Tu Dixwazî Pêbihesî Rastiyê?
RASTÎ derheqa çi? Derheqa wan pirsa, yên ku merî li ser wan difikirin. Dibek te jî ev pirs dane xwe:
-
Gelo Xwedê rastî me hiz dike?
-
Gelo wê bê ew wede çaxê şer û cefa kuta bin?
-
Çi diqewime paşî mirinê?
-
Gelo çi guman heye bona miriya?
-
Ez ça gerekê dua bikim, wekî Xwedê duayên min bibihê?
-
Ez çi bikim ku emirê min bextewar be?
Tu ça dişirmîş dibî, caba wan pirsa ku dikarî bivînî? Di kitêbxaneda û dikanên kitêbada tuyê bi hezara kitêba bivînî, nivîskarên kîjana îzbat dikin, ku caba van pirsa zanin. Lê gele car kitêbek himberî kitêba din diçe. Hine kitêb, meriya tirê ku seva roja îroyîn gele kêrhatî ne, lê wedekî kin derbaz dibe û ev kitêb kevin dibin û dewsa wan yê teze têne nivîsarê.
Lê kitêbek heye, ya ku hêja ye tu îtbariya xwe lê bînî. Ev kitêba rastiyê ye, û derewî têda tune. Îsa Mesîh di duayê xweda Xwedêra got: “Xebera te rastî ye” (Yûhenna 17:17). Îro ev kitêb eyan e ça Kitêba Pîroz. Ji vê belavokê tê bivînî, ku Kitêba Pîroz caba van pirsa çiqa rast û femdarî dide.
Gelo Xwedê Rastî Me Hiz Dike?
ÇIRA EV PIRS PÊŞDA TÊ: Çimkî em dijîn dinyake neheq û bêîsafda. Hin jî, gelek rêlîgiya hîn dikin, ku cefên me qirara Xwedê ye.
ÇI HÎN DIKE KITÊBA PÎROZ: Xwedê tu car zulmê nake. Di kitêba Îboda 34:10-da hate nivîsarê, ku nabe Xwedayê rast û Himzor “xirabiyê bike û . . . neheqiyê pêk bîne!” Nêteke Xwedê gele baş seva meriya heye. Lema jî Îsa me hîn dikir, ku dua bikin: “Bavê meyî ezmana! . . . Padşatiya te be, emirê te be, çawa li ezmên, usa jî li ser erdê” (Metta 6:9, 10). Xwedê usa me hiz dike, ku seva me qurbaneke gele biha berva da, ku qirara xwe bîne sêrî (Yûhenna 3:16).
Binihêre usa jî Destpêbûn 1:26-28; Aqûb 1:13 û 1 Petrûs 5:6, 7.
Gelo wê Bê Ew Wede Çaxê Şer û Cefa Kuta bin?
ÇIRA EV PIRS PÊŞDA TÊ: Çimkî şer emirê gelek benda dibe. Kes ji me dilsar namîne seva cefên meriya.
ÇI HÎN DIKE KITÊBA PÎROZ: Xwedê divêje, ku wê bê wede, çaxê li ser temamiya dinyayê wê edilayî hebe. Wedê Padşatiya wî, dêmek serwêrtiya ezmana, merî wê hînî şer nebin. Ewana wê çek û rimên xwe bihelînin û bikin kêrên rezvana (Îşaya 2:4). Xwedê wê neheqiyê û kul-derda bide hildanê. Di Kitêba Pîrozda hatiye nivîsarê: “[Xwedê] ji çevêd wan hemû hêsirêd wan paqij ke û îdî mirinê tune be, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, [ne jî neheqî û zêrandina îroyîn], çimkî tiştêd berê derbaz bûn” (Eyantî 21:3, 4).
Binihêre usa jî Zebûra 37:10, 11; 46:9 û Mîxa 4:1-4.
Çi Diqewime Paşî Mirinê?
ÇIRA EV PIRS PÊŞDA TÊ: Çimkî nîvê zef ji dînê meriya, yanê rêlîgiya, hîn dikin ku paşî mirinê ruhê meriya berdewam dike dijî. Hinek bawer dikin, ku mirî dikare ziyanê bide meriya û ku Xwedê meriyên gunekar sûc dike, davêje cenimê, wekî ewana heta-hetayê biçerçirin.
ÇI HÎN DIKE KITÊBA PÎROZ: Çaxê merî dimire, ew îdî najî. Di Waîzda 9:5 tê gotinê: “Mirî . . . tiştekî nizanin”. Belê, mirî haş ji tiştekî tʹunene û tiştek texmîn nakin, lema jî ewana nikarin ne ziyanê bidine meriya, ne jî karê (Zebûr 146:3, 4).
Binihêre usa jî Destpêbûn 3:19 û Waîz 9:6, 10.
Gelo Çi Guman Heye bona Miriya?
ÇIRA EV PIRS PÊŞDA TÊ: Em gişk jî dixwazin tevî meriyên xwe, kîjana em hiz dikin, bijîn û şa bin. Hin jî hizreta me ew e, ku em dîsa bira-pizmamê xwe bivînin, yên ku mirine.
ÇI HÎN DIKE KITÊBA PÎROZ: Heçî zef ji miriya, wê ji mirinê rabin. Îsa soz da, wekî “hemûyêd tirbada wê dengê wî bibihên û rabin” (Yûhenna 5:28, 29). Bi nêta Xwedê, merivên ku ji mirinê rʹabin wê mecalê bistînin di cinetêda li ser erdê bijîn (Lûqa 23:43). Xêncî vê yekê, ewê ku gura Xwedê bike, wê sihet-qewata qedandî bistîne û heta-hetayê bijî. Kitêba Pîroz divêje, ku meriyên qenc wê bijîn ser erdê heta-hetayê (Zebûr 37:29).
Binihêre usa jî Îbo 14:14, 15; Lûqa 7:11-17 û Karên Şandiya 24:15.
Ez Ça Gerekê Dua Bikim, Wekî Xwedê Duayêd Min Bibihê?
ÇIRA EV PIRS PÊŞDA TÊ: Qulixçiyên hemû rêlîgiya jî Xwedêra dua dikin. Lê gelek ji wan difikirin ku Xwedê caba duayên wan nade.
ÇI HÎN DIKE KITÊBA PÎROZ: Îsa me hîn dikir ça gerekê dua bikin. Em gerekê duayên xwe ezberî hîn nebin û newekilînin. Îsa giliyê usa got: “Gava ku hûn dua dikin, mîna pûtparista pirxeber nebin” (Metta 6:7). Hergê em dixwazin, ku Xwedê me bibihê, em gerekê usa dua bikin, ça Xwedê dixwaze. Seva vê yekê mera eseyî lazime pêbihesin çi ye qirara Xwedê û paşê bi qirara wî dua bikin. Di 1 Yûhenna 5:14-da nivîsar e: “Heger em tiştekî li gura xwestina wî jê [Xwedê] bixwazin, ew dengê me dibihê”.
Binihêre usa jî Zebûra 65:2; Yûhenna 14:6, 14 û 1 Yûhenna 3:22.
Ez Çi Bikim ku Emirê Min Bextewar be?
ÇIRA EV PIRS PÊŞDA TÊ: Geleka tirê, ku pere, navdarî, yanê jî bejin-bala bedew, kilîta bextewariyê ye. Ewana bi hemû qewata xwe dixwazin van tişta bistînin, lê yeke bextewariyê navînin.
ÇI HÎN DIKE KITÊBA PÎROZ: Îsa nîşan kir, wekî kilîta bextewarbûnê çi ye. Ewî got: “Bextewar in ew, yên ku fem dikin hewcetiya xweye ruhanî” (Metta 5:3, DT). Ewên ku dixwazin rastiyê derheqa Xwedê pêbihesin, rastî jî bextewar in. Rastiya derheqa Xwedê di Kitêba Pîrozda nivîsiye. Hergê em vê kitêbê bixûnin û rastiyê bizanibin, emê fem bikin, çi di emirê meda diha ferz e û çi jî na. Hergê em hemû pirs û şixulên xweda şîretên Kitêba Pîroz hildin hesab, emê diha bextewar bin (Lûqa 11:28).
Binihêre usa jî Metelok 3:5, 6, 13-18 û 1 Tîmotêyo 6:9, 10.
çira ew dihêle ku haqas zulmî û neheqî hebe? Ez malbeta xweva ça dikarim bextewar bim?” Kitêba Pîroz li ser van pirsa û pirsên dinêna jî cabên rast dide.
Me ji Kitêba Pîroz kin caba wan şeş pirsa da. Lê tuyê bixwazî hê zêde pêbihesî? Hergê tu merîkî usa nî ku fem dikî hewcetiya xweye ruhanî, şik tune, tê eseyî bixwazî. Dibek tu dixwazî pêbihesî: “Hergê Xwedê me hiz dike,Lê îro gelek merî qe guh nadine Kitêba Pîroz. Ewana difikirin ku ev kitêbeke mezin e û çetin tê femkirinê. Teyê bixwesta, ku kesek alî te bike, caba pirsên xwe di Kitêba Pîrozda bivînî? Şedên Yehowa dikarin bi du tiştî alî te bikin.
Ya pêşin, ev heye kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”. Ev kitêb seva wê yekê hatiye derxistinê, ku alî wan meriva bike caba pirsên xweye ferz ji Kitêba Pîroz bistînin, wedê kîjana hindink e. Ya duda jî ewana dikarin bêpere hînbûna Kitêba Pîroz tevî te derbaz kin. Şedên Yehowa, yên ku nêzîkî te dijîn, dikarin heftê carekî bêne mala te, yan jî wê derê kîderê hûn dixwazin û tevî te derheqa Kitêba Pîroz şêwir kin. Hînkirina usa îda di temamiya dinyayêda alî bi hezara meriya kiriye. Gelek ji van meriya niha dikarin miqîm bêjin: “Ez rastiyê zanim!”
Rastiya Kitêba Pîroz, ev xizna bêhesab qîmet e. Ew me ji hînkirinên qelp, ji diltengî û tirsê aza dike. Ew şabûnê, meremê û gumanê dide meriya. Îsa got: “Hûnê rastiyê nas kin û rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32).