KILAM 89
Guh Bide û Guhdar Be!
-
1. Şîretên Îsa Mesîh biqîmet in
ew rêya rast nîşanî me didin.
Ne bes e ku em wan tenê bizanin,
gerek em wan hemûyan pêk bînin.
(DÎSGOTIN)
Guh bide û guhdar be!
Rêya Xwedê terk neke!
Ger tu dixwazî serkeftî bibî,
guh bide û guhdar be!
-
2. Çawa ku maleke li ser zinaran
saxlem dimîne û hilnaweşe,
wexta ku em guh didin Îsa Mesîh
jiyana me bextewartir dibe.
(DÎSGOTIN)
Guh bide û guhdar be!
Rêya Xwedê terk neke!
Ger tu dixwazî serkeftî bibî,
guh bide û guhdar be!
-
3. Çawa ku darên li kêleka avê
her tim berdar in û naçilmisin,
ger em bimînin li rêya Yehowa,
emê emrê bêdawî bistînin!
(DÎSGOTIN)
Guh bide û guhdar be!
Rêya Xwedê terk neke!
Ger tu dixwazî serkeftî bibî,
guh bide û guhdar be!
(Li van ayetan jî binêre: 5. Mû. 28:2; Zeb. 1:3; Mtl. 10:22; Met. 7:24-27; Lûqa 6:47-49)