MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 32
KILAM 44 Niyaza Kesê Dilteng
Yehowa Dixwaze ku Her Kes Tobe Bike
“[Yehowa] naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. PETRÛS 3:9).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku tobekirin tê çi maneyê, tobekirin çima muhîm e, û Yehowa çawa alî mirovan kiriye ku ew tobe bikin.
1. Tobekirin tê çi maneyê?
WEXTA KU em şaşiyan dikin, gerek em tobe bikin. Li gor Kitêba Pîroz, kesekî ku tobe dike êdî ji şaşiya xwe nefret dike, dev jê berdide û xîret dike ku şaşiya xwe dubare neke (Meta 3:8; Karên Şandiyan 3:19; 2. Petrûs 3:9).
2. Ji bo me hemûyan çima muhîm e ku em maneya tobekirinê rind fehm bikin? (Nehemya 8:9-11)
2 Gerek em maneya tobekirinê rind fehm bikin. Gelo çima? Çimkî em gişt her roj guneh dikin. Ji ber ku em zarokên Adem û Hewayê ne, me guneh û mirin ji wan mîras standine (Romayî 3:23; 5:12). Halê her kesî wisa ye. Ji bo kesên bawermend jî ne hêsan e ku ew xwestekên xwe yên nerast bindest bikin. Mesela, halê Pawlos wisa bû (Romayî 7:21-24). Gelo ev yek tê maneya ku gerek em bi dewamî ji ber gunehên xwe ber xwe bikevin? Na. Yehowa dilrehm e, û ew dixwaze ku em dilxweş bin. Ka serpêhatiya Cihûyên di rojên Nehemya de bîne ber çavê xwe (Nehemya 8:9-11 bixwîne). Yehowa nedixwest ku ew ji ber gunehên xwe yên berê perîşan bin, lê wî dixwest ku ew bi dilxweşî ji wî re îbadetê bikin. Yehowa dizane ku netîceya tobekirinê, dilxweşî ye. Loma, ew me hîn dike ku gerek em çawa tobe bikin. Eger em ji gunehên xwe tobe bikin, Bavê meyî dilovan wê me efû bike.
3. Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin sê nuqteyên di heqê tobekirinê de. A yekê, emê bibînin ku Yehowa ji Îsraîliyan re di heqê tobekirinê de çi gotibû. A diduyan, emê bibînin ku Yehowa çawa alî gunehkaran dikir, da ku ew tobe bikin. A sisêyan jî, emê bibînin ku Îsa Mesîh di heqê tobekirinê de çi hîn kir.
YEHOWA JI ÎSRAÎLIYAN RE DI HEQÊ TOBEKIRINÊ DE ÇI GOTIBÛ?
4. Yehowa ji miletê Îsraîlê re di heqê tobekirinê de çi got?
4 Yehowa Xwedê bi miletê Îsraîlê re peymaneke xisûsî danîbû. Wî ji wan re got ku eger ew li gor qanûnên wî hereket bikin, ewê wan biparêze û bereketan bide wan. Li ser van qanûnan, Xwedê ji wan re wisa got: “Ev emrê ku îroj li te dikim, bona te ne zor e û ji te ne dûr e” (5. Mûsa 30:11, 16). Lê belê, wî ji wan re got ku eger ew li hemberî wî serî hildin – mesela eger ew pûtperestiyê bikin – ewê wan êdî neparêze, û ewê bikevin tengasiyê. Dîsa jî, ev yek nedihat maneya ku Yehowa wê ew bi temamî terk bikirana. Fersenda wan wê hebûya ku vegerin ba Yehowa û guh bidin wî (5. Mûsa 30:1-3, 17-20). Yanî, wanê bikaribûya tobe bikin. Yehowa ji wan re got ku eger ew tobe bikin, ewê ji nû ve nêzîkî wan bibe û bereketa xwe bide wan.
5. Gava Îsraîlî ji rê derdiketin, Yehowa çi dikir? (2. Qiralan 17:13, 14)
5 Miletê Îsraîlê gelek caran li hemberî Yehowa serî hilda. Wan hem pûtperestî dikir hem jî xerabiyên din dikirin. Di netîceyê de, serê wan diket belayê. Lê Yehowa Xwedê dîsa jî destê xwe ji wan nedikişand. Wî dîsa û dîsa pêxember dişandin, da ku ew ji Îsraîliyan re bibêjin ku bila ew tobe bikin û vegerin ba wî (2. Qiralan 17:13, 14 bixwîne).
6. Yehowa xizmetkarên xwe çawa bi destê pêxemberên xwe hîn dikirin ku tobekirin çi qas muhîm e? (Li resim jî binêre.)
6 Yehowa Xwedê xizmetkarên xwe gelek caran bi destê pêxemberan serrast dikirin. Mesela, Yêremya pêxember ji wan re wisa got: “Yehowa wisa dibêje: ‘Vegere, ey Îsraîla jirêderketî.’ Yehowa wisa dibêje: ‘Ezê bi hêrs li we nenêrim, çimkî ez dilsoz im. Ezê heta hetayê nexeyîdim. Bes sûcê xwe qebûl bike, çimkî te li hemberî Xwedayê xwe Yehowa serî hildaye’” (Yêremya 3:12, 13, NWT). Bi navgîniya Yoêl pêxember, Yehowa ji wan re wisa got: “Bi hemûya dilê xwe … vegerin min” (Yowêl 2:12, 13). Bi devê Îşaya pêxember, wî wisa got: “Xwe bişon, paqij bibin, xerabiyên karên xwe ji ber çavê min bavêjin, dev ji xerabî kirinê berdin!” (Îşaya 1:16-19). Û Hêzekîêl ev gotinên Yehowa gihandin wan: “Gelo ez ji mirina zilamê xerab zewqê digirim; ma ne zêdetir ew ji rêyên xwe vegere û bijî? … Ez ji mirina zilamê ku dê bimire kêfê nastînim … ger wusa be vegerin û bijîn” (Hêzekîêl 18:23, 32). Gava însanên gunehkar tobe dikin, Yehowa dilxweş dibe, çimkî ew dixwaze ku ew heta hetayê bijîn. Heta, ji bo ku ew tobe bikin, Yehowa alî wan dike. Ka em bala xwe bidin çend mîsalan.
7. Bi destê serpêhatiya Hoşeya pêxember û jina wî, Yehowa çi hînî miletê Îsraîlê kir?
7 Bîne bîra xwe ku Yehowa bi destê jina Hoşeya pêxember çi hînî xizmetkarên xwe kiribû. Navê wê Gomer bû. Piştî ku wê zina kiribû, wê mêrê xwe berda û çû pey mêrên din. Dîsa jî, Yehowa Xwedê – yê ku dilan dibîne – ji Hoşeya re wisa got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraîliyên ku berê xwe dan îlahên din … hez dike” (Hoşeya 3:1; Methelokên Silêman 16:2). Wê demê, jina Hoşeya hê guneh dikir. Lê belê, Yehowa ji Hoşeya re got ku bila ew wê efû bike û dîsa wek jina xwe qebûl bike. a Bi vê mîsalê, Yehowa dixwest nîşanî xizmetkarên xwe yên serhişk bide ku ew li wan çawa dinêre. Wan her çi qas gunehên giran dikirin jî, wî ji wan hez dikir û hewl dida ku alî wan bike, da ku ew tobe bikin û xwe serrast bikin. Li gor vê mîsalê, gelo Yehowa hazir e ku alî kesên ku hê dev ji gunehên giran bernedaye, bike, da ku ew tobe bikin? (Methelokên Silêman 17:3). Ka em binêrin.
YEHOWA ÇAWA ALÎ GUNEHKARAN DIKIR, DA KU EW TOBE BIKIN?
8. Yehowa çi kir ku alî Qayîn bike, da ku ew tobe bike? (1. Mûsa 4:3-7) (Li resim jî binêre.)
8 Qayîn kurê pêşîn ê Adem û Hewayê bû. Wek hemû zarokên Adem û Hewayê, wî jî qisûrdarî ji dê û bavê xwe mîras standibû. Wekî din, Kitêba Pîroz li ser wî wisa dibêje: “Kirinên wî bi xwe xerab bûn” (1. Yûhena 3:12). Gava Qayîn qurbanek pêşkêş kir, dibe ku Yehowa ji ber vî sebebî “Qayîn û pêşkêşiya wî red kir”. Lê belê, li şûna ku xwe serrast bike, “Qayîn gelek hêrs bû û rûyê xwe tirş kir”. Îcar Yehowa çi kir? Wî bi Qayîn re xeber da (1. Mûsa 4:3-7 ji tercûmeya Mizgînî bixwîne). Bala xwe bidê ku Yehowa çawa bi nezaket bi Qayîn re xeber da. Yehowa jê re got ku eger ew xwe serrast bike, ewê bereketa xwe bide wî. Ji aliyê din ve, Yehowa got ku eger ew dev ji hêrsa xwe bernede, talûke heye ku ew tiştekî xerab bike. Çi heyf e ku Qayîn guh neda Yehowa. Wî îzin neda ku Yehowa alî wî bike, da ku ew tobe bike. Piştî vê serpêhatiya xerab, gelo Yehowa êdî qerar da ku alî gunehkaran neke, da ku ew tobe bikin? Helbet na!
9. Yehowa çawa alî Dawid Padîşah kir, da ku ew tobe bike?
9 Yehowa ji Dawid Padîşah pir hez dikir. Wî ew wek “zilamekî li gor dilê xwe” didît (Karên Şandiyan 13:22, NWT). Lê belê, Dawid hin gunehên giran kirin. Mesela, wî zina kir û zilamek da kuştin. Li gor Qanûna Mûsa, Dawid hêjayî mirinê bû (3. Mûsa 20:10; 4. Mûsa 35:31). Dîsa jî, Yehowa dixwest alî Dawid bike, da ku ew tobe bike. Dawid her çi qas hê tobe nekiribû jî, Yehowa pêxemberê xwe Natan şand ba wî. Bi destê çîrokekê, Natan nîşanî Dawid da ku wî gunehekî çi qas giran kiribû. Dawid jî tobe kir (2. Samûyêl 12:1-14). Di zebûrekê de, Dawid anî zimên ku ew ji ber gunehê xwe çi qas poşman e (Zebûr 51, sernivîs). Vê zebûrê dilê gelek gunehkaran rihet kiriye û alî wan kiriye ku ew tobe bikin. Ma em ne şikirdar in ku Yehowa bi dilovanî alî Dawid kir, da ku ew tobe bike?
10. Tu li ser sebir û efûkariya Yehowa çi difikirî?
10 Yehowa ji hemû gunehan nefret dike (Zebûr 5:4, 5). Lê belê, ew dizane ku em gişt gunehkar in, û ji ber ku ew ji me hez dike, ew alî me dike, da ku em bikarin li hemberî guneh micadele bikin. Eger kesekî gunehekî pir giran kiribe jî, Yehowa hazir e ku alî wî bike, da ku ew tobe bike û vegere ba wî. Ev yek dilê me çi qas rihet dike! Her ku em li ser sebir û efûkariya Yehowa difikirin, daxwaza me xurttir dibe ku em jê re dilsoz bimînin û ji gunehên xwe tobe bikin. Niha, ka em bibînin ku Îsa Mesîh di heqê tobekirinê de çi hîn kir.
ÎSA MESÎH DI HEQÊ TOBEKIRINÊ DE ÇI HÎN KIR?
11-12. Îsa Mesîh çawa nîşanî guhdarên xwe da ku Xwedê çi qas efûkar e? (Li resim binêre.)
11 Piştî mîladê di sedsala yekê de, wext êdî hatibû ku Mesîh derkeve meydanê. Wek me di meqaleya berê de dîtibû, Yehowa bi destê Yehya û Îsa Mesîh nîşanî mirovan da ku çi qas muhîm e ku ew tobe bikin (Meta 3:1, 2; 4:17).
12 Îsa Mesîh nîşanî mirovan dida ku Xwedê çi qas efûkar e. Ev yek bi xisûsî ji çîroka kurê windabûyî tê fehmkirin. Di vê çîrokê de, xortekî heta demekê jiyaneke beredayî ajot. Lê paşê, “hişê wî hat serê wî”, û ew vegeriya malê. Gelo bavê wî çi kir? Gava xort “hê di rê de bû, bavê wî ew ji dûr ve dît û dilê wî pê şewitî. Ew bi lez çû pêşiya wî û xwe avêt stûyê wî û ew bi nermî maç kir.” Xort xwest li mala bavê xwe bibe xulam, lê bavê wî jê re got “kurê min” û ew ji nû ve wek ferdekî malbatê qebûl kir. Bav got: “Ew windabûyî bû û hatiye dîtin” (Lûqa 15:11-32, NWT). Gava Îsa Mesîh hê li ezmanan dijiya, yanî berî ku ew hat dinyayê, wî bê şik dîtibû ku Bavê wî çawa rehm li gelek gunehkarên tobedar dikir. Bi destê vê çîrokê, em rind fehm dikin ku Bavê me Yehowa çi qas dilrehm e, ne wisa ye?
13-14. Petrûsê şandî di heqê tobekirinê de çi fehm kir, û wî ji kesên din re çi got? (Li resim jî binêre.)
13 Petrûsê şandî di heqê tobekirin û efûkirinê de ji Îsa Mesîh hin dersên muhîm standin. Petrûs gelek caran hewceyî efûkirinê bû, û Îsa Mesîh jî ew bi dilrehmî efû dikir. Mesela, Petrûs sê caran înkar kir ku ew Îsa Mesîh nas dike, û paşê ew pir poşman bû (Meta 26:34, 35, 69-75). Lê belê, piştî ku Îsa Mesîh ji mirinê hatibû rakirin, ew ji Petrûs re xuya bû. Wisa tê fehmkirin ku gava Îsa Mesîh pê re xeber dida, Petrûs bi tena serê xwe bû (Lûqa 24:33, 34; 1. Korîntî 15:3-5). Îsa Mesîh dizanibû ku Petrûs ji dil tobe kiribû, loma şik tune ye ku wî ew bi dilovanî efû kir.
14 Ji ber serpêhatiyên xwe, Petrûsê şandî maneya tobekirin û efûkirinê rind fehm dikir. Loma, wî kesên din jî hîn dikirin, da ku ew tobe bikin û bên efûkirin. Demeke kin piştî cejna Pentîkostê, Petrûs bi destê gotarekê ji Cihûyan re zelal kir ku zilamê ku wan kuştibû, Mesîh bû. Lê belê, wî bi dilovanî ji wan re wisa got: “Tobe bikin û … bizivirin, da ku gunehên we bên xîşkirin” (Karên Şandiyan 3:14, 15, 17, 19). Bi vî awayî, Petrûs nîşan da ku gunehkarekî tobedar gerek bizivire – yanî gerek ew fikir û hereketên xwe yên şaş biguherîne – û li gor daxwaza Xwedê bijî. Wekî din, Petrûs nîşan da ku gunehên wan wê ji aliyê Yehowa ve “bên xîşkirin”, da ku ew êdî neyên dîtin. Çend dehsal bi şûn de, Petrûs ji şagirtên Îsa Mesîh re wisa got: “[Yehowa] bîhna xwe li we fireh dike û naxwaze ku kesek helak bibe, lê dixwaze ku hemû tobe bikin” (2. Petrûs 3:9). Belê, dilê me rihet e, çimkî em dizanin ku eger me gunehên giran kiribin jî, Yehowa hazir e ku me efû bike.
15-16. (a) Pawlosê şandî di heqê efûkirinê de çi fehm kir? (1. Tîmotêyos 1:12-15) (b) Di meqaleya din de, emê çi hîn bibin?
15 Saûlê Tarsûsî pir xerabî kiribû û bi rastî jî hewceyî tobekirin û efûkirinê bû. Wî zilm û zordarî li şagirtên Îsa Mesîh kiribû. Bi îhtimaleke mezin, şagirtên Îsa Mesîh difikirîn ku ew yekî bêçare ye, yê ku wê tu caran tobe neke. Lê belê, Îsa Mesîh wisa nedifikirî. Îsa û Xwedê xisûsiyetên baş ên Saûl didîtin, û wan dizanibû ku ew dikare tobe bike û bê efûkirin. Loma, Îsa Mesîh wisa got: “Min ev zilam hilbijartiye” (Karên Şandiyan 9:15, NWT). Heta, Îsa Mesîh mucîzeyek çêkir, da ku Saûl tobe bike (Karên Şandiyan 7:58–8:3; 9:1-9, 17-20). Piştî ku Saûl bû şagirtekî Îsa Mesîh, ew wek Pawlosê şandî dihat binavkirin. Wî gelek caran anî zimên ku ew çi qas qîmetê dide qencî û dilrehmiya Yehowa û Îsa Mesîh (1. Tîmotêyos 1:12-15 bixwîne). Pawlos bi şikirdarî wisa got: “Qenciya Xwedê te ber bi tobekirinê ve dibe” (Romayî 2:4).
16 Gava bêexlaqiya ku li civata Korîntê çêdibû, gihîşt guhê Pawlosê şandî, wî çi kir? Gotinên wî nîşanî me didin ku Yehowa gunehkaran bi dilovanî terbiye dike. Wekî din, eger kesên gunehkar tobe bikin, Yehowa hazir e ku wan efû bike. Mîna Yehowa, lazim e ku em jî li hemberî kesên tobedar dilrehm bin. Di meqaleya din de, emê li vê mijarê binêrin.
KILAM 33 Barê Xwe ji Yehowa re Bihêle
a Serpêhatiya Hoşeya rewşeke xisûsî bû. Îro, eger kesek zinayê bike, jina wî yan mêrê wê li ber çavê Yehowa ne mecbûr e ku pê re zewicî bimîne. Bi îlhama Yehowa, Îsa Mesîh got ku eger tiştekî wisa çêbe, îzin heye ku kesê bêsûc jin yan mêrê xwe berde (Meta 5:32; 19:9).