Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Hûn bi Saya Qenciya Nehêja Aza Bûne

Hûn bi Saya Qenciya Nehêja Aza Bûne

“Gune wê serwêriyê li we neke, çimkî hûn . . . bin keremêda [ne]” (ROM. 6:14).

KILAMÊN: 46, 127

1, 2. Çira rêza ji Romayî 5:12 Şedên Yehowara ferz e?

ŞEDÊN YEHOWARA rind nas e rêza ji Romayî 5:12, û xizmetiyêda jî ewana gelek car vê rêzê didine xebatê. Vê rêzêda tê gotinê: “Awa çawa bi merivekî gune kete dinê û ji gune jî mirin hat, usa jî mirin ser hemû meriva bela bû, çimkî hemûya jî gune kir”.

2 Kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîrozda?”, ew rêz gelek car tê xebitandinê. Çaxê em tevî zarên xwe yan tevî merivên din pê vê kitêbê hînbûnê derbaz dikin, mesele serê 3, 5 û 6, femdarî ye em rêza ji Romayî 5:12 jî dixûnin. Bi vê rêzê em wanra şirovedikin ku qirara Xwedê seva erdê çi ye, çira mera kirîn lazim bû, û mirî çi halîda nin. Lê hûn qe difikirîn derheqa vê yekê, ku ew rêz ça hukum dibe ser heleqetiya we tevî Yehowa, ser kirên we, û axiriya we?

3. Em çi gerekê bîr nekin derheqa gunekariya xwe?

3 Em gişk gerekê bîr nekin wekî em gunekar in, û her roj şaşiya dikin. Lê Yehowa rem e. Ew zane wekî em ji axê hatine çêkirinê û ew timê hazir e bibaxşîne me (Zeb. 103:13, 14). Îsa got wekî em duada ji Xwedê hîvî kin ku “gunêd me bibaxşîne” (Lûqa 11:2-4). Çaxê Xwedê dibaxşîne me, meniyên me tune ku berxwe kevin seva şaşiyên xweye berê. Were em niha şêwir kin, ku Xwedê ça dibaxşîne me.

XWEDÊ PÊ QENCIYA XWE KU EM HÊJA NÎNIN, DIBAXŞÎNE ME

4, 5. a) Çi alî me dike wekî em rêza Romayî 5:12 fem kin? b) Çi tê hesabê giIiyên “qenciya nehêja”?

4 Kitêba Romayî, îlahî serê 6, alî me dike wekî em fem kin giliyên Pawlos ji Romayî 5:12. Vî serîda em pêdihesin ku Yehowa ça dikare gunê me bibaxşîne. Serê 3-da, em dixûnin: “Hemûya gune kir . . . Lê ji kerema wî û bi azakirina Mesîh Îsa rasthesabbûnê pêşkêş distînin” (Rom. 3:23, 24). Lê çi tê hesabê xebera Yûnanî ku Pawlos da xebatê, kîjan ku hatiye welgerandinê “kerem”? Li gora ferhengekê, nêta vê xeberê ew e, çaxê qenciya rezedilî û bêheq dikin, lê hîviyê nînin û ne jî dewa dikin, wekî tiştekî dewsê bistînin. Dêmek ew qencî wanra tê kirinê, yên ku nehêja ne.

5 Zandar Con Parkhêrst got, wekî ev giliyê Yûnanî gelek car Kitêba Pîrozda tê xebitandinê, çaxê tê gilîkirinê derheqa qenciya Xwedê û Îsaye mezin hindava însanetê. Qenciya wane mezin ew e, ku wana bi rezedilî însanet ji gune û mirinê xilaz kirin, bi saya kirînê. Lema “Welgerandina Dinya Tezeda” xebera “kerem”, hate welgerandinê ça “qenciya nehêja”, û ew gilî rastî jî layîq e. Lê gelo Xwedê ça dide kifşê qenciya xwe, kîjan ku em hêja nînin? Û ça qenciya wî karê mera tîne ça îro, usa jî axiriyêda wê bîne? Were em şêwir kin.

6. Kê dikare bistîne qenciya nehêja ji Xwedê?

6 Bi “merivekî”, dêmek bi Adem gune kete dinê, û usa “bi neheqiya merivekî û rûyê wîda mirinê hukum kir”. Lê “kerema Xwedêye dewlemend”, dêmek qenciya nehêja, “bi saya yekî, awa gotî Îsa Mesîh” bû (Rom. 5:12, 15, 17). Û bi saya vê qenciya mezin, temamiya însanetê dikare kerema bistîne. “Bi guhdariya yekî [Îsa] gelek wê rast bêne hesabê”. Belê, qenciya nehêja ji Xwedê, dikare me bive “berbi jîyîna heta-hetayê”, bi saya Îsa Mesîh (Rom. 5:19, 21).

7. Çira kirîn ew heye qenciya Xwedê kîjan ku em hêja nînin?

7 Yehowa borcdar nîbû wekî Kurê xwe bişîne ser erdê û bike qurban seva me. Xêncî vê yekê, merivên gunekar hêja nîbûn, ku Xwedê û Îsa heqê kirînê bidin seva baxşandina gunên wan. Dêmek, baxşandina gunên me û sozê Xwedê ku em dikarin bijîn heta-hetayê, bi rastiyê jî qenciya gelek mezin e, ku em hêja nînin. Em gerekê gelek bişêkirînin ew qenciya Xwedê, û her roj pê jîyîna xwe jêra bidine kifşê, ku em gelek ji wî razî ne.

RAZÎ BIN BONA QENCIYA XWEDÊYE MEZIN

8. Îro hine meriv ça dinihêrin ser gunên xwe?

8 Em gişk zuretê Adem in, lema em gelek car şaşiya, tiştên nerast û gune dikin. Lê hergê em usa bifikirin: “Hergê jî ez tiştekî usa bikim, ku ber çevê Xwedê gune ye, îja çi, Yehowa wê bibaxşîne min”, ew yek qe nerast e. Lê yazix, hela hê wedê şandiyada jî, hine Mesîhî usa difikirîn. (Bixûne Cihûda 4.) Em gerekê tu car nebine mîna wan, lê yeke cara diqewime ku fikirên usa bêne hişê me. Em gerekê derbêra ewan fikira ji hişê xwe derxin, çimkî ew dikarin hişê meda kûr rûnên û mezin bin.

9, 10. Pawlos û yên din ça aza bûn ji gune û mirinê?

9 Lê Pawlos mîna wan Mesîhiya nedifikirî, wekî Xwedê çevê xwe dadide ser kirên xirab û nerast. Gelo çira? Pawlos got wekî ew Mesîhî “hindava gunada” mirin. (Bixûne Romayî 6:1, 2.) Lê ev yek ça dikaribû bibûya, hergê ewana hê sax bûn û ser erdê dijîtin?

10 Xwedê bi saya qurbana Îsa, gunên Pawlos û Mesîhiyên wî wedeyî baxişand. Ewî ewana bi ruhê pîroz kifş kir, seva ku ewana bibine kurên wîyî ruhanî. Paşî vê yekê, ewana îda hîviyê bûn ku heta-hetayê ser ezmana bijîn. Hergê ewana amin bimana, wana wê ser ezmana serwêrtî tevî Îsa bikirana. Pawlos got wekî ewana “hindava gunada mirin”, wî wedeyî çaxê hê sax bûn û Xwedêra ser erdê xizmet dikirin. Pawlos wan Mesîhiyara mesela Îsa anî. Ewî got wekî Îsa mir çawa merî, lê paşê ji mirinê rabû bi bedena ruhanî û nemirî. Dêmek, îdî mirinê ser Îsa hukum nedikir. Mesîhiyên bi ruhê pîroz bijartî jî, bi sîmbolîk dikaribûn xwe hesab kirana ça “hindava gunada” mirî, lê “hindava Xwedêda sax, bi saya Mesîh Îsa” (Rom. 6:9, 11). Bi cûrekî mayîn bêjin, ewana bona emirê xweyî berê mirin. Ewana îda bin hukumê xwesteka bedenêda nîbûn, wana îda usa dijîtin, ça Xwedê xweş tê.

11. Yên ku hîviya jîyîna heta-hetayê ser erdê ne, çi cûreyî “hindava gunada mirin”?

11 Lê derheqa xwe em çi dikarin bêjin? Pêşiya ku em bibûna Mesîhî, me gelek car gune dikir, dibeke qe ne jî difikirîn wekî kirên me ber çevê Xwedê çiqas reş in. Em çawa “xulamêd heramiyê û neheqiyê” bûn, û dikarin bêjin ku em “xulamêd gune bûn” (Rom. 6:19, 20). Paşê çaxê em rastiyê pêhesiyan, me emirê xwe guhast. Me xwe tesmîlî Xwedê kir û hatine nixumandinê. Hingêda, nêta me ew e, ku bi dil û can gura hînkirin û prînsîpên Xwedê bikin. Bi giliyên mayîn bêjin, em “ji gune aza bûn û bûne xulamêd rastiyê” (Rom. 6:17, 18). Dêmek, em jî ser xwe dikarin bêjin wekî em “hindava gunada mirin”.

12. Her kes ji me gerekê çi bijartinê bike?

12 Niha bifikirin ser wan giliyên Pawlos: “Bira îdî gune hukumî ser qalibê weyî pûçî-mirî neke, ku hûn gura xwestinêd wî bikin” (Rom. 6:12). Hergê em bihêlin wekî gune hukumî ser me be, wî çaxî emê pey xwestina bedenê herin. Lê yeke em dikarin usa bikin wekî gune “îda” serwêrtiyê me neke. Pirs ew e, wekî emê çi bijbêrin, yanê dilê me çi dixwaze. Wê kêrhatî be ku pirsên usa bidine xwe: “Çaxê xwestina bedenê pêşda tê, yan fikirên nerast têne hişê min, gelo ez derbêra wana derdixim, yan dihêlim wekî ew tiştên nerast dilê minda bimînin? Gelo ez dikarim bêjim wekî ez hindava gunada mirî me? Gelo ez dijîm usa çawa ku Xwedê xweş tê?” Hergê em dişêkirînin qenciya Xwedê ku em hêja nînin, û ku ew ça dibaxşînine me, emê hemû tiştî bikin seva dilê wî şa kin.

ŞER, KÎDERÊDA HÛN DIKARIN SERKEVIN

13. Çira em dikarin bawer bin wekî em dikarin tiştên rast bikin?

13 Xizmetkarên Yehowa pêşiya ku bihatana nava rastiyê, kirên nerast dikirin. Dibeke wana tiştên usa dikirin, bona “kîjana niha . . . şerm dikin” (Rom. 6:21). Lê ewana kirên xirab terikandin, û hatine guhastinê. Mesele, Pawlos Mesîhiyên Korintîra neme nivîsî, û ji wana hinek berê pûtparist, diz, kone, serxweş bûn. Lê yeke ewana “ji guna hatine şûştinê” û “hatine buhurtî-jibarekirinê” (1 Korn. 6:9-11). Mesîhiyên Romêda jî gerekê emirê xwe biguhastana. Pawlos wanra nivîsî: “Endemêd qalibê xwe nedine gune ku bibine hacetêd neheqiyê, lê belê xwe bidine destê Xwedê, çawa yekî ji mirinê rabûyî, bira endemêd we bibine hacetêd heqiyê, bona Xwedê” (Rom. 6:13). Pawlos bawer bû, wekî ewana dikarin tiştên rast bikin û berdewam kin ji qenciya Xwedê karê bistînin.

14, 15. Em kîjan pirsa gerekê bidine xwe, seva têderxin hela em bi dil gura Xwedê dikin yan na?

14 Îro jî usa ne. Hine xûşk-birên me dibeke berê mîna wan Korintiya dijîtin. Lê ewana hatine guhastinê. Wana kirên xweye xirab hîştin û “ji guna hatine şûştinê”. Belê, seva ku dilê Xwedê şa kin, em hatine guhastinê, û Xwedê remtiya xwe mera da kifşê ku gunên me baxişand. Lê gelo em pê kirên xwe dîsa dilê wî şa dikin, yan pey xwesteka bedenê dikevin?

15 Belê, em xwe dûr digirin ji gunên usa giran, ça mesele hine Korintiya dikirin. Û ew yek ferz e, çimkî hergê “gune serwêriyê” me bike, wî çaxî emê nikaribin hîviya kerema Xwedê bin. Lê hergê em gunên biçûk dikin, gelo em dikarin bêjin, wekî em rastî bi dil û can gura Xwedê dikin? (Rom. 6:14, 17)

16. Em ji ku zanin, wekî Mesîhî gerekê xwe ne ku tenê ji gunên giran dûr bigirin, lê ji hê zêde tişt?

16 Bifikirin derheqa Pawlosê şandî. Em dikarin dudilî nebin ku ewî kirên usa nedikir, kîjan ku 1 Korintî 6:9-11-da têne gilîkirinê. Lê yeke ewî fem dikir, wekî “gune ser wî ye”. Ewî nivîsî: “Ez xûn û goşt im, xulamekî gunera firotî. Çimkî ez fem nakim çi dikim. Ne ku wî tiştî dikim, çi ku dixwazim, lê wî tiştî dikim, çi ku ber çevê min reş e” (Rom. 7:14, 15). Rast e Pawlos gunên giran nedikir, lê ji wan rêza tê kifşê, wekî Pawlos miqabilî hine tiştên din şer dikir, yên ku ewî hesab dikir ça gune. Ewî tiştên biçûkda jî dixwast dilê Xwedê şa ke. (Bixûne Romayî 7:21-23.) Were em jî çev bidine wî û hemû tiştîda bi dil û can gura Yehowa bikin.

17. Çira hûn dixwazin neqelp bin?

17 Were şêwir kin derheqa neqelpiyê. Çawa Mesîhî em gerekê neqelp û rast bin. (Bixûne Metelok 14:5; Efesî 4:25.) Em zanin wekî Şeytan “bavê derewa ye” û em nexwazin çev bidine wî. Hananiya û jina wî emirê xwe unda kirin, çimkî derew kirin. Em nexwazin mîna wan bin, û em xwe ji derewiyê dûr digirin (Yûhn. 8:44; Kar. Şand. 5:1-11). Lê neqelpî nayê hesabê tenê derewa nekin. Lema hergê em bona qenciya Xwedê razî ne, emê hemû tiştîda rast û diltemiz bin.

18, 19. Çi tê hesabê neqelp bin?

18 Xapandin ew tê hesabê tiştekî nerast bêjî. Lê Yehowa dixwaze wekî em ne ku ji nerastiyê dûr bin, lê usa jî meriva nexalifînin. Yehowa cimeta xwe Îsraêlra got: “Pîroz bin, çimkî ez Xudan Xwedêyê we pîroz im”. Paşê Xwedê raste-rast wanra got: “Dizîyê nekin, derewa nekin û hevdu nexapînin” (Qan. Kah. 19:2, 11). Yazix, lê usa diqewime ku meriv raste-rast derewa nake, lê yeke dikare meriva bixapîne û hindava wan qelp be.

Lê em ji derewa û xapandinê xwe dûr digirin? (Binihêre abzasa 19)

19 Mesele, merivek mezinê xebatêra yan heval-xebatkarra dibêje, wekî ew sibê nayê xebatê, çimkî jêra lazim e here bal “hekîm”. Lê bi rastiyê jêra lazim e tenê here derman bikire, yan jî perê derman bide hekîm. Ew dixwaze neçe xebatê seva ku here cîkî hêsa be, yan malbeta xwe bive ber berê. Belê, giliyên wîda hine rastî heye, lê gelo em dikarin bêjin wekî ew neqelp e? Yan ewî derew kir? Dibeke ewî usa kir seva ku jêra şer nekin, yan jî bona kara xwe. Belê, em gerekê timê guh bidine vê temiya Yehowa: “Derewa nekin”. Rêza Romayî 6:19-da Xwedê temî dide me, wekî em gerekê helal bin: “Endemêd xwe bidine helaliyê ku bibine xulamêd rastiyê”.

20, 21. Qenciya Xwedê me berbi çi hêlan dike?

20 Belê qenciya nehêja ji Xwedê me hêlan dike, wekî em gunên giran nekin, ça qavî, serxweşî, yan dîsa yên din. Besa xeberê, em ne ku tenê xwe ji bênamûsiyê xwey dikin, lê em usa jî tiştên usa nakin ku girêdayîne tevî bênamûsiyê, mesele wedederbazkirina necayîz. Usa jî em ne ku tenê xwe xwey dikin ji serxweşiyê, lê em haqas venaxwin, ku hindik dimîne serxweş bin. Belê, hêsa nîne miqabilî wan tiştên nerast herin, lê yeke em dikarin.

21 Nêta me gerekê ew be, wekî ça gunên giran, usa jî gunên sivik nekin. Lê em gunekar in û nikarin xwe ji hemû guna xwey kin. Em gerekê mîna Pawlos, hemû tiştî bikin seva ku miqabilî gune şer kin. Pawlos birara got: “Bira îdî gune hukumî ser qalibê weyî pûçî-mirî neke, ku hûn gura xwestinêd wî bikin” (Rom. 6:12; 7:18-20). Çaxê em şer dikin miqabilî hemû guna, bi vê yekê em didine kifşê, wekî em dişêkirînin qenciya nehêja ji Xwedê, ku ewî bi saya Îsa kir.

22. Çi kerema dikarin bistînin ewên ku razî ne bona qenciya Xwedêye mezin?

22 Yehowa bi saya qenciya xweye mezin, gunên me dibaxşîne û dîsa dikare bibaxşîne. Em çiqas razî ne, wekî Yehowa usa rem e! Were em razîbûna xwe jêra bidine kifşê, wekî em xwe ji hemû cûre guna xwey kin, hela hê yên usa jî ku merivên din hesab nakin ça gune. Pawlos got, ku ew yek çi kerema dikare mera bîne: “Niha hûn ji gune ku aza bûn û bûne xulamêd Xwedê, berê helaliye diçinin û axiriya wan jî jiyîna heta-hetayê ye” (Rom. 6:22).