Gelo Em Gerekê Serê Xwe Ber Pûta Daynin?
Caba Kitêba Pîroz
Na, em gerekê vê yekê nekin. Derheqa qanûnên ku Xwedê dabû Îsraêliya, Ensîklopêdiya Katolîkîye Tezeda usa tê gotinê: “Ji cûre-cûre parên Kitêba Pîroz tê kifşê, wekî hebandina rastda pût nedidane xebatê”. Were em dîna xwe bidine çend rêzên Kitêba Pîroz:
“Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê, ne jî nava avên bin erdêda. Ber tu pûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im, ku bona neheqîyên bava tînime serê zara, heta nisilê sisîya û çara ku dijenine min” (Derketin 20:4, 5). Xwedê dixwaze wekî em “bi temamiya dilê xwe” wî hiz bikin. Ew naxwaze ku em serê xwe ber şikila û pûta daynin, û ne jî tiştên din bona hebandinê bidine xebatê (Lûqa 10:27).
“Ezê rûmeta xwe nedim yekî din, pesinê xwe nedim pûta” (Îşaya 42:8, ÎM). Xwedê xweş nayê gava bi saya pûta wî dihebînin. Çaxê hine Îsraêlî bona hebandinê golikek ro kirin, Xwedê got ku ewana “ji rê şihitî” ne (Derketin 32:7-9).
“Gerekê em Xwedê aha neşibînin mîna zêr, zîv, yan kevirê ku bi hiş û hostatiya meriva hatine kolandinê” (Karên Şandiya 17:29). Wedê hebandina xudanên qelp, meriv van pûta didin xebatê, kîjan “ku bi hiş û hostatiya meriva hatine kolandinê”, lê em Mesîhî pey rêberiya Kitêba Pîroz diçin, “çimkî em bi baweriyê dijîn, ne ku bi dîtina çeva” (2 Korintî 5:7).
“Xwe ji pûtparistiyê xwey kin” (1 Yûhenna 5:21). Van qanûnada ku Xwedê dabûne Îsraêliya û Mesîhiya, raste-rast dihate gotinê ku Xwedê qebûl nake, wekî hebandinêda şikila û pûta bidine xebatê.