Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

GOTARA BONA HÎNBÛNÊ 28

KILAMA 123 Pey Rêberiya Teşkîleta Xwedê Diçin

Gelo Tu Dikarî Rastiyê Têderxî?

Gelo Tu Dikarî Rastiyê Têderxî?

“Ciyê xweda bisekinin, rastiyê mîna kemberê li pişta xwe bişidînin” (EFESÎ 6:14).

VÊ GOTARÊDA

Emê şêwir kin, ku em ça dikarin firqiyê bivînin orta rastiya ku em ji Yehowa hîn bûne û derewên ku Mîrê-cina û dijminên me bela dikin.

1. Nihêrandina te hindava rastiyê çi cûreyî ye?

 EM RASTIYA Kitêba Pîroz gelekî hez dikin û baweriya me ser hîmê vê rastiyê avakirî ye (Romayî 10:17). Em bawer in, ku Yehowa civata Mesîhîtî çawa “stûn û hîmê rastiyê” saz kiriye (1 Tîmotêyo 3:15). Em hazir in guh bidine wan meriva, yên ku rêberiya me dikin, rastiya Kitêba Pîroz mera zelal dikin û alî me dikin li gora xwestina Xwedê bijîn (Îbranî 13:17).

2. Li gora Aqûb 5:19, paşî vê yekê ku me rastiya Kitêba Pîroz qebûl kiriye, dîsa jî çi dikare biqewime?

2 Rast e me hînkirinên Kitêba Pîroz qebûl kiriye û fem kiriye, ku Xwedê bi saya teşkîleta xwe rêberiya me dike, dîsa jî xof heye ku em ji riya rastiyê derên (Bixûne Aqûb 5:19). Mîrê-cina gelek dixwaze, wekî em baweriya xwe hindava Kitêba Pîroz û rêberiya ku em ji teşkîleta Xwedê distînin, unda kin (Efesî 4:14).

3. Çira lazim e ku em xwe li rastiyê bigirin? (Efesî 6:13, 14)

3 Bixûne Efesî 6:13, 14. Demeke nêzîkda Mîrê-cina wê hemû mileta bi saya propagandayê bixapîne, wekî ewana himberî Yehowa derkevin (Eyantî 16:13, 14). Usa jî, Mîrê-cina wê hê zêde bixwaze xizmetkarên Yehowa bixapîne (Eyantî 12:9). Lema jî em gerekê rind bizanibin, ku firqiya orta rastiyê û derewa çi ye, û guh bidine rastiyê (Romayî 6:17; 1 Petrûs 1:22). Seva ku em tengasiya mezinda sax bimînin, ev yek gelek ferz e!

4. Vê gotarêda emê çi şêwir kin?

4 Vê gotarêda emê dîna xwe bidine du hunura, yên ku mera lazim in, wekî rastiya Kitêba Pîroz nas kin û rêberiya teşkîleta Xwedê qebûl kin. Paşê emê dîna xwe bidine sê tişta, yên ku dikarin alî me bikin, wekî em xwe li rastiyê bigirin.

HUNURÊN KU MERA LAZIM IN, WEKÎ RASTIYÊ TÊDERXIN

5. Tirsa ber Yehowa ça alî me dike rastiyê têderxin?

5 Tirsa ber Yehowa. Ev yek ku em gerekê Yehowa bitirsin, tê hesabê ku em gerekê usa wî hez bikin, wekî nexwazin dilê wî bêşînin. Em dixwazin rind bizanibin, ku çi rast e û çi nerast e, çi heqî ye û çi derew e, wekî bikaribin bi rabûn-rûniştina xwe dilê Yehowa şa kin (Metelok 2:3-6; Îbranî 5:14). Em gerekê Yehowa gelekî hez bikin û haş ji xwe hebin, wekî dilê meda tirsa ber meriva ji vê hezkirinê mezintir nîbe, çimkî gelek tiştên ku meriva xweş tên, Yehowa xweş nayên.

6. Ji bo tirsa ber meriva, deh serokên Îsraêlê kîjan rastî bîr kirin?

6 Hergê em ji Xwedê zêdetir meriva bitirsin, em hêsa dikarin baweriya xwe tiştekî usa bînin, çi ku miqabilî rastiya Xwedê ye. Were em dîna xwe bidine serhatiya 12 seroka, yên ku ça cesûs şandibûne Erdê Sozdayî. Deh cesûs ji Xwedê zêdetir Kenaniya ditirsiyan. Lema jî wana Îsraêliyara got: “Em nikarin hevraz herin miqabilî wan, çimkî ew ji me qewattir in” (Jimar 13:27-31). Rast e bi nihêrandina meriva Kenanî ji Îsraêliya qewîtir bûn, lê ev yek nedihate hesabê ku miletê Îsraêlê wê nikaribûya dijminên xwe alt kira. Wana gerekê dîna xwe bida xwestina Yehowa û bianiyana bîra xwe, wekî Ewî berê jî alî wan kiribû. Ev yek wê alî deh cesûsa bikira ku fem kirana, wekî qewata Kenaniya tiştek nîne himberî qewata Yehowaye bêsînor. Yêşû û Kaleb çev nedane van kesên nebawer, çimkî wana dixwest dilê Yehowa şa kin. Lema jî wana cimetêra got: “Heger Xudan hiz ke, ewê me bibe wir û wî erdî bide me” (Jimar 14:6-9).

7. Em ça dikarin tirsa ber Yehowa dilê xweda diha qewî kin? (Binihêre usa jî şikil.)

7 Seva ku em tirsa ber Yehowa dilê xweda diha qewî kin, em gerekê rind bifikirin, ku kîjan safîkirinên me wê dilê Yehowa şa kin (Zebûr 16:8). Gava tu serhatiyên Kitêba Pîroz dixûnî, ji xwe bipirse: “Hergê ez vê derecêda bûma, minê çi safî kira?” Mesele, bide ber çevê xwe, gava deh serokên Îsraêlê elametiya xirab anîn, tu jî wêderê bûyî. Gelo teyê ji tirsa ber meriva baweriya xwe giliyên wan bianiya, yan hezkirina te hindava Yehowa û xwestina te ku dilê Wî şa kî, wê diha qewî bûya, ne ku tirsa te? Heçî zef Îsraêliya bawer nekirin, ku giliyên Yêşû û Kaleb rast in. Axiriyêda Yehowa îzin neda van Îsraêliya ku bikevine Erdê Sozdayî (Jimar 14:10, 22, 23).

Teyê kê bawer kira? (Binihêre abzasa 7)


8. Em gerekê kîjan hunurî nav xweda pêşda bînin û çira?

8 Milûktî. Yehowa merivên milûkra rastiyê eşkere dike (Metta 11:25). Me bi milûktî alîkarî qebûl kir, ku rastiyê hîn bin (Karên Şandiya 8:30, 31). Lê em gerekê haş ji xwe hebin, wekî milûktiya xwe unda nekin. Hergê em fesal nîbin, dibeke em bifikirin, wekî nihêrandinên meye şexsî diha rast in, ne ku prînsîpên Kitêba Pîroz û rêberiya teşkîleta Yehowa.

9. Seva ku em milûktiya xwe unda nekin, em gerekê çi bikin?

9 Seva ku em milûktiya xwe unda nekin, em gerekê bîr nekin, wekî himberî Yehowa, em gelek biçûk in (Zebûr 8:3, 4). Usa jî em dikarin dua bikin, wekî em diha milûk bin û hazir bin hînkirinên wî qebûl kin. Yehowa wê alî me bike, wekî em nihêrandinên wî, yên ku Ew bi saya Kitêba Pîroz û teşkîleta xwe dide me, diha zêde qîmet kin, ne ku nihêrandinên xwe. Gava tu Kitêba Pîroz dixûnî, dîna xwe bidê, ku Yehowa çawa milûktiyê hez dike, lê qurebûnê û pozbilindiyê nefret dike. Hergê tera cabdarîke mexsûs bê dayînê, wî çaxî diha zêde miqatî xwe be, wekî milûktiya xwe unda nekî.

EM ÇA DIKARIN XWE LI RASTIYÊ BIGIRIN?

10. Yehowa bi saya kê rêberiya xizmetkarên xwe dikir?

10 Baweriya xwe rêberiya teşkîleta Yehowa bîne. Wedê berê, Yehowa bi saya Mûsa û paşê jî bi saya Yêşû rêberî dida xizmetkarên xwe (Yêşû 1:16, 17). Çaxê Îsraêliya qebûl dikirin, wekî ev mêr ji Yehowa hatine kifşkirinê, wî çaxî ewana dihatine keremkirinê. Çend qirne şûnda, gava civata Mesîhîtîye pêşin hate sazkirinê, komeke ji 12 şandiya rêberiya civatê dikir (Karên Şandiya 8:14, 15). Paşê, rûspiyên din jî bûne endemên vê koma Orşelîmêda. Ji bo vê yekê ku civata rêberiya van mêrên amin qebûl dikirin, ewana “baweriyêda dişidiyan û roj bi roj hesabê wan zêde dibû” (Karên Şandiya 16:4, 5). Îro jî çaxê em rêberiya teşkîleta Yehowa qebûl dikin, em gelek kerema distînin. Lê hergê em wan bira qebûl nekin, kîjana ku Yehowa kifş kiriye, gelo Yehowa wê ça xwe texmîn ke? Were em dîna xwe bidinê, ku çi hate serê van Îsraêliya, yên ku diçûne Erdê Sozdayî.

11. Çi hate serê wan meriva, yên ku miqabilî Mûsa derketin, kîjanî ku Yehowa kifş kiribû? (Binihêre usa jî şikil.)

11 Carekê, gava miletê Îsraêlê berbi Erdê Sozdayî diçû, hine serok miqabilî Mûsa û cabdariya ku Yehowa dabû wî, derketin. Wana got: “Temamîya civînê [ne tenê Mûsa], hemû jî pîroz in û Xudan li nava wanda ye” (Jimar 16:1-3). Rast e ber çevê Yehowa “temamîya civînê” pîroz bû, lê Yehowa tenê Mûsa kifş kiribû, ku rêberiya cimeta Wî bike (Jimar 16:28). Bi vê yekê ku wana Mûsa înkar dikir, bi rastî wana Yehowa înkar dikir. Dewsa ku wana dîna xwe bida xwestina Yehowa, wana dîna xwe dida xwestina xwe. Axiriyêda, Xwedê wan serokên ku bûne raber û bi hezara merivên ku piştgiriya wan dikirin, qir kir (Jimar 16:30-35, 41, 49). Îro jî em dikarin bawer bin, ku Yehowa ji wan meriva razî nîne, yên ku qedirê rêberiya wî nagirin, kîjan ku ew bi saya teşkîleta xwe dide.

Teyê piştgiriya kê bikira? (Binihêre abzasa 11)


12. Em çira gerekê îtbariya xwe teşkîleta Yehowa bînin?

12 Em dikarin îtbariya xwe teşkîleta Yehowa bînin. Gava lazim dibe hînkirineke Kitêba Pîroz bi cûrekî din bê femkirinê, yan mêtodeke belakirina mizgîniyê bê guhastinê, birên ku rêberiya me dikin, hazir in van guhastina bikin (Metelok 4:18). Meniya vê yekê ev e, ku ewana dixwazin ji her tiştî zêdetir dilê Yehowa şa kin û xwestina wî bînin sêrî. Usa jî ewana çi ji destê wan tê dikin, wekî ser hîmê Kitêba Pîroz safîkirina bikin.

13. Çi tê hesabê “hînkirina saxlem”, û em gerekê çi bikin?

13 “Xwe li wî nexşê saxlem bigire” (2 Tîmotêyo 1:13). “Hînkirina saxlem” tê hesabê hînkirinên Kitêba Pîroz (Yûhenna 17:17). Baweriya me bi temamî ser hîmê van hînkirina ava bûye. Teşkîleta Yehowa alî me kiriye xwe li wan hînkirina bigirin. Hergê em vê yekê bikin, Yehowa wê me kerem ke.

14. Çi bû menî ku hine Mesîhî xwe “hînkirina saxlem” nedigirtin?

14 Hergê em xwe li “hînkirina saxlem” negirin, çi dikare biqewime? Were em dîna xwe bidine vê meselê. Qirna yekêda hine şagirtên Îsa difikirîn, ku roja Yehowa îda hatiye. Dibeke nemekêda ev yek hatibû gotinê û ewana difikirîn, ku Pawlosê şandî ev neme nivîsîbû. Hine xûşk-birên Têsalonîkî baweriya xwe vê yekê dianîn. Wana hê lêkolîn nekiribû ev yek rast e yan na, lê îda derheqa vê yekê merivên dinra jî digotin. Hergê wana bianiya bîra xwe, ku Pawlos çi wana hîn kiribû, ewana wê nehatana xapandinê (2 Têsalonîkî 2:1-5). Pawlos şîret da xûşk-bira, ku baweriya xwe her tiştî neynin, çi ku dibihên. Seva ku ewana dîsa nekevine telikeke usa, Pawlos xilaziya nema xweda usa got: “Eva silava bi destê min Pawlos e, çawa nîşana hemû nemên min. Ez aha dinivîsim” (2 Têsalonîkî 3:17).

15. Em ça dikarin xwe ji derewa biparêzin? Meselê bînin. (Binihêre usa jî şikil.)

15 Em ji giliyên Pawlos, ku ewî Têsalonîkiyara nivîsî, çi hîn dibin? Gava em tiştekî dibihên, çi ku miqabilî hînkirinên Kitêba Pîroz e, yan jî qewimandineke ecêb dibihên, em gerekê miqatî xwe bin. Gelek sal pêşda, Yektiya Sovyetêda, dijminên me neme bela kirin, ya ku yan çi ji ofîsa sereke, ya Şedên Yehowa bû. Vê nemêda hine birara hatibû gotinê, ku xwera teşkîleteke başqe saz kin. Usa dihate kifşê, ku tê bêjî ev neme bi rastî ji ofîsa sereke bû. Lê birên amin nehatine xapandinê. Wana fem kir, ku giliyên ji vê nemê li gora hînkirinên Kitêba Pîroz nîbûn. Îro jî dijminên rastiyê carna têxnolojiya modêrn didine xebatê, wekî me bixalifînin û yektiya me xirab kin. Seva ku em “fikirê xweda zû şaş nebin”, em gerekê fesal bin û îzbat bin, hela ew tiştên ku em dibihên yan jî dixûnin, li gora hînkirinên Kitêba Pîroz in, yan na (2 Têsalonîkî 2:2; 1 Yûhenna 4:1).

Bi wan derewa, yên ku çawa rastî têne kifşê, neyêne xapandinê (Binihêre abzasa 15) a


16. Li gora Romayî 16:17, 18, hergê hine meriv ji rastiyê derkevin, em gerekê çi bikin?

16 Tevî xizmetkarên Yehowaye amin yektiyêda bin. Xwedê dixwaze wekî em yektiyêda jêra xizmet kin. Heta ku em xwe li rastiyê bigirin, yektiya me wê xirab nebe. Her kesê ku tiştên nerast bela dike, dibine sebebê vê yekê, ku civatêda yektî xirab dibe, lema jî Xwedê dibêje, ku em gerekê “ji wan dûr bin”. Hergê em usa nekin, em dikarin bikevine telikê û ji rastiyê derkevin (Bixûne Romayî 16:17, 18).

17. Çira ferz e ku em rastiyê nas bikin û xwe li rastiyê bigirin?

17 Hergê em rastiyê têderdixin û xwe vê rastiyê digirin, hingê baweriya me qewî dibe û em diha nêzîkî Yehowa dibin (Efesî 4:15, 16). Emê ji hukumê propaganda û derewên Mîrê-cina bêne xweykirinê, û wedê tengasiya mezin, emê bin siya perê Yehowada bin. Belê, xwe li rastiyê bigirin û “Xwedêyê edilayiyê wê tevî we be” (Fîlîpî 4:8, 9).

KILAMA 122 Qewî Bisekinin!

a ŞIROVEKIRINA ŞIKILA: Wedê Yektiya Sovyetê bira neme distînin. Ev neme yan çi ji ofîsa sereke ya Şedên Yehowa ye, lê bi rastî ev ji dijminên me ye. Îro dijminên me dikarin bi saya întêrnêtê derheqa teşkîleta Yehowa derewa bela kin.