KILAM 57
Mizgînê Bê Pêşhukim Belav Bike
(1. Tîmotêyos 2:4)
-
1. Xwedê her kesî wek hev dibîne,
ew însanan ji hev cihê nake.
Her kes dikare nêzîkî wî be,
ew hazir e ku wan qebûl bike.
(DÎSGOTIN)
Em diçin ba însanan
ku mizgînê bidin wan,
em vî îşî dikin mîna Îsa.
Bi xîreteke mezin
em ji wan re dibêjin:
“Werin û bibin dostên Yehowa!”
-
2. Xwedê dilê mirovan dibîne,
ew rind dizane ku kî dilpak e.
Loma daxwaza Xwedê pêk bîne,
ji vî îşî tu caran neweste!
(DÎSGOTIN)
Em diçin ba însanan
ku mizgînê bidin wan,
em vî îşî dikin mîna Îsa.
Bi xîreteke mezin
em ji wan re dibêjin:
“Werin û bibin dostên Yehowa!”
-
3. Gava mirov guh didin mizgînê,
ev yek pir şa dike dilê Xwedê.
Loma here, xebera rastiyê
bê pêşhukim bide li her derê.
(DÎSGOTIN)
Em diçin ba însanan
ku mizgînê bidin wan,
em vî îşî dikin mîna Îsa.
Bi xîreteke mezin
em ji wan re dibêjin:
“Werin û bibin dostên Yehowa!”
(Li van ayetan jî binêre: Yûh. 12:32; Kar. 10:34; 1. Tîm. 4:10; Tît. 2:11)