Li gor Lûqa 20:1-47

  • “Tu van tiştan bi çi heqî dikî?” (1-8)

  • Mîsala rezvanên mêrkuj (9-19)

  • Xwedê û Qeyser (20-26)

  • Pirsa li ser rabûna miriyan (27-40)

  • Gelo Mesîh kurê Dawid e? (41-44)

  • “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin” (45-47)

20  Rojekê, gava Îsa di îbadetgehê de mirov hîn dikirin û mizgînî belav dikir, serokên kahînan û qanûnzan bi rîspiyan re hatin  û ji wî re gotin: “Ji me re bibêje, tu van tiştan bi çi heqî dikî? Yan kê îzin daye te?”  Wî cewab da wan: “Pirseke min jî heye. Ka cewaba min bidin:  Wexta ku Yehya* mirov vaftîz dikirin*, gelo wî ev heq ji Xwedê* yan ji mirovan stand?”  Hingê ew di nav xwe de şêwirîn, û wan got: “Eger em bibêjin ‘Ji Xwedê*’, ewê bipirse ‘Îcar we çima ji wî bawer nedikir?’  Lê eger em bibêjin, ‘Ji mirovan’, temamiya xelkê wê me bide ber keviran, çimkî ew bawer dikin ku Yehya* pêxember bû.”  Loma wan cewab da ku ew nizanin ku wî ev heq ji ku derê standiye.  Îsa jî ji wan re got: “Îcar ez jî ji we re nabêjim ku ez van tiştan bi çi heqî dikim.”  Îsa dest pê kir ku vê mîsalê ji xelkê re bibêje: “Zilamekî rezek çand, bi kirê da rezvanan û ji bo demeke dirêj çû cihekî dûr. 10  Wexta ku demsala rez hat, wî xulamek şand ba rezvanan, da ku para wî ya rez bidin wî. Lê rezvanan li wî xist û ew destvala şand. 11  Wî xulamekî din jî şand. Wan li wî jî xist, ew bêhurmet kir û destvala şand. 12  Wî xulamê sisêyan jî şand, wan ew jî birîndar kir û avêt derve. 13  Hingê xwediyê rez got: ‘Gelo ez çi bikim? Ezê kurê xwe yê ezîz bişînim, ewê qedrê wî bigirin.’ 14  Gava rezvanan ew dît, ew şêwirîn û ji hevdû re got: ‘Ew mîrasgir e. Werin em wî bikujin, da ku mîrasa wî ji me re bimîne.’ 15  Hingê wan ew avêt derveyî rez û ew kuşt. Îcar xwediyê rez wê çi li wan bike? 16  Ewê were û van rezvanan bikuje û rez bide kesên din.” Gava wan ev yek bihîst, wan got: “Xwedê neke!” 17  Lê Îsa li wan nêrî û got: “Îcar ev yek ku hatiye nivîsîn tê çi maneyê: ‘Kevirê ku avakaran red kir, bûye kevirê sereke*’? 18  Her kesê ku bikeve ser wî kevirî, ewê zerareke mezin bibîne. Û kevir bikeve ser kê jî, ewê wî bipelçiqîne.” 19  Qanûnzan û serokên kahînan dixwest di cih de wî bigirin, çimkî wan fehm kir ku wî bi vê mîsalê behsa wan dikir. Lê ew ji xelkê ditirsiyan. 20  Çavê wan li ser Îsa bû, û piştî vê wan bi dizîka pere dan zilaman û şandin ba wî. Wan dixwest ku ev zilam xwe wek kesên durist nîşan bidin û Îsa bi gotinên wî bixin dafikê, da ku wî teslîmî hukûmetê û walî bikin. 21  Wan zilaman ji wî pirsî: “Mamoste, em dizanin ku tu rast dibêjî û rast hîn dikî û tu bêteref î. Û tu li gor rastiyê hîn dikî ku gerek em çawa li ser rêya Xwedê bimeşin. 22  Ma dibe ku bac ji Qeyser* re bê dayîn yan na?” 23  Lê Îsa bi hîleya wan hesiya û ji wan re got: 24  “Ka dînarekê nîşanî min bidin. Sûret û nivîsa kê li ser e?” Wan got: “Ya Qeyser* e.” 25  Wî ji wan re got: “Îcar tiştên Qeyser* bidin Qeyser, lê tiştên Xwedê bidin Xwedê.” 26  Wan nikaribû Îsa bi gotinên wî li ber xelkê bixin dafikê, lê ew bi cewaba wî ecêbmayî man û bêdeng man. 27  Hin ji Sadûqiyan, ên ku bi rabûna miriyan bawer nakin, hatin ba Îsa û ji wî pirsîn: 28  “Mamoste, Mûsa ji me re nivîsand, ‘Eger zilamek bimire û jina xwe bê zarok bihêle, gerek birayê wî bi jinbiraya xwe re bizewice û bi vî awayî zuriyeta birayê xwe dewam bike.’ 29  Îcar heft bira hebûn. Birayê pêşîn zewicî, lê ew bê zarok mir. 30  Paşê birayê diduyan 31  û paşê birayê sisêyan jî bi wê re zewicîn. Wisa her heft bira bi wê re zewicîn û bê zarok mirin. 32  Dawiya dawî, jin jî mir. 33  Di dema rabûna miriyan de, jin wê bibe jina kê? Çimkî her heft bi wê re zewicî bûn.” 34  Îsa ji wan re got: “Zarokên vê dinyayê dizewicin, 35  lê yên ku ji bo dinyaya nû û rabûna miriyan hêja hatine dîtin, ew nazewicin. 36  Ew êdî nikarin bimirin, çimkî ew wek melekan in û ew zarokên Xwedê ne, ji ber ku ew zarokên rabûna miriyan in. 37  Lê ev yek ku mirî tên rakirin, Mûsa jî bi serpêhatiya deviyê nîşan dabû, gava wî Yehowa, ‘Xwedayê Birahîm û Xwedayê Îshaq û Xwedayê Aqûb’ bi nav kir. 38  Ew ne Xwedayê miriyan, lê Xwedayê saxan e, çimkî ew hemû ji bo wî sax in.” 39  Hingê hin ji qanûnzanan got: “Mamoste, te baş got.” 40  Çimkî êdî wan nediwêrî tiştekî jî ji wî bipirsin. 41  Lê wî ji wan pirsî: “Gelo çima dibêjin ku Mesîh kurê Dawid e? 42  Çimkî Dawid di kitêba Zebûran de bi xwe dibêje: ‘Yehowa ji Efendiyê min re got: “Li milê minî rastê rûne 43  heta ku ez dijminên te bixim bin lingên te.”’ 44  Madem ku Dawid ji wî re dibêje ‘Efendiyê min’, îcar ew çawa dibe kurê wî?” 45  Gava temamiya xelkê guh dida Îsa, wî ji şagirtên xwe re got: 46  “Xwe ji qanûnzanan dûr bigirin, ên ku hez dikin ku bi xeftanên dirêj bigerin û hez dikin ku mirov li sûkan silavê li wan bikin û di sînagogan* de li cihên pêşîn û di wexta şîvê de li cihên herî baş rûnin. 47  Ew mal û milkê jinebiyan ji wan distînin û duayên xwe dirêj dikin, da ku xwe bidin ber çavê xelkê. Hukmê wan wê hê girantir be.”

Jêrenot

Yan “Yûhena”.
Yan “imad dikirin”, “bin av dikirin”.
Bi herfî “ji ezmên”.
Bi herfî “ji ezmên”.
Yan “Yûhena”.
Bi herfî “serê goşe”. Wisa tê fehmkirin ku vî kevirî du dîwar li qunceya jorîn bi hev ve digirtin, loma ew wek kevirê herî muhîm dihat dîtin.
Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “Sezar”.
Yan “kenîşte”. Cihê îbadeta Cihûyan.