Nefs Çi Tê Hesabê?
Caba Kitêba Pîroz
Kitêba Pîrozda xebera nefs, ser zimanê Îbranî tê welgerandinê ça “nêfêş” û ser zimanê Yûnanî ça “psîxê”. Xebera Îbranî raste-rast tê welgerandinê ça “efrîna ku bîna xwe dikişîne”, lê xebera Yûnanî tê welgerandinê ça “efrîna sax”. a Dêmek nefs ev heye meriv yan jî heywan, ne ku tiştek hindurê bedenêda, ya ku paşî mirinê berdewam dike bijî. Werên em dîna xwe bidinê, çawa Kitêba Pîroz dide kifşê, wekî nefsa meriv ev heye xwexa meriv:
Gava Yehowa Xwedê merivê pêşin Adem efirand, Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ew bû “bînberekî sax” (Destpêbûn 2:7). Adem ne ku nefs stand, lê ew xwexa bû nefsekî sax, dêmek bû meriv.
Li gora Kitêba Pîroz nefs dikare bixebite, birçî be, nan bixwe, gura serwêrên dewletê bike û destê xwe bide cinyaz. Ev her tişt meriv dikare bike, ne ku pareke wî (Qanûna Kahîntiyê 5:2; 7:20; 23:30; Qanûna Ducarî 12:20; Romayî 13:1).
Gelo nefs dikare bimire?
Belê, nefs dimire. Gelek rêzên ji Kitêba Pîroz îzbat dikin, wekî nefs dimire. Vira hine mesele hatine dayînê:
“Nefsa ku gune dike wê bimire” (Hezeqêl 18:4, 20, “King James Version”).
Îsraêla berêda li gora qanûnê, merivê ku gunê giran dikir, ew nefs gerekê bihata kuştinê (Derketin 12:15, 19; Qanûna Kahîntiyê 7:20, 21, 27; 19:8). Usa jî derheqa roja Şemiyê usa dihate gotinê, “kê ku wê biherimîne gerekê bê kuştinê” (Derketin 31:14).
Hine rêzên Kitêba Pîrozda, çaxê xeberdan diçû derheqa “cinyazê meriva”, wî çaxî car-cara didane xebatê xebera ku raste-rast dihate hesabê “nefsa mirî” (Qanûna Kahîntiyê 21:11; Jimar 6:6). Hine welgerandinên Kitêba Pîrozda, van rêzada hatine xebitandinê xeberên “bedena mirî” yan jî “kesê mirî”, lê têksta orîjînalêda ser zimanê Îbranî hatiye xebitandinê xebera “nêfêş”, dêmek nefs.
“Nefs” dikare bê hesabê “jîyîn”
Kitêba Pîrozda xeberên “nefs” û “jîyîn” wek hev têne xebitandinê. Mesele, kitêba Îbo 33:22-da xebera Îbranî “nefs” (“nêfêş”) hatiye xebitandinê ça “jîyîn”. Usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî meriv dikare nefsa xwe bike qeziyê, dêmek emirê xwe bike qeziyê û bimire (Derketin 4:19; Hakimtî 9:17; Fîlîpî 2:30).
Ev yek ku xebera nefs bi vî cûreyî tê xebitandinê, alî me dike fem bikin Destpêbûn 35:18, kîderêda tê gotinê ku gava Rahêl dimir “ewê ruhê xwe dida”. Ev gilî-gotin tê hesabê, wekî meriv jîyîna xwe dest dide, dêmek unda dike. Hine welgerandinên Kitêba Pîrozda ev gilî-gotin ji Destpêbûn 35:18, tê xebitandinê ça “bînkişandina xweye paşin berda” (“Good News Translation; New Jerusalem Bible”).
Hînkirina ku nefs namire ji ku pêşda hat?
Gelek rêlîgiyên Mesîhîtî ev hînkirin ne ku ji Kitêba Pîroz, lê ji fîlosofiya Yûnanî ya berê hildane. Ensîklopêdiyekêda tê gotinê: “Nivîsarên Pîrozda meriv tê hesabê ça kesê tek û derheqa nefsa ku namire, ya ku bedena gunekar û rizîda ne, tu tişt nayê gotinê. Hînkirinên Mesîhîtîda hînkirina derheqa ku nefs namire, bin bayê fîlosofiya Yûnanîda pêşda hat” (“Encyclopædia Britannica”).
Xwedê qebûl nake çaxê meriv hînkirinên wîye rast, tevî fîlosofiyên meriva hev dixin, mesele çawa hînkirina nefsa ku namire. Kitêba Pîroz temî dide: “Haş ji xwe hebin, nebe ku yek bi serwaxtiya derewe pûç dilê we bike hêsîr. Ew ji edetên meriva û sixirên vê dinyayê tên, ne ji Mesîh” (Kolosî 2:8).
a Ferhengekêda tê gotinê, wekî gelek welger xebera “nêfêş” û “psîxê” li gora kontêkstê weldigerînin, û ewana didine xebatê xeberên usa ça nefs, jîyîn, meriv, efrîn, beden û tiştên mayîn (“The New Brown, Driver, and Briggs Hebrew and English Lexicon of the Old Testament”, rûp. 659, û “Lexicon in Veteris Testamenti Libros”, rûp. 627).