PIRSÊN CAHILA
Çawa ber Kul-Derda Teyax kim?
Her kes dikare rastî kul-derda bê. Kitêba Pîroz dibêje: “Pêşbazî ne bona merivên ku nigên wan lez in û ceng [şer] ne bona egîda ne . . . ji ber ku wext û rewş [qewimandin] pêrgîniya vana hemûya dikin” (Waîz 9:11). Ew gilî bona hine cahila ye jî, yên ku rastî kul-derda hatine. Lê gelo wana ça ber wan kul-derda teyax kirine? Va du mesele.
RÊBÊKA
Gava ez 14 salî bûm, dê-bavê min ji hev qetiyan.
Min xwera digot, wekî bi rastî dê-bavê min ji hev neqetiyane, û bavê minra lazim e hine wede tenê bimîne. Ez difikirîm, wekî bavê min wê ji diya min neqete, çimkî ew lê hiz dike. Çira ewî gerekê ez bihîştama?
Minra çetin bû derheqa vê yekê tevî kesekî xeber dim û min xwe ji hemûşka dûr digirt. Dilê xweda ez hêrs diketim, lê hingê min ne jî têderdixist. Ji bo vê yekê dilê min nerihet bû, çimkî xemgîniyêva tije bû, û xew nedikete çevê min.
Ez çaxê 19 salî bûm, diya min ji bo kanserê mir. Ew hevaleke mine here nêzîk bû.
Çaxê dê-bavê min ji hev qetiyan, ew bona min derdekî mezin bû, lê gava diya min mir, ji vê êşê girantir tu tişt tune bû. Ez heta niha hê ser hişê xweda nehatime. Minra diha çetin bûye razêm, û dilê min dîsa xemgîn e.
Lê wî wedeyî tiştên usa jî hebûn, yên ku gelek alî min dikirin. Mesele, Metelok 18:1-da tê gotinê, wekî xwe ji meriva dûr negirin, û ez ser xwe dixebitim wekî li gora vê şîretê bikim.
Ez ça Şedê Yehowa, edebyetên me ku ser hîmê Kitêba Pîroz in dixûnim, çimkî ewana dilbîniyê didine min. Mesele, gava dê-bavê min ji hev qetiyan, kitêba Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî gelek alî min kir, îlahî serîk ji Para 2 bi navê “Gelo Ezê bê Dê yan bê Bav Malbeta Xweda Bextewar bim?”
Metta 6:25-34 gelek alî min kirin, wekî bi zêdeyî xem nekim. Rêza 27-da, Îsa pirsê dide: “Îdî ji we kî dikare bi xemên xwe deqekê ser emirê xweda zêde ke?”
Belê, hemû meriv rastî kul-derda tên, lê mesela diya min alî min kir fem kim, ku çiqas ferz e ber van kul-derda teyax kin. Diya min rastî gelek tengasiya hat, mesele bavê min lê hîşt, û paşê jî ew giran nexweş ket. Lê dîsa jî, ewê nihêrandina xweye pozîtîv unda nedikir û baweriya wê hindava Xwedê heta xilaziyê qewî ma. Ezê tu car bîr nekim, ça ewê timê derheqa Yehowa minra gilî dikir.
Bifikire: Çawa xwendina Kitêba Pîroz û edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz dikarin alî te bikin, wekî ber kul-derda teyax kî? (Zebûr 94:19)
KORDÊL
Çaxê ez 17 salî bûm, min pê çevê xwe dît ça bavê min ruhê xwe da. Ew derdekî gelek giran bû bona min. Min xwe bêçare texmîn dikir.
Min tirê bavê min ne miriye, û çaxê kefen avîtine ser wî, min tirê ew bavê min nîne. Min xwera digot: “Ewê sibê hişyar be”. Ez gelek dilşkestî bûm.
Ez û malbeta min Şedên Yehowa ne, û çaxê bavê min mir, civata me gelek ber dilê meda dihat. Wana xwarin mera dianîn, dilbînî didane me, û ne tenê çendekê kêleka me bûn, lê gelek wede. Alîkariya wan bona min îzbatiya vê yekê bû, ku Şedên Yehowa Mesîhiyên rast in (Yûhenna 13:35).
Giliyên ji 2 Korintî 4:17, 18, gelek ez qewî kirim. Wêderê tê gotinê: “Cefên meye dem-deme sivik me dikine xweyiyê rûmeta girane heta-hetayêye bê himber. Awa em dîna xwe nadine tiştên xuya dibin, lê yên nexuya, çimkî tiştên xuya bona wextekî ne, lê yên nexuya heta-hetayî ne”.
Rêza 18 gelek dilê min girt. Tengasiyên bavê min wedelû bûn, lê Xwedê jîyîna heta-hetayê soz dide. Mirina bavê min ez hêlan kirim, wekî bifikirim hela ez emirê xwe ça derbaz dikim û çi nêta datînim pêşiya xwe.
Bifikire: Çawa kul-derd dikarin me hêlan kin, wekî nêtên xweye jîyînê biguhêzin? (1 Yûhenna 2:17)