Derbazî serecemê

Kê bûn Merivê Dewletî û Lazar?

Kê bûn Merivê Dewletî û Lazar?

Caba Kitêba Pîroz

 Merivê dewletî û Lazar ev merivên ji serhatiya Îsa bûn (Lûqa 16:19-31). Vê serhatiyêda ev du meriv têne hesabê du komên meriva. Ya pêşin serwêrên rêlîgiyayê babax yên Cihûya, ku wedê Îsada dijîtin. Û ya duda, merivê milûk û diltemiz, yên ku guh didane elametiya Îsa.

Vê gotarêda

 Îsa derheqa merivê dewletî û Lazar çi got?

 Lûqa serê 16-da tê gilîkirinê derheqa du meriya, dereca kîjana gelek hate guhastinê.

 Serhatiya Îsa usa ne: Jîyîna merivê dewletî pir xweş û bê xem bû. Merivekî feqîr bi navê Lazar, ber derê yê dewletî ketîbû. Û çevê wî bermayê sifra dewletîda dima, ku dixwest kurmê xwe pê bişkênanda. Wede şûnda Lazar mir û meleka ew birine cem Birahîm. Merivê dewletî jî mir û hate definkirinê. Vê serhatiyêda ev du mêr ça kesên sax paşî mirinê têne eyankirinê. Merivê dewletî diyarê miriyada, pê agirê cenimê diçerçirî û ji Birahîm xwest, wekî Lazar bişîne, serê tiliya xwe avêda ke, bîne zarê wî şil ke. Birahîm xwestina wî mêrê dewletî înkar kir û got, wekî her du mêr niha ser xwe texmîn dikin guhastina derecên xwe.

 Gelo ev serhatî rêalî ye?

 Na. Îsa ev serhatî gilî kir, seva ku dersek hîn ke. Bi rastî lêkolînkar jî qebûl dikin, wekî ev serhatî çîrok e. Mesele, binseriya Kitêba Pîroze welgerandina Lûtêr ya sala 1912-da tê gotinê derheqa vê serhatiyê, ça derheqa çîrokê. Û Kitêba Pîroze Orşelîmê, ya Katolîkîda jî, spartinêda tê gotinê, wekî ev “çîrok bi cûrê serhatiyê tê gilîkirinê, kîderê ku tu merivek rêalî nîne”.

 Gelo serhatiya Îsa îzbat dike, wekî paşî mirinê jîyîn heye? Gelo ewî dixwest bigota, wekî hine meriv paşî mirinê agirê cenimêda diçerçirin û wekî Birahîm û Lazar ser ezmên bûn? Hine îzbatkirin didine kifşê, wekî usa nîne.

 Mesele:

  •   Hergê ev meriv bi rastî li ciyê kîderê ku agirê cenimê dişixulî, bûya, gelo ev dilopa avê ser serê tiliya Lazar wê ziha nebûya?

  •   Hergê dilopê avê ziha nebûya jî, gelo ev dilop dikaribû halê merivê ku agirê cenimêda diçerçirî, sivik kira?

  •   Ça Birahîm dikaribû ser ezmên bijîta, hergê wî çaxî gava Îsa evê serhatiyê gilî dikir, ewî zelal got, wekî tu kes ser ezmên hilnekişiya bû? (Yûhenna 3:13)

 Gelo ev serhatî derheqa agirê cenimê hîn dike?

 Na. Rast e ev serhatiya rêalî nîne, lê dîsa jî hine meriv dibêjin, wekî ew sîmbola wê yekê ye, ku merivên baş paşî mirinê diçine ser ezmên, lê merivên xirab cenimêda diçerçirin. a

 Gelo nihêrandina vî cûreyî rast e? Na.

 Hînkirina derheqa agirê cenimê, li gora hînkirina Kitêba Pîroz derheqa halê miriya, nîne. Mesele, ew nabêje, wekî hemû merivên baş, kîjan ku dimirin lezetê divînin ser ezmên, yan jî wekî merivên xirab cenimêda diçerçirin. Dewsê Kitêba Pîrozda zelal tê gotinê: “Yên ku dijîn dizanin ku wê bimirin, lê belê mirî bi tiştekî nizanin” (Waîz 9:5).

 Serhatiya derheqa merivê dewletî û Lazar çi tê hesabê?

 Ev serhatî dide kifşê, wekî halê du komên meriva zûtirekê bi temamî gerekê bihata guhastinê.

 Ça tê kifşê merivê dewletî dihate hesabê serokên rêlîgiya Cihûya, kîjan ku “perehiz bûn” (Lûqa 16:14). Wana hînkirinên Îsa dibihîst, lê miqabilî elametiya wî derdiketin. Ew serokên rêlîgiya, merivên din ça kesî nimiz hesab dikirin (Yûhenna 7:49).

 Lazar dihate hesabê ew meriv, yên ku elametiya Îsa qebûl kirin û kîjan ku ji aliyê serwêrên rêlîgiya Cihûya dihatine nefretkirinê.

 Bona her du koma derece bi temamî hate guhastinê.

  •   Serwêrên rêlîgiya Cihûya difikirîn, wekî ewana Xwedê xweş tên, lê ewana mirin dêmek ev tê hesabê, wekî Xwedê wana û cûrê hebandina wan înkar kir, çimkî wana elametiya Îsa qebûl nekir. Ev elametî ku Îsa û şagirtên wî bela dikirin, wana diçerçirand (Metta 23:29, 30; Karên Şandiya 5:29-33).

  •   Merivên ku ji aliyê serwêrên rêlîgiyayê dihatne nefretkirinê, îda qebûlkirina Xwedê ser xwe texmîn dikirin. Geleka ji wan elametiya û hînkirinên Îsa ku ser hîmê Kitêba Pîroz bûn, qebûl kirin û karê ji vê yekê standin. Niha wanra mecal vebû, wekî heta-hetayê qebûlkirina Xwedêra, ku ewana ser xwe texmîn dikin, şa bin (Yûhenna 17:3).

a Hine welgerandinên Kitêba Pîrozda hatiye xebitandinê xebera cenim, seva ku şirovekin cî kîderê ku merivê dewletî bû paşî mirinê. Lê xebera Yûnanî (Hadês) yan “diyarê miriya”, ya ku Lûqa 16:23-da tê xebitandinê, tê hesabê ciyê çelkirina meriva, dêmek mezel.