Gelo Padşatiya Xwedê Dilê Merivada ne?
Caba Kitêba Pîroz
Na, Padşatiya Xwedê dilê merivada nîne. a Kitêba Pîroz dibêje ku ew padşatiya ezmana ye û şirovedike ku bi rastî ew kîderê ye (Metta 4:17). Were em şêwir kin, ku ça Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî ew padşatî rêalî ye, kîjan ku ji ezmên serwêrtiyê dike.
Padşatiya Xwedêda hene serwêr, binelî û qanûn. Û îzina vê Padşatiyê heye, wekî qirara Xwedê ser ezmana û ser erdê hîmlî ke (Metta 6:10; Eyantî 5:10).
Serwêrtiya Xwedê, yanê Padşatiya Xwedê wê ser cimet, “milet û kesên ji her zimana” serwêrtiyê bike (Daniyêl 7:13, 14). Ne ku bineliya serwêr kifşkirine, lê Xwedê ewana kifş kirine (Zebûr 2:4-6; Îşaya 9:7).
Îsa şandiyên xweye aminra got, wekî ewana Padşatiya ezmênda wê tevî wî “ser kursiya rûnên” (Lûqa 22:28, 30).
Dijminên vê Padşatiyê hene û ewê wana kuta ke (Zebûr 2:1, 2, 8, 9; 110:1, 2; 1 Korintî 15:25, 26).
Kitêba Pîroz hîn nake ku Padşatiya Xwedê dilê merivada ne û bi saya dil serwêrtiyê dike. Lê ew dide kifşê ku “xebera Padşatiyê” yanê “Mizgîniya Padşatiyê”, dikare û gerekê ser dilê meriva hukum ke (Metta 13:19; 24:14).
Çi tê hesabê “Padşatiya Xwedê hindurê weda ye”?
Hine welgerandinên kitêba Lûqa 17:21, meriya dixalifînin vê yekêda, ku Padşatiya Xwedê bi rastî kîderê ye. Mesele welgerandina “Vêrsîa Aqûbê Padşa” ya ser zimanê Înglîzî usa dibêje: “Padşatiya Xwedê hindurê weda ye”. Seva ku evê rêzê rind fem kin, were em dîna xwe bidin kontêksta vê.
Ew gilî Îsa Fêrisiyara got, dêmek serwêrên rêlîgiyayêra, yên ku miqabilî wî derdiketin û her tişt dikirin, wekî ew bê kuştinê (Metta 12:14; Lûqa 17:20). Gelo bi logîkî ye bifikirin, wekî Padşatiya Xwedê dilê wan miqabilada bû? Îsa gote wan: “Hindurva hûn durû ne û neheq in” (Metta 23:27, 28).
Welgerandinên dinda giliyê Îsaye ji Lûqa 17:21 diha zelal in: “Padşatiya Xwedê nava weda ye” (Welgerandina Mizgînî). Padşatiya ezmana bi vê nêtê “nava” Fêrisiyada bû, ku Îsa Padşê aliyê Xwedêda kifşkirî, ber wan sekinî bû (Lûqa 1:32, 33).
a Gelek rêlîgiya, hîn dikin wekî Padşatiya Xwedê dilê merivada ne. Li gora baweriya babtîsta Padşatiya Xwedê parek e “kîjan ku dil û jîyîna merivada ne”. Bavê Romê, Bênêdîktê XVI kitêba xweda ya bi navê “Îsayê ji Nisretê”, usa nivîsî: “Padşatiya Xwedê bi saya dilê guhdar tê”.