DERS 13
Zelalkirina Feydeyan
1. Tîmotêyos 4:8
BI KURTASÎ: Bi zelalî nîşanî guhdaran bide ku mijar ji bo wan çima bifeyde ye û gerek ew vê melûmatê çawa bixebitînin.
ÇAWA:
-
Li ser guhdaran bifikire. Kûr bifikire ku guhdar çima hewceyî mijarê ne, û fikrên herî bifeyde tesbît bike.
-
Rêyî guhdaran bide ku gerek ew çi bikin. Ji destpêkê ve, lazim e ku her yek ji guhdaran fehm bike ku mijar ji bo wî bifeyde ye. Nîşan bide ku ew çawa dikarin fikrên sereke bi kar bînin. Bi awayekî spesîfîk bipeyive.