KILAM 105
“Xwedê Hezkirin e”
(1. Yûhenna 4:7, 8)
-
1. Yehowa me dawet dike
ku em bibin mîna wî.
Madem ku ew hezkirin e,
nabe bê vî sifetî.
Roj bi roj em jî dixwazin
hez bikin mîna Xwedê.
Qet rêyeke baştir tune
ji rêya hezkirinê.
-
2. Hezkirin tim sebir dike,
dilovaniyê dike.
Hezkirin xwe mezin nake,
çavnebariyê nake.
Îsa Mesîh nîşan daye
hezkirineke mezin.
Tenê bi zimên çênabe,
gerek em ya rast bikin.
-
3. Nekeve ber bayê Îblîs,
ji nefretê bireve.
Kînê ji dilê xwe derxe,
mirovan efû bike.
Li hemû warên jiyanê
emrê Xwedê pêk bîne.
Ji Xwedê û ji însanan
bi dilgermî hez bike.
(Li van ayetan jî binêre: Mar. 12:30, 31; 1. Kor. 12:31–13:8; 1. Yûh. 3:23)