Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 33

KILAMA 130 Hevdu Bibaxşînin

Civat Çawa Dikare Mîna Yehowa ser Gunekara Binihêre?

Civat Çawa Dikare Mîna Yehowa ser Gunekara Binihêre?

“Heger yek gune bike . . . piştgirê me . . . heye” (1 YÛHENNA 2:1).

VÊ GOTARÊDA

Emê bivînin ku çaxê birakî ji Korintê gunekî giran kir, civatê ça xwe da kifşê.

1. Xwestina Yehowa bona hemû meriva çi ye?

 YEHOWA meriv bi azaya bijartinê efirandiye. Gava tu safîkirina dikî, tu vê pêşkêşê didî xebatê. Safîkirina here ferz ku meriv dikare bike, ev e, wekî emirê xwe tesmîlî Yehowa ke û bibe para malbeta Wî. Yehowa dixwaze wekî her kes evê safîkirinê bike, çimkî ew meriva hez dike û qenciya wan dixwaze. Ew dixwaze wekî meriv bibine dostên wî û heta-hetayê bijîn (Qanûna Ducarî 30:19, 20; Galatî 6:7, 8).

2. Yehowa ser gunekarên ku tobe nakin ça dinihêre? (1 Yûhenna 2:1)

2 Lê Yehowa zorê tu kesî nake ku wîra xizmet ke. Ew mecalê dide wekî her kes xwexa safî ke çi bike. Hergê xûşk yan birakî nixumandî qanûna Xwedê biteribîne û gunekî giran bike, hingê wê çi bibe? Hergê ew tobe neke, ew îda gerekê neyê hesabê ça endemê civatê (1 Korintî 5:13). Dîsa jî gumana Yehowa heye û ew hîviyê ye ku kesê gunekar vegere bal wî. Lema jî meniya ferz ku çira Ewî emirê Kurê xwe berva da, ev e, wekî riya baxşandinê bona gunekarên ku tobe dikin, veke (Bixûne 1 Yûhenna 2:1). Xwedayê meyî dilovan ji gunekara hîvî dike, wekî ewana tobe kin (Zekerya 1:3; Romayî 2:4; Aqûb 4:8).

3. Vê gotarêda emê derheqa çi şêwir kin?

3 Yehowa dixwaze wekî nihêrandina me ser gunekirinê û merivên ku gune dikin, mîna nihêrandina wî be. Vê gotarêda, emê bivînin ku em ça dikarin usa bikin. Wedê xwendina vê gotarê, dîna xwe bidê ku (1) gava birakî ji civata Korintê gunekî giran kir, civatê çi kir, (2) çaxê kesê gunekar tobe kir, Pawlos çi rêberî da civatê, û (3) li gora vê serhatiya Kitêba Pîroz, Yehowa ser kesên ku gunên giran dikin, ça dinihêre.

QIRNA YEKÊDA, NIHÊRANDINA SER GUNÊN GIRAN ÇAWA BÛ?

4. Civata Korintêda çi qewimî? (1 Korintî 5:1, 2)

4 Bixûne 1 Korintî 5:1, 2. Pawlosê şandî wedê rêwîtiya xweye mîsyonêrtîye sisiyada bihîst, ku civata tezeda bajarê Korintêda tiştekî ecêb diqewime. Wêderê birakî tevî dêmariya xwe zinêkarî dikir. Ew bênamûsîke usa ecêb bû, ku hela hê “nava pûtparistada jî” tune bû! Civatê him çevê xwe ser kirên wî digirt, him jî difikirî ku ew dikare civatêda bimîne. Diqewime hine kes civatêda difikirîn ku bi vê yekê ewana çev didine dilremiya Yehowa hindava merivên gunekar. Lê Yehowa çevê xwe ser gunên giran danade. Ji bo vî kirê mirdar, navê civatê jî xirab dibû. Xêncî vê yekê, dibeke ewî ser xûşk-birên ku tevî wî hevaltî dikirin, xirab hukum dikir. Hingê Pawlos çi rêberî da civatê?

5. Pawlosê şandî civatêra çi got, û meniya gotinên wî çi bû? (1 Korintî 5:13) (Binihêre usa jî şikil.)

5 Bixûne 1 Korintî 5:13. Pawlos ji bîna ber Xwedê nemek nivîsî û têda got ku gerekê ew kesê gunekar, yê ku tobe nake, îda para civatê nîbe. Gelo xûşk-birên din gerekê çi bikirana? Pawlos wanra got ku ewana îda “tevî yê usa heta nên jî nexwin!” (1 Korintî 5:11). Gava meriv tevayî rûdinên û xwarinê dixwin, ewana hevra xeber didin jî. Lema Pawlos dixwest bigota ku gerekê xûşk-bira tevî kesê usa wedê xwe derbaz nekin, wekî nekevine bin hukumê wîyî xirab (1 Korintî 5:5-7). Usa jî ev yek ku xûşk-bira xwe ji kesê gunekar dûr digirtin, dikaribû kesê gunekar bida femkirinê, ku ewî ber çevê Yehowa tiştekî gelek xirab kiriye, wekî ewî şerm kira û tobe kira.

Ji bîna ber Xwedê, Pawlos nema xweda nivîsî wekî gunekarê ku tobe nake, îda gerekê para civatê nîbe (Binihêre abzasa 5)


6. Nema Pawlosê şandî ça hukum kir ser civatê û ser kesê ku gune kiribû?

6 Paşî ku Pawlos nema xwe civata Korintêra şand, ew difikirî ku rêaksiya wan ser vê nemê wê çi cûreyî be. Wext şûnda, Tîto hat û elametîke baş anî. Civatê guh dabû rêberiya Pawlos û kesê gunekar ji nav xwe derxistibûn (2 Korintî 7:6, 7). Usa jî çend meh şûnda paşî vê nema Pawlos, kesê gunekar îda gunê xwe tobe kiribû. Ewî rabûn-rûniştina xwe rast kiribû û destpêkiribû ku li gora qanûnên Yehowa bijî (2 Korintî 7:8-11). Hingê Pawlosê şandî çi rêberî da civatê?

GAVA KESÊ GUNEKAR TOBE KIR, CIVATÊ ÇI KIR?

7. Ew yek ku merivê gunekar îda para civatê nîbû, çi kar jêra anî? (2 Korintî 2:5-8)

7 Bixûne 2 Korintî 2:5-8. Pawlosê şandî civata Korintêra usa got: “Ew ceza besî wî merivî ye, ku ji we geleka wîra hatiye dayînê”. Bi giliyên mayîn bêjin, ew ceza bona nêtekê bû û ew nêt hate sêrî. Lê ev çi nêt bû? Nêt ev bû ku ewê gunekar tobe bike (Îbranî 12:11).

8. Pawlos paşê civatêra got ku ewana çi bikin?

8 Lema jî Pawlosê şandî civatêra got, ku ewana bi dil bibaxşînine wî, ber dilê wîda bên û nîşanî wî kin ku wî hez dikin. Dîna xwe bidinê ku Pawlos ne tenê got, wekî civat dîsa wî qebûl ke, lê ewî usa jî got, ku ewana gerekê bi gilî û kirên xwe nîşanî wî kin, wekî bi dil baxşandine wî û wî hez dikin. Ewî birayî gerekê ji vê yekê fem kira, wekî xûşk-bira bi rastî şa bûn, ku ew vegeriya civatê.

9. Çira diqewime hinekara çetin bû bibaxşînine birê ku gunê xwe tobe kiribû?

9 Gelo hine xûşk-birara çetin bû, wekî vî gunekarê ku tobe kiribû, dîsa qebûl kin? Diqewime erê. Lê Kitêba Pîrozda derheqa vê yekê nayê gotinê. Kirên wî temamiya civatêra problêm pêşda anî, dibeke usa jî dilê hineka êşand. Wana gelek xîret dikir ku xwe li qanûnên Yehowa bigirin, û hine kes diqewime difikirîn, wekî kesê usa gunekar nehêja ye dîsa nav wanda be (Beramber ke Lûqa 15:28-30). Lê yeke çira gelek ferz bû, ku xûşk-bira bidine kifşê wekî ewana birê ku tobe kiriye hez dikin?

10-11. Hergê rûspiya nebaxşanda gunekarê ku tobe kiribû, çi wê biqewimiya?

10 Bidine ber çevê xwe ku hergê rûspiya merivê ku tobe kiribû civatêda qebûl nekirana, yan jî hergê paşî vegerandina wî xûşk-bira hindava wîda bi hezkirin nîbûna, çi wê biqewimiya. Ew meriv wê “kerbî berxweketinê” dilşkestî bûya û bifikiriya ku halê wî bêçare ye. Serda jî dibeke ewî îda xîret nekira ku dîsa nêzîkî Xwedê be.

11 Hergê xûşk-birên din nebaxşandana merivê ku tobe kiribû, dostiya wane tevî Yehowa jî wê xirab bûya. Gelo çira? Çimkî ewana wê mîna Yehowa rem nîbûna, lê mîna Mîrê-cina sert û bêrem bûna. Bi wî cûreyî wana wê dilê Mîrê-cina şa kira, çimkî ewana wê bibûna sebeb ku ev meriv terka xizmetiyê bida (2 Korintî 2:10, 11; Efesî 4:27).

12. Civatê gerekê ça çev bida Yehowa?

12 Lê xûşk-birên li civata Korintê gerekê çi bikirana, wekî ne ku çev bidana Mîrê-cina, lê Yehowa? Lazim bû ku wana mîna Yehowa ser gunekarên ku gunê xwe anîbûn rûyê xwe, binihêriyana. Dîna xwe bidinê ku hine nivîskarên Kitêba Pîroz derheqa Yehowa çi gotine. Dawid Padşa gotibû, ku ew “qenc û afû kir” e (Zebûr 86:5). Mîxa pêxember usa nivîsiye: “Xwedayê wek te, yê ku fesadiya [şaşiya] paqij dike û . . . diborîne [dibaxşîne] kî ye?” (Mîxa 7:18). Îşaya pêxember jî usa gotibû: “Bira kesê xirab dev ji riya xwe, bira kesê neheq dev ji fikirên xwe berde. Bira ew li Xudan vegerin ku ew li wan were remê. Bira ew li Xwedayê me vegerin, çimkî wê bi zêdebarî bibaxşîne” (Îşaya 55:7, ÎM).

13. Çira lazim bû wekî gunekarê ku tobe kiribû, dîsa civatêda bihata qebûlkirinê? (Binihêre çargoşe bi navê “ Merivê li Korintê Kengê Dîsa Civatêda Hate Qebûlkirinê?”.)

13 Xûşk-birên li Korintê seva ku çev bidana Yehowa, gerekê merivê ku tobe kiribû dîsa qebûl kirana û jêra nîşan kirana ku wî hez dikin. Civatê “her tiştîda” guhdariya rêberiya Pawlos kir û gunekarê ku tobe kiribû, qebûl kir (2 Korintî 2:9). Rast e tenê çend meh derbaz bibû ku hatibû elamkirinê wekî ew para civatê nîne, lê ev yek jî alî wî kir tobe ke. Lema jî nelazim bû hê zêde wext derbaz bûya, û paşê ew civatêda bihata qebûlkirinê.

MÎNA YEHOWA HEQ Û DILREM BE

14-15. Em çi hîn bûn ji serhatiya merivê li civata Korintê? (2 Petrûs 3:9) (Binihêre usa jî şikil.)

14 Ev serhatî “bona hînbûna me hate nivîsarê” (Romayî 15:4). Ji vê serhatiyê em fem dikin, ku Yehowa îzinê nade, wekî kesên ku gunên giran dikin, nav xizmetkarên wîda bimînin. Nihêrandina Yehowa ew nîne, wekî ji bo remtiya xwe bihêle ku gunekarên tobe nakin, nava xizmetkarên wîyî aminda bimînin. Belê, Yehowa dilrem e, lê ew çevê xwe ser gunên giran danade û prînsîpên xwe naguhêze (Cihûda 4). Hergê Yehowa îzin bida, wekî kesên ku tobe nakin civatêda bimînin, hemû xûşk-bira wê zirar bistandana (Metelok 13:20; 1 Korintî 15:33).

15 Dîsa jî em fem dikin ku Yehowa naxwaze wekî kesek unda be. Ew dixwaze ku çiqas dikare gelek meriva xilaz ke. Hergê kesek nihêrandina xwe biguhêze û xîret ke ku tezeda nêzîkî wî be, ew hazir e hindava wîda rema xwe bide kifşê (Hezeqêl 33:11; bixûne 2 Petrûs 3:9). Lema jî gava merivê Korintêda tobe kir û terka gunekirinê da, Yehowa Pawlos da xebatê, wekî civatêra şiroveke ku gerekê ev meriv bê baxşandinê û civatêda bê qebûlkirinê.

Em rem û hezkirina Yehowa eyan dikin û çev didine wî, gava bi dilgermî wan xûşk-bira qebûl dikin, yên ku vedigerin civatê (Binihêre abzasa 14-15)


16. Serhatiya mêrê li civata Korintê, çi nîşanî me dike?

16 Em ji serhatiya mêrê li civata Korintê, hezkirinê, heqî û rastiya Yehowa zelal divînin (Zebûr 33:5). Bê şik, bona vê yekê Yehowa hêjayî pesina ye! Em gişk gunekar in, lema jî em hewcê baxşandina wî ne. Em gelek dişêkirînin ku Yehowa qurbaneke qîmet bona me berva daye, seva ku em baxşandina guna bistînin. Û em gelek şa ne, wekî Yehowa bi rastî xizmetkarên xwe hez dike û wanra qenciyê dixwaze!

17. Gotarên dinda emê cabên kîjan pirsa bistînin?

17 Gava kesek gunekî giran dike, civat gerekê çi bike? Gelo rûspî çawa dikarin li gora xwestina Yehowa alî kesên gunekar bikin, wekî ewana tobe kin? Gava rûspî safî dikin ku kesekî ji civatê derxin yan jî dîsa civatêda qebûl kin, civat gerekê çi bike? Gotarên dinda emê cabên van pirsa bistînin.

KILAMA 109 Hevdu Qewî Hiz Bikin