Te Zanibû?
Îsbatên arkeolojîk di heqê Belşatsar de çi nîşan didin?
BI GELEK salan, rexnekarên Kitêba Pîroz digot ku Belşatsar Padîşah, ê ku kitêba Danîêl behsa wî dike, tenê kesekî xeyalî ye (Dan. 5:1). Ew wisa difikirîn ji ber ku arkeologan heta wê demê tu îsbat nedîtibûn ku ew bi rastî dijiya. Lê belê, nêrîna wan li sala 1854an guherî. Gelo çima?
Li wê salê, konsolosekî Îngilîz ê bi navê John George Taylor li wêraneyên Ûrê, bajarekî kevnar ê li başûrê Iraqê, lêkolîn dikir. Li birceke mezin, wî hin silîndîrên axîn dîtin. Dirêjahiya her yek ji van silîndîran weke 10 santîmetre bû, û li ser wan nivîsa mîxî hebû. Li ser yek ji van silîndiran, duayek nivîskî ye ku bila emrê padîşahê Babîlê Nabonîd û kurê wî yê mezin Belşatsar dirêj be. Loma rexnekaran jî êdî qebûl kir ku Belşatsar bi rastî dijiya.
Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku Belşatsar padîşahê Babîlê bû. Dîsa, rexnekaran baweriya xwe pê nedianî. Mesela, William Talbot, zanyarekî Îngilîz ê ku li sedsala 19an dijiya, nivîsî ku li gor hin kesan, “Bel-sar-ûssûr [Belşatsar] tevî bavê xwe Nabonîd padîşahî dikir. Lê belê ji bo vê qet îsbat tune”.
Lê bi zeman re, silîndîrên din hatin dîtin, ên ku nîşan didin ku bavê Belşatsar Nabonîd Padîşah bi gelek salan ji serbajêr dûr ma. Gava ew ne li Babîlê bû, çi qewimî? Li gor Encyclopaedia Britannica, “gava Nabonîd çû sirgûnê, wî hikumdarî û piraniya ordiyên xwe emanetî Belşatsar kirin.” Bi wî awayî, Belşatsar li wê demê tevî bavê xwe li Babîlê hikm dajot. Loma arkeolog û zimannas Alan Millard got ku minasib e ku “kitêba Danîêl Belşatsar wek ‘padîşah’ bi nav dike”.
Ji bo xizmetkarên Xwedê, îsbata herî mezin helbet ev e ku kitêba Danîêl pareke muteber a Kitêba Pîroz e, ya ku ji aliyê Xwedê ve hatiye îlham kirin (2. Tîm. 3:16).