BEŞ 18
Îsa Kerametan Pêk Tîne
Îsa bi kerametên ku pêk anîn, nîşan da ku ewê di dema padîşahiya xwe de hêza xwe çawa bikar bîne.
XWEDA hêzeke ku Îsa dikarî pê karên ku mirovên din nikarin bikin, bike da wî. Îsa Mesîh gelek keramet kirin û ew bi gelemperî li ber çavên ajaweya gel pêk anîn. Wan kerametan nîşan da ku Îsa dikare bêguman di heqê hemû astengên mezin û dijminên ku mirovên biqisûr nikarin têk bibin de, bê der. Niha em dikarin ji wan çend mînakan bibînin.
Birçîtî. Îsa di du bûyerên cûda de, zikê bi hezaran mirovên birçî, bi çend nanên somîn û çend masiyan têr kir. Wî di herdu bûyeran de jî, ji têra hemûyan zêdetir xwarin peyda kiribû.
Nexweşî. Îsa “çi jan û nexweşiyên di nava gel de hebûn baş dikir” (Metta 4:23). Kesên kor, ker, kotî û bi tayêketî hemûyan, ji destê Îsa şîfa dîtin. Wî yên kulek, fêdar û seqet jî, ji nexweşiyên wan sax kirin. Tu nexweşiyeke ku Îsa di heqê wê de nehata der tunebû.
Hewayên bixeter. Dema ku Îsa tevî şagirtên xwe bi kelegê derbasî wî aliyê din ê Gola Celîlê dibû, bagereke zehf dijwar rabû. Şagirtên wî di nav tirs û xofê de dilerizîn. Lê Îsa jî bi tenê li bagerê nêrî û jê re got: “Raweste, bêdeng be!” Li ser vê yekê ba rawesta û bêdengiyeke mezin çêbû (Marqos 4:37-39, MIZ). Dîsa di bûyereke din de jî, Îsa di dema firtoneyeke dijwar de bi ser avê re meşiya (Metta 14:24-33).
Ruhên xerab. Ruhên xerab ji mirovan zehf hêzdartir in. Gelek kesên ku ketibûn bin bandora van dijminên Xweda yên bêdilovanî, nedikarîn xwe ji dertê wan rizgar bikin. Lê Îsa Mesîh gelek caran ev ruh qewirandin û mirovên ku ketibûn nav pençikên wan rizgar kirin. Îsa ji wan ruhan neditirsî. Lê ji dêla vê, ew ruh ji Îsa ditirsîn, ji ber ku ew qenc hay ji desthilatdariya wî hebûn.
Mirin. Mirin dijminekî ku tu mirovekî nekariye têk bibe ye, lewre ew bi gotineke licîh wekî “dijminê herî dawiyê” hatiye binavkirin (1. Korîntî 15:26). Lê Îsa Mesîh mirî ji mirinê vejandin. Wî hem lawê jineke bî yê ku mirî bû û hem jî keça dê û bavekî di şînê de, ji mirinê vejandin û bi şûnve dan wan. Ji kerametên ku Îsa ji bo vejîna miriyan pêk anîn a herî balkêş a ku wî ji bo dostê xwe Lazar ê ku çar roj bû mirî bû, li ber çavê ajaweya di şîna wî de, pêk anîbû bû! Ji dijminên Îsa yên herî mezin jî, tu kesî nekarî vê kerameta ku wî kiribû înkar bikira (Yûhenna 11:38-48; 12:9-11).
Îsa Mesîh ev keramet hemû ji bo çi armancê kirin? Ev mirovên ku Îsa alîkariya wan kir, ma rojekî wê dîsa nemirana? Belê, lê sûdekî mayînde ya van kerametên ku Îsa Mesîh kiribûn jî, hebû. Wan kerametan agahiyên derbarê pêkhatina rastiya ku pêxamberan li ser rêveberiya padîşah Mesîh de, ji berê ve soz dabûn erê û testîq kirin. Êdî tu sedemekî dudilîbûyînê tuneye, ku mirov bêje padîşahê ku ji aliyê Xweda ve hatiye tayînkirin, nikare birçîtî, nexweşî, hewayên bixeter, ruhên xerab û bi taybetî jî, mirinê ji holê rake. Wî bi her awayî ispat kir ku Xweda hêzeke wusa daye wî.