KILAM 114
“Sebir Bikin”
(Aqûb 5:8)
-
1. Xwedayê me Yehowa
ji navê xwe pir hez dike.
Ew gelekî dixwaze
vî navî zû pîroz bike.
Dîsa jî, ew bi hîkmet
li bendê disekine.
Bi saya hezkirinê,
ew hê sebir dike.
Daxwaza Xwedê ev e
ku her însan xelas bibe.
Bavê me çi qas qenc e,
ew sebra xwe winda nake!
-
2. Em roj bi roj dibînin
ku sebir çi qas muhîm e.
Bi saya vî sifetî
hizûr dikeve dilê me.
Eger sebra me hebe
emê sakîn bimînin.
Gava dilê me teng e,
emê hêrs nekevin.
Hemû sifetên Xwedê
ji bo me pir biqîmet in.
Loma em xîret dikin
ku wek Xwedê sebir bikin.
(Li van ayetan jî binêre: 2. Mû. 34:14; Îşa. 40:28; 1. Kor. 13:4, 7; 1. Tîm. 2:4)