Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Cahilno; “Bona Xilazbûna Xwe ... Bixebitin”

Cahilno; “Bona Xilazbûna Xwe ... Bixebitin”

“Hûn timê guhdar bûn . . . Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin” (FÎLÎ. 2:12).

KILAMÊN: 133, 135

1. Çira nixumandin gaveke gelek ferz e? (Binihêre şiklê ewlin.)

HER SAL hezara meriv têne nixumandinê. Gelek ji wana zar û cahil in, yên ku nava rastiyêda mezin bûne. Dibeke tu jî mîna wan rastiyêda mezin bûyî. Hergê usa ne, tu hêjayî paya yî. Nixumandin ew heye dewakirin bona Mesîhiya, û gaveke gelek ferz e seva xilaz bin (Met. 28:19, 20; 1 Pet. 3:21).

2. Çira tu gerekê tesmîlbûyînê netirsî?

2 Nixumandin gelek kerema tîne, lê ew usa jî cabdariyên teze tîne. Çi cabdarî? Roja nixumandina xwe, te got “belê” ser caba vê pirsê: “Li ser hîmê qurbanbûna Mesîh, te gunê xwe tobe kiriye û xwe tesmîlî Xwedê kiriye, seva ku qirara wî biqedînî?” Nixumandina te nîşan dike, ku te îda xwe tesmîlî Xwedê kiriye. Te soz da Yehowa ku wî hiz bikî û qirara wî ser her tiştîra bigirî. Ev soz cabdariya mezin e. Lê gelo gerekê tu poşman bî, wekî te sozekî usa daye? Na! Tuyê tu car poşman nebî, wekî te xwe daye destê Yehowa. Bifikire ser vê yekê: Merivên ku Yehowa nas nakin, bin hukumê Şeytanda nin. Û bi rastiyê qe talaşa Mîrê-cina tu nînî û ew naxwaze tu xilaz bî. Xêncî vê yekê, ew wê gelek şa be hergê tu emirê xweyî heta-hetayê unda kî, bi vê yekê ku aliyê wî bigirî û pişta xwe bidî Yehowa.

3. Ewên ku xwe tesmîlî Yehowa dikin, kîjan kerema distînin?

3 Dîna xwe bidê, ku te çi kerem standiye paşî tesmîlbûyîn û nixumandina xwe. Te emirê xwe daye destê Yehowa, û lema tu dikarî bêy dudilîbûnê bêjî: “Xudan tevî min e, ez natirsim, însanê çi li min bike?” (Zeb. 118:6). Belê, aliyê Xwedê bigirî û qebûlkirina wî bistînî, ew qedirekî herî mezin e.

CABDARIYA TEYE ŞEXSÎ

4, 5. a) Çira em xwexa cabdar in bona tesmîlbûyîna xwe? b) Hemû Mesîhî rastî çi çetinaya tên?

4 Çawa Mesîhiyê nixumandî, heleqetiya te tevî Yehowa, dê-bavê teva girêdayî nîne. Tu xwexa bona xilazbûna xwe cabdar î, hergê jî tu hê tevî dê-bavê xwe dijîyî. Çira ferz e vê yekê bîr nekî? Çimkî tu nizanî axiriyêda tuyê rastî kîjan cêribandina bêyî. Mesele, hergê tu zar bûyî gava hatî nixumandinê, paşê çaxê îda mezin dibî, rastî cêribandinên teze têyî. Qîzikeke cahil ev yek usa şirovekir: “Hergê zar mektebêda kerî totika ku bona roja bûyînê ye, nexwe, ew wê bîna xwe teng neke ku ew Şedê Yehowa ye û lema naxwe. Lê paşî çend sala çaxê ew mezin dibe û xwestina sêksûalî qewî dibe, hingê ew gerekê qe dudilî nebe, wekî safîkirina lape baş ew e, ku gura qanûnên Yehowa bike”.

5 Belê, tenê cahil nînin ku rastî cêribandinên teze tên. Yên mezin jî ku hatine nixumandinê, rastî cêribandinên usa hatine ku ne jî hîviyê bûn. Besa xeberê, rastî çetinayên zewacêda tên, problêmên sihet-qewatêva girêdayî, yan jî xebatêda. Em çend salî bin jî, yeke emê rastî çetinaya bên, kîderêda wê lazim be aminiya xwe Yehowara xwey kin (Aqûb 1:12-14).

6. a) Çira sozê ku te daye Yehowa, nayê guhastinê? b) Ji Fîlîpî 4:11-13 tu çi dikarî hîn bî?

6 Seva ku her derecada amin bimînî Yehowara, tu gerekê bîr nekî, wekî sozê ku te daye Yehowa, nayê guhastinê. Ev tê hesabê ku te Kesê Herî bilindra got, wekî tuyê timê jêra xizmet kî, hergê jî heval yan jî dê-bavê te xizmetiya xwe bihêlin (Zeb. 27:10). Hemû derecada tu dikarî alîkariyê ji Yehowa bistînî, wekî bijî li gora tesmîlbûyîna xwe. (Bixûne Fîlîpî 4:11-13.)

7. Çi tê hesabê “bi xof û tirs” bona xilazbûna xwe bixebitin?

7 Yehowa dixwaze tu bibî dostê wî. Lê lazim e evê dostiyê xwey kî û bixebitî bona xilazbûna xwe. Fîlîpî 2:12-da tê gotinê: “Bona xilazbûna xwe bi xof û tirs bixebitin”. Ev gilî têne hesabê ku tu gerekê bifikirî, ku çawa dostiya xwe û aminiya xwe Yehowara xwey kî wedê çetinaya. Lê tu gerekê xweda bawer nîbî, wekî dikarî pê qewata xwe vê yekê bikî. Hela hê xizmetkarên cêribandî jî ji riya rast derketine. Lê çi dikare alî te bike wekî bona xilazbûna xwe bixebitî?

LÊKOLÎNKIRINA KITÊBA PÎROZ FERZ E

8. Çi tê hesabê hînbûna şexsî, û çira ev yek ferz e?

8 Seva ku bibine dostên Yehowa, em gerekê guh bidine wî û tevî wî xeber din. Çaxê em şexsî Kitêba Pîroz lêkolîn dikin, usa em guh didine Yehowa. Ev usa jî tê hesabê ku em gerekê Xebera Xwedê û usa jî edebyetên meye ser hîmê Kitêba Pîroz, bixûnin û ser bifikirin. Usa em zanebûnê distînin. Lê bîr nekin ku hînbûna Kitêba Pîroz usa nîne ku ezberî hîn bî, çawa wedê êkzamîna. Hînbûna kêrhatî mîna vê yekê ye, çaxê tu tiştekî lêkolîn dikî û tiştên teze pêdihesî derheqa xeyset-hunurên Yehowa. Hînbûna usa wê alî te bike ku nêzîkî Xwedê bî, û paşê ew jî wê nêzîkî te be (Aqûb 4:8).

Tu çawa tevî Yehowa xeber didî? (Binihêre abzasa 8-11)

9. Kîjan hacet alî te dikin hînbûna teye şexsîda?

9 Teşkîleta Yehowa gelek hacet dide, kîjan ku dikarin alî te bikin hînbûna teye şexsîda. Mesele, jw.org-da heye “Dersên Kitêba Pîrozva Girêdayî”, ku rêza “Cahilada” ne. Ji wan dersa tu dikarî pêbihesî, ku ji serhatiyên Kitêba Pîroz tu çi dikarî hîn bî. Usa jî jw.org-da hene rêberiyên bona lêkolînkirinê, bi navê “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Ew rêberî dikarin alî te bikin, wekî bikaribî derheqa baweriya xwe merivên dinra şirovekî. Hînbûna teye şexsîda, usa jî dikare alî te bike gotar bi navê “Cahil Dipirsin . . . Çawa Ez Dikarim Xwendina Kitêba Pîroz hê Hewas kim?”. Ev gotar ji jûrnala “Hişyar Bin!” ya meha Nîsanê ye, sala 2009. Lêkolînkirin û fikirandin ser Xebera Xwedê, roleke ferz dilîzin wekî bona xilazbûna xwe bixebitî. (Bixûne Bixûne Zebûr 119:105.)

DUA GELEK FERZ E

10. Çira bona Mesîhiya dua gelek ferz e?

10 Bi saya hînbûna şexsî tu guh didî Yehowa, lê bi saya dua tu xeber didî tevî wî. Bona Mesîhî dua gerekê rîtûal nîbe, yan jî çawa telîsme, kîjan ku bona vê yekê ye, seva hemû tişt tera lev bê. Dua ev heye xeberdana rêalî tevî Efirandarê me. Yehowa dixwaze bibihê, ku tu çi dixwazî jêra bêjî. (Bixûne Fîlîpî 4:6.) Çaxê tu bona tiştekî berxwe dikevî, Kitêba Pîrozda şîret tê dayînê ku “barê xwe bide Xudan” (Zeb. 55:22). Lê tu bawer dikî ku ev şîret dikare xût alî te bike? Bi mîlyona xûşk-bira hene, yên ku dikarin tera gilî kin çawa ewê şîretê alî wan kiriye. Ew dikare alî te jî bike!

11. Çira tu gerekê timê şikiriyê bidî Yehowa?

11 Em gerekê tenê bona alîkariyê Yehowara dua nekin. Kitêba Pîroz dibêje: “Şêkirdar bin” (Kols. 3:15). Cara em usa dikevin heyra çetinayên xwe, ku keremên xwe bîr dikin. Lema jî wê baş be ku her roj bifikirin, mesele ser sê tişta ku em dişêkirînin, û paşê duada razîbûna xwe Yehowara bidine kifşê. Xûşkeke meye cahil bi navê Abîgaêl ya ku 12 saliya xweda hate nixumandinê, dibêje: “Ez difikirim ku ji her kesî nava dinyayêda Yehowa hêjayî şikiriyê ye. Em gerekê her gav ji wî razî bin bona her pêşkêşên ku ew dide me. Hergê bal me tenê ew tişt bimînin bona kîjana me Yehowara razîbûna xwe daye kifşê, gelo wê çiqas tişt bal me bimînin?

QÎMETA CÊRIBANDINA TE

12, 13. Çira ferz e bifikirî ser qenciya Yehowa xût hindava xwe?

12 Dawid Padşa gelek tengasî dît. Lê çaxê ewî derheqa emirê xwe gilî dikir, giliyên usa got: “Tem kin û bizanibin ku Xudan ça qenc e! Xwezî wî merivî, yê ku xwe daye bin sîya Wî” (Zeb. 34:8). Ev rêz dide kifşê, wekî em dikarin wedê çetinaya qenciya Yehowa hindava xwe bivînin. Çaxê em Kitêba Pîroz û edebyetên me dixûnin, û usa jî têne civata, em pêdihesin derheqa gelek serhatiya ku çawa Xwedê alî xizmetkarên xwe kiriye, wekî jêra amin bimînin. Çaxê tu ruhanîda mezin bî, tu îda xwexa gerekê bivînî, ku Yehowa ça xût alî te dike. Lê te emirê xweda ser xwe texmîn kiriye qenciya Yehowa?

13 Her Mesîhî qenciya Yehowa hindava xwe dîtiye. Xwedê me her kes nêzîkî xwe û Kurê xwe kiriye. Îsa got: “Tu kes nikare bê cem min, heta Bavê ku ez şandime, wî berbi min nekişîne” (Yûhn. 6:44). Gelo tu hesab dikî wekî Yehowa xût tu nêzîkî xwe kirî? Yan tu usa difikirî: “Yehowa dê-bavê min nêzîkî xwe kiriye, û ez jî pey wan diçim”. Lê bîr neke, ku çaxê te xwe tesmîlî Yehowa kir û hatî nixumandinê, hingêva heleqetiya te tevî Yehowa destpêbû, çi ku qedirekî gelek mezin e. Kitêba Pîroz mera dibêje: “Heger yek Xwedê hiz dike, ew ji aliyê wîva naskirî ye” (1 Korn. 8:3). Timê qîmet ke û bişêkirîne ciyê xwe teşkîleta Yehowada.

14, 15. Xizmetî ça dikare baweriya te qewî ke?

14 Çaxê tu derheqa baweriya xwe merivên dinra gilî dikî, hingê jî tu dikarî alîkariya Yehowa bivînî. Mesele, çaxê tu xizmet dikî yan jî mektebêda şedetiyê didî, ew dikare mêrxasiyê bide te. Dibeke tera çetin e hevalên dersxana xwera şedetiyê bidî, çimkî nizanî ewana wê çi bêjin û xwe ça bidine kifşê. Lê hê çetin e derheqa baweriya xwe gilî kî ber gelek meriva, ne ku ber yekê. Lê çi dikare alî te bike?

15 Pêşiyê bifikire ku tu çira baweriya xweda dudilî nînî. Hergê jw.org-da ser zimanê te heye rêberiyên bona hînbûnê ku bona cahila ye, ewan rêberiya bide xebatê. Ew rêberî wê alî te bikin, wekî bifikirî ku çira tu baweriya xweda dudilî nînî û ça yên dinra baweriya xwe şirovekî. Çaxê tu baweriyêda qewî bî û rind hazir bî, tuyê xwexa bixwazî bi mêrxasî derheqa Yehowa şedetiyê bidî (Yêrem. 20:8, 9).

16. Çi dikare mêrxasiyê bide te ku derheqa baweriya xwe xeber dî?

16 Hergê jî tu rind hazir î, dibeke hingê jî tera çetin e derheqa baweriya xwe xeber dî. Xûşkeke me ku 18 salî ye, û 13 saliya xweda hatiye nixumandinê dibêje: “Ez zanim ez çi bawer dikim, lê yeke cara minra çetin e fikirên xwe bi giliya bêjim”. Gelo ewê ew çetinayî ça safî kir? Ew dibêje: “Ez ne ofîsyalî û aza xeberdanê destpêdikim. Hevaldersxanên min gelek aza xeber didin derheqa îşên xwe. Û ez jî gerekê usa bikim. Lema jî ez cara çaxê tiştekî gilî dikim, xeberdanêda gilîkî usa berra davêjim mesele, ‘Vê rojê min Kitêba Pîroz hîn dikir, û . . . Paşî vê yekê ez vedigerim giliyên xwe. Rast e dibeke xeberdana min raste-rast derheqa Kitêba Pîroz nîbe jî, lê cara yên din dixwazin pêbihesin ku ez ça Kitêba Pîroz hîn dikim. Cara derheqa vê yekê pirsa jî didine min. Ez çiqas zef mêtoda usa didime xebatê, haqas xeberdan hêsa dibe minra, û dilê min gelek şa dibe”.

17. Dîsa çi dikare alî te bike aza xeber dî derheqa baweriya xwe?

17 Çaxê tu bi qedir î hindava meriva û bona wan xem dikî, ewana wê hin qedirê te, hin jî qedirê baweriya te bigirin. Olîvîa ku 17 salî ye, çaxê zar bû hate nixumandinê. Ewê got: “Timê tirsa min hebû ku hergê ez xeberdanêda Kitêba Pîroz bidime xebatê, wê min ça fanatîk hesab kin”. Lê paşê Olîvîayê fikirên xwe guhast. Ew dewsa ku hiş-aqilê xwe bide ser tirsa xwe, ew fikirî: “Gelek cahil derheqa Şedên Yehowa tiştekî nizanin. Tenê em in Şede, rastî kîjana ewana tên. Lema ew yek ku em ça xwe didin kifşê, wê hukum be ser wê yekê ku ewana ça wê guh bidine me. Hergê em şerm dikin û ditirsin derheqa baweriya xwe bêjin, yan jî xeberdanêda dikulin, gelo ewana wê çi bifikirin? Ewana wê bifikirin, ku em şerm dikin wekî em Şedên Yehowa ne. Hela hê jî ewana dikarin hêrs tevî me xeber din, hergê em giliyên xweda dudilî bin. Lê hergê em baweriya xweda dudilî nînin û aza tevî wan xeber didin, ewana wê hê qedirê me bigirin”.

BONA XILAZBÛNA XWE BIXEBITIN

18. Çi tê hesabê ku bixebitî bona xilazbûna xwe?

18 Çawa me dît, bona xilazbûna xwe bixebitin, ew cabdariya mezin e. Seva vê yekê em gerekê Xebera Xwedê bixûnin û ser bifikirin, dua bikin Yehowara, û bifikirin derheqa keremên ku Yehowa xût dide me. Hergê tu wan tiştada pêşda herî, tuyê diha bawer bî, wekî Yehowa dostê te ye. Ew yek wê te hêlan ke ku bi mêrxasî xeber dî derheqa baweriya xwe. (Bixûne Zebûr 73:28.)

19. Çira hêja ye ku tu bona xilazbûna xwe bixebitî?

19 Îsa got: “Heger yek dixwaze li pey min bê, bira xwe înkar ke, stûna cefayê xwe hilde û li pey min bê” (Met. 16:24, DT). Eyan e ku tesmîlbûyîn û nixumandin, ev borcdariya te ye, çimkî tu Mesîhî yî. Bi saya vê yekê tu dikarî bêhesab kerema bistînî niha, û dinya tezeda jîyîna heta-hetayê. Belê, meniyên te hene wekî bona xilazbûna xwe bixebitî!