KILAM 24
Werin Çiyayê Yehowa!
(Îşaya 2:2-4)
-
1. Çi qas bilind bûye
çiyayê Xwedayê me,
îro ji her derê pir
zelal xuya dike!
Gelek kesên dilrast
niha li hev top dibin,
ew hazir in ku emrên
Yehowa pêk bînin.
Wext êdî hatiye,
em bi çavê xwe vê dibînin,
xizmetkarên Xwedê
bûne miletekî pir mezin.
Bi milyonan însan
rastiyê qebûl dikin,
ew roj bi roj
ji Yehowa re xizmet dikin.
-
2. Mîna Îsa Mesîh,
em jî Padîşahiyê
her tim îlan dikin
bi xîret li her derê.
Îsa hukim dajo,
bila em guh bidin wî.
Gerek kesên dilpak
bigirin aliyê wî.
Elaleta mezin
şev û roj pesnê Xwedê dide.
Dilê me pir şa ye,
ji ber ku para me jî heye.
Em bi dengê bilind
gazî însanan dikin:
“Werin, em hilkişin ser
vî çiyayê mezin!”
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 43:3; 99:9; Îşa. 60:22; Kar. 16:5)