hûlda gihîşte nêta xwe.