Derbazî serecemê

Gelo Hemû Rêlîgiya Yek in? Gelo Hemû Rêlîgiya Me Nêzîkî Xwedê Dikin?

Gelo Hemû Rêlîgiya Yek in? Gelo Hemû Rêlîgiya Me Nêzîkî Xwedê Dikin?

Caba Kitêba Pîroz

 Na, ne hemû rêlîgiya yek in. Kitêba Pîroz gelek car besa wan rêlîgiya dike, kîjan ku Xwedê xweş nayên. Wan rêlîgiya em dikarin ser du cûrên sereke parevekin.

Cûrê pêşin: Hebandina xudanên qelp

 Çaxê Kitêba Pîroz besa hebandina xudanên qelp dike, xeberên usa têne xebitandinê ça “vala”, “pûç” û “bêqîmet” (Yêremya 10:​3-5; 16:19, 20). Yehowa a Xwedê temî da Îsraêliya: “Pêştirî min xwedêyêd teye mayîn tune bin” (Derketin 20:3, 23; 23:24). Çaxê Îsraêlî serê xwe ber xudanên qelp danîn, hêrsa Yehowa ser wana rabû (Jimar 25:3; Qanûna Kahîntiyê 20:2; Hakimtî 2:13, 14).

 Îro jî usa ne, nihêrandina Xwedê ser hebandina xudanên qelp nehatiye guhastinê (1 Korintî 8:5, 6; Galatî 4:8). Van merivara, yên ku dixwazin Xwedêra xizmet kin, Ew temî dide wekî heleqetiya xwe tevî wan meriva biqetînin, yên ku piştgiriya hebandina qelp dikin. Xwedê dibêje: “Ji nava wan derên, cude bin” (2 Korintî 6:14-17). Lê hergê hemû rêlîgiya yek in, çima Xwedê ev temî da?

Cûrê duda: Gava meriv bi cûrê nerast Xwedê dihebînin

 Cara Îsraêliya eyd-qeyd û baweriyên pûtparista tevî hebandina rast hevdixistin, lê Yehowa hebandina usa qebûl nedikir (Derketin 32:8; Qanûna Ducarî 12:2-4). Îsa serwêrên rêlîgî sûcdar dikir ji bo vê yekê, ku wana çi cûreyî Xwedê dihebandin. Rûva ber meriva, ewana tê bêjî Xwedêxof bûn, lê bi rastî durû bûn, çimkî “awa gotî heqiyê, remê û baweriyê” davîtine pişt guhê xwe (Metta 23:23).

 Îro jî usa ne, tenê ew rêlîgiya meriya nêzîkî Xwedê dike, kîjan ku ser hîmê rastiya ji Kitêba Pîroz e (Yûhenna 4:24; 17:17; 2 Tîmotêyo 3:16, 17). Lê rêlîgiyên ku miqabilî Kitêba Pîroz in, meriva ji Xwedê dûr dixin. Gelek hînkirinên ku bi nihêrandina meriva ser hîmê Kitêba Pîroz in, mesele sêyekane, ruhê nemirî, û çerçirandina heta-hetayê, bi rastî ser hîmê hînkirinên pûtparista ye. Hebandina usa pûç û bêkêr e, çimkî dewsa qanûn û prînsîpên Xwedê hîn ke, eyd-qeydên rêlîgî hîn dike (Marqos 7:7, 8).

 Xwedê durûtiya rêlîgî nefret dike (Tîto 1:16). Seva ku rêlîgiya alî meriva bike wekî nêzîkî Xwedê bin, ew gerekê ser emirê wane herrojî hukum ke, ne ku tenê edet û eyd-qeyda hîn ke. Mesele, Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Heger yek xwe xwedênas hesab dike û zimanê xwe nikare, ew xwexa xwe dixapîne, xwedênasiya wî pûç e. Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasiya rast û bêqisûr ev e: Telî-tengiyada dest bavêjine sêwiya û jinebiya û hevza xwe jî ji lekêd dinê bike” (Aqûb 1:26, 27). “Welgerandina Aqûbê Padşada” (The King James Version) ser gilî xwedênasiya rast kîjanîda durûtî tune, tê gotinê “hebandina temiz”.

a Ça Kitêba Pîrozda tê gotinê, Yehowa navê Xwedayê rast e.