Jûrnalên “Birca Qerewiliyê” û “Hişyar Bin!”
Jûrnalên meye li ser hîmê Kitêba Pîroz, meriv dikarin ji 150 zimana zêdetir xwera bidine kişandinê. Jûrnala “Birca Qerewiliyê” eyan dike qewimandinên dinyayê û wana şirovedike bi saya pêxembertiyên ji Kitêba Pîroz. Ev jûrnal dilê meriya rihet dike bi mizgîniya xêrê, derheqa Padşatiya Xwedê, û usa jî baweriya me hindava Îsa Mesîh dişidîne. Jûrnala “Hişyar Bin!” nîşan dike çawa em dikarin problêmên îroyîn safî kin, û usa jî baweriya me hindava sozên Xwedê dişidîne, ku dinya teze wê bê û meriv di edilayêda û bêxofiyêda bijîn.