KILAM 118
“Baweriya Me Zêde Bike”
-
1. Qisûrên me gelek in, ey Yehowa,
dilê me xapînok û xayîn e.
Ji bo ku em nêzîkî te bimînin,
baweriya me gerek qayîm be.
(DÎSGOTIN)
Baweriya me zêde bike, Xwedê!
Em muhtacî alîkariyê ne.
Baweriya me zêde bike, Bavo,
da ku em tim rûmetê bidin te.
-
2. Bi saya baweriyê em dikarin
dilê te şa bikin, Xwedayê me.
Em bawer in ku xelateke mezin
li benda me ye, şika me tune.
(DÎSGOTIN)
Baweriya me zêde bike, Xwedê!
Em muhtacî alîkariyê ne.
Baweriya me zêde bike, Bavo,
da ku em tim rûmetê bidin te.
(Li van ayetan jî binêre: 1. Mû. 8:21; Îbr. 11:6; 12:1)